EYDA 1-Ê MAYÊ
Îro cimaeta sovêtîê û temamîya xevatkarê dinyaê derbazdikin eyda 1-ê Mayê-roja hembarişîê xevatçîaye ortemiletîê, roja biratîa palêd hemû welata.
Bi serkarîya partîa Komûnîstîê xevatkarêd welatê sotsîalîstîê eyda yekê Mayê derbazdikin bi destanînêd gelekî mezinva, bi pêşdaçûînêd lakgebpyba culaetpupevan jPyktpyrapeva py tebpe sivpetpupepuva, usa jî qewînkirina edlayê hemû dinyaêda.
Senaya TRSS plana derdaînê hemtev ya 1954 salê bi hemû çiqilêd xweva qedand 103 selefî, himberî sala 1953-a, derdaîna senayê hemtev 13 selefa zêdebû.
Niha derdaînîya senaya giran cara, lê tevî wê derdaînîya maşîne çêkirinê 4 cara zêdeye, neku sala 1940-îye berî şer.
Plênûmê KM PKTS sêntyabrê, fêvral-martê, îyûnê û yanvarê pêşda kişandin programeke mezin û ferz bona pêşdaçûîna hemû çiqilêd malhebûna gundîtîêye sotsîalîstîê.
Ser hîmê qirara Plênûma yanvarê van pênc-şeù salêd pêşinda gerêkê hasileta hevnan salewextê bighîje ne kêm 10 mîlîard pûtî, dudu û du cara zêde bê zêdekirinê hasileta heywanetzêdekirinê hîmlî.
Saya xevata nehevşandî û mecalêd hemcave efirandî welêtda epêce zêde bû serê heywanet. Ji 1-ê oktyabrê 1953 salê hetanî serê oktyabrê 1954 salê carê çêleka zêdebû bi milîon nîvekî, lê temamîya serê heywanê gir 1,9 mîlîonî zêdebû, ya pêz-2 mîlîonî.
Bi saya komekdaîna partîaê û dewletê 1954 salê senaya welatê me da malhebûna gundîtîê 137 hezar traktor, 37 hezar kombaynê hevnan û gelek maşînêd malhebûna gundîtîêye dinê.
Tevî cimaeta sovêtîêye pirmîlîon usa jî xevatçîê Rêspûblîka Ermenîstanêye Sovêtîê Sotsîalîstîê bi şabûneke mezin û ... |