La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 25 (637)


Auteurs : | | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 335x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 25 (637)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 25 (637)

Versions

Rya Teze, N° 25 (637)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Qewata partîa Komûnîstîê wê daye, wekî ew di nava xevata xweda bi îdêa lênînîzmê mezinva pêşda diçe, kêmasîya eşkere krîtîk dike, şerdike miqabilî wana, ê ku xwe hertim dipesinin û bi pêşdaçûîneke xweva arxayîn divin, derheqa destanînêd teze nafikirin.
Temamîya dinyaêra eyane, wekî destanînêd dewleta Sovêtîê çiqas mezinin di dereca çêkirina hebûnê û kûltûraêda. Welatê me bûye welatê îndûstrîa giran ...



WEDEDA BI QEDÎNIN PÊŞDAÎNÊD KOMÛNÎSTAYE KRÎTÎKÎÊ

Qewata partîa Komûnîstîê wê daye, wekî ew di nava xevata xweda bi îdêa lênînîzmê mezinva pêşda diçe, kêmasîya eşkere krîtîk dike, şerdike miqabilî wana, ê ku xwe hertim dipesinin û bi pêşdaçûîneke xweva arxayîn divin, derheqa destanînêd teze nafikirin.

Temamîya dinyaêra eyane, wekî destanînêd dewleta Sovêtîê çiqas mezinin di dereca çêkirina hebûnê û kûltûraêda. Welatê me bûye welatê îndûstrîa giran û malhebûna gundîtîêye sotsîalîstîêye pêş. Kulîlkvedide kültûra cimaetêd sovêtîê û ssa jî robiro xweş dibe halweşbûna cimaetê. 

Partîa Komûnîstîê ji hemû teşkîletê partîaê dixweze, wekî ewana gelekî xwestinkarbin, kara bi ruhê marksîzm-lênînîzmê terbîyetkin, wekî ewana xwe hesavkin cavdar bona her şuxulê ku hatîye sipartinê.

Wêderê, kêderê heye krîtîka û xwekrîtikirin, pêra girêdaî krîtîka jêlvatê, wêderê bibe senay bibe çiqilêd malhebûna gundîtîê, pêşdaçûînêd wan zefin û ew teşkîletana digihîjine wan nêt û merema, kîjan ku partîaê û dewletê danîye pêşîya wan. Wêderê, kêderê tuneye krîtîka û xwekrîtîkkirin, xevatçî arxayîn divin, civatêd wan derbazdibin “hêsa”, xatirê hev nakevin, lê cîêd usa kêmasî bêhesavin. Ewana têne qetandinê ji massaê, dîstsîplîna xevatê înarêda dikeve, nava îdarêda pêşda tê byûrokratîzm.

Qanûnnema PKTS kivşdike wekî borcê her komûnîstek^ye, kêderê dixweze ew bixevite, eşkere bide firekirinê krîtîkaê û krîtîka ku jêlva tê, ew kêmasîêd ku hene nava xebatêda bide eyankirinê û mecala biefirîne bona hilanîna wana, şer bike pêşîya wana, kîjanêd nava xevata xweda bi destanînêd xweva qure divin, xwe arxayîn hesav dikin û derheqa pêşdaçûînêd xwe nafikirin. Komûnîst nikarin kêleka kêasîara derbazbin û wana bidine veşartinê. Borcê her teşîkleteke partîaêye, wekî krîtîkaê û xwekrîtîkkirinê bide firekirinê û komûnîsta bide hînkirinê, ku ewana bêhêvşandin kêmasîa krîtîkbikin.

Lazime bê gotin, wekî hine teşkiletêd partîaê çewa lazime xwestina qanûnêma partîaê naqedînin, sîliha ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues