RIND TEŞKÎLKIN BÊCERKIRINA ÇANDINMEZÎLA
Temamîya kolxozvanêd rêspûblîkaê, xevatkarêd SMT-a û sovxoza, sinhetkarêd malhebûna gundîtîê mobîlîzatsîa kirine temamîya qewatêd xwe bona qedandina qirarêd Plênûma KMPKTS yanvarêye tarîqî. Ewana bi hemû mecalava xevat birin bona wedekî kinda kutakirina xevatêd çandinîya biharê. Gelek kolxozêd rêspûblîkaê çandinîya biharê qedandin bi temamî hemcavî qanûnêd agrotêxnîkîê û bi teşkîldarî. Mecale, kolxozêd zona SMT-a hoktêmbêryanê xevateke berbiçeve usa kirine, wekî ew dikare bide ekindaîna bilind.
Pey kutakirina xevatêd çandinîya biharêra pêşîya xevatkarêd malhebûna gundîtîê disekine pirsa bêcerkirina çandinmezîla. Pirs ewe, wekî desthilanînêd agrotêxnîkîêye ferz bên xevatê bona rind şînbûna hevnan û kulturaêd maîn.
Gerekê her xevatkarekî malhebûna gundîtîê rind zanibe, wekî bêybaş bêcerkirina çandinmezîla ekindaîna bilind naê stendinê.
Niha pirseke lape serekeye qinîatkirina çandinîêd paîze. Vî wedeî qinîatkirina paîze gelek komekê dide şuxulê bilindkirina ekindaîna wî.
Lê çend nehîyada şuxulê qinîatkirina çandinmezîlêd paîzegele xirav diçe.
Mesele, heta niha nehîêd Talînê, Îcêvanê, Krasnosêlckê, Nor...yazêtê, Gûkasyanêda nehatîye teşkîlkirinê şuxulê bêcerkirina çandinîya, başqe gotî ya paîze.
Hal haqas jî nerinde usa jî nehîêd Axûryanê, Kotaykê û Aparanêda.
Teşkîletêd partîaê, sovêtîê û organêd malhbûna gunîtîê gotî guhdarîya lape ferz bidine ser tirmixkirina paîze Eyane, wekî bi hilkirina xwelîê nêmaî gelek nav wêda dimîne û ew gelekî karedide şînbûna toxima, virara tê kivşê ku çiqas ferze pirsa qinîatkirin û teşkîlkin şuxulê qinîatkirina çandinîya, lê usa jî cara duda bidne qinîatkirinê ... |