BI PIRALÎ HAZIRÎ BIJARTINA BIN
Nêvîk divê roja bijartinêd Sovêta Tewrebilind û Sovêtêd cî RSS Ermenîê. Temamya xevatkarêd rêspûblîkaê berbirî bijartina diçin.
Respûblîkaêda xevateke mezin diçe bona biheralî pêşhazirkirina bijartina, bona diha bi teşkîlî derbazkirina wê, kampanya sîasetîê.
Ser hîmê qanûnnema bijartinê wedada hatine teşkîl kirinê kamîssîaêd bijartinê hatine hazirkirinê navnîşêd bijarvana. Bona kamîsîaêd bijartinê hatine başqekirinê avayî. Rex cîherecêd bijartinêda teşkîlbûne pûnktê agîtacîa:
Bi hezara agîtator, xebata agîtaêîa-massaê dibin nava bijarvanada.
Dest bi rasthatina kandîdatê-dêpûtatîê û bijarvana bûye.Bijarvan diha bi nezîk nasdivin kandîdatêd xwera hemû civatêd pêşbijartinêda, kîderê bijarvan û kandîdat rastîhev tên bijarvan gişk nolanî merivêkî hazirbûna xwe eyandikin bona roja bijartinê dengê xwe bidin kandîdatêd bloka komunîsta û nepartîavana ewana pirsêd teze datînin pêşberî kandîdatê xwe, bona zû qedandina pirsdanînêd yekirina komûnîzmê welatê meda.
Roja bijartina nêzîk dibe. Niha kivşîke ferz distîne xevata teşkîlî-texnîkî hazirkirina bijartina. Lazime, wekî dîsa û dîsa bêne lênhêrandinê navnîşêd bijarvana, kêmasîêd ku vê derecêda hene gotî zû bêne hildanê, bi wî hesavî, wekî tu bijarvanek ji navnîşa der nemîne.
..... |