La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 14 (626)


Auteurs : | | | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 335x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Ese. Rya. N° 14 (626)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 14 (626)

Versions

Rya Teze, N° 14 (626)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Bona qedandina qirarêd Plênûma yanvarê KM PKTS teşkîletêd partîayê, sovêtîyê, organêd alhebûna gundîtîyê, kolxozvan, mêxanîzatorê rêspûblîka me tevî temamîa xevatkarêd welatê me sotsîalîstîê diefrînin hemû mecala.
Partîa Komûnîstîyê û hukumeta Sovêtîyê bona diha halxweşkirina cimaetê û zorbûna wetenê me sotsîalîstîê qirarêd terîqî qebûlkirine. Ser hîmê diha pêşdabirina îndûstra giran wê bê zêdekirinê temamîya derdaîna hasileta malhebûna gundîtîyê. Nava van pënc şeş salêd pêşinda derdaîna hev ... salewextê gerekê bigihîje nekêm 10 mîlîard pûtî, hasileta heywanetzêdekirinê gotî bê zêdekirinê du car-du cara zêdetir. Eva pirsdanîneke hemcimaetîêye, bona qedandina kîjanê şerdikin temamîya xevatkarêd bajêr û gund. 
Bilindkirina derdaîna hevanan ...



BIDINE QEWÎNKIRINÊ XEVATA SEYASETÎYÊ
MASSAYÊ BONA WEDEDA QEDANDINA ÇANDINÎYA BAHARÊ

Bona qedandina qirarêd Plênûma yanvarê KM PKTS teşkîletêd partîayê, sovêtîyê, organêd alhebûna gundîtîyê, kolxozvan, mêxanîzatorê rêspûblîka me tevî temamîa xevatkarêd welatê me sotsîalîstîê diefrînin hemû mecala.

Partîa Komûnîstîyê û hukumeta Sovêtîyê bona diha halxweşkirina cimaetê û zorbûna wetenê me sotsîalîstîê qirarêd terîqî qebûlkirine. Ser hîmê diha pêşdabirina îndûstra giran wê bê zêdekirinê temamîya derdaîna hasileta malhebûna gundîtîyê. Nava van pënc şeş salêd pêşinda derdaîna hev ... salewextê gerekê bigihîje nekêm 10 mîlîard pûtî, hasileta heywanetzêdekirinê gotî bê zêdekirinê du car-du cara zêdetir. Eva pirsdanîneke hemcimaetîêye, bona qedandina kîjanê şerdikin temamîya xevatkarêd bajêr û gund. 

Bilindkirina derdaîna hevanan hesav dive hîmê pêşdabirina temamya çiqilêd milhebûna gundîtîyê.

Baare, Cêrge nehîyê respûblîkaêda dest bi xevata çandinîya baharê bûye. Zutirekê dest bi çandinîya baharê wê bive temamîya nehîyêd respûblîkaêda.

Cêrivandina sala nîşandaye, wekî bona stendina ekindaîna bilind lazime wedekî kinda û bi hemcavî qanûnêd agrotêxnîkîê bê kutakirinê xevata çandinîya baharê. Evê yekê rind fêmdike her xevatçîkî malhebûna gundîtîyê.

Teşkîletêd partîayê ewlînîda bi hezara agîtator kolxozvanara mexanîzatorara şirovedikin qirarêd partîayê û hukumatê derheqa zêdekirina derdaîna hasileta malhebûna gundîtîyê. Çewa agîtator hatine başqekirinê întelîgêntêd gund: Dersdar, doxtir, agronom, zootêxnîk û êd maîn.

Plênûma yanvarê KM PKTS ji teşkîletêd partîayê, proftifaqîyê û komsomolîyê xwest, wekî bi sîstêmatîkî bidine pakkirinê xevata massayê-seyasetîyê gundda.

Xevata komûnîsta, komsomola û agîtatorêd nepartîavan teşkîldarîyê gotî nava xevatkarada xwestinê pêşda bîne, wekî ewana çiqa dikarin rind bixevitin, pêşda bibe înîtsîatîv û aktîvîya wan nava xebatêda, karê bide qewînkirina terbetîya xebatê, bide firekirinê leca sotsîalîstîê bona qedandina plana.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues