37 SALÎA ORDÎA SOVÊTÎÊ
23-ê fêvralê cimaeta Sovêtîê bi eşq û şayî derbazkir eîda 37 salîa Ordîa Sovêtîê û flota Eskerîê berî.
Ew eîda ezîz cimaeta sovêtîê derbaz dike wedê destanînê mezin nava şuxulê çêkirina komûnîzmêda, usajî wê mubarêzêda ya ku tê kirinê bona edlaê hemû dinîaêda. Ordîa Sovêtîê ya ku hatîe teşkîlkirinê û terbetkirinê ji alîê partîa Komûnîstîê û pêşîkarê wê lênîn derbazbûye rya merxasîê mezin, ewê ji hemû dijminêd der û hundur xaykirîe û xaydike ddestanînêd Rêvolûsîa Oktyabrê Mezin.
Dijminêd dewleta Sovêtîê, nehyêd împêrîalîstêd agrêsor xweş naê destanînêd cimaeta me, ewana çend cara cêribandin biteribînin şuxulê çêkirina koçmûnîzmê welatê meda, lê bin derpa Ordîa Sovêtîê mêrxasîêda hatine hinùirandinê û paqetandinê ji sînorê wetanê me sosîalîstîê. Partîa Komûnîstîê hertim xemxurbûye bona qewînkirina Ordîa Sovêtîê, bona xweykirina wetenê me ji hicûmkirina agrêsorêd împêrîalîstîê.
Bi saya sîasetîa partîa Komûnîstîê ekonomîka welatê me hate guhastinê ser hîmê îndûstra gran, teşkîl bû û bi têmpêd lez pêşda çû têxnîka sovêtîê. Ûsajî xevateke mezin hate kirinê bona hazirkirina kadrêd ofîsêrîê ê ku derecêd şerê giranda bikarbûna serkarî ji Ordîê bikirana û têxnîka Ordîa Sovêtîê bi hemû alîava bidana xebatê. Ordîa ... |