XEVATA TEŞKÎLETÊD PARTÎAÊYE SMT-A DAYNIN SER DERECEKE BILIND
Xevatkarêd respûblîkaê malhena gundîtîê bi xevata nehevşandî diqedînin qirarê Plênûma KMPKTS yanvarê. Niha kolxoz, SMT û sovxoz hemû mecala diefirînin bona zêdekirina derdaîna hevnan û hasileta heywanetzêdekirinê. Nava şuxulê pêşdabirina malhebûna gundîtîêda gele û gele mezine kirina SMT-a. Lemajî lazime bi heralî bê pakkirinê xebata SMT-a, bê bilindkirinê cavdarîya wana bona pêşdabirina hemû çiqilêd malhebûna gundîtîê.
Bona pakkirina xevata SMT-a di şuxulê qedandina qirarê Plênûma yanvarêda mezine kirinêd teşkîletêd partîaêye SMT-a.
Nava mêxanîaztor û sinetkarê malhebûna gundîtîêda xevateke berbiçev dikin teşkîlêtêd partîaêye ewlînî SMTya Hoktêmbêrê li nehîya Hoteberyanê, SMT-a Norakêrtê li nehîya Vêdîê û êd mayîn.
Saya xevata teşkîleta partîaê SMT-a Hoktêmbêrêye li nehîya Hoktêmbêryanê bi hazirîke mezin destbi çandinîya biharê kir û xevateke nehêvşandî tê kirinê bona zêdekirina derdaîna malhebûna gundîtîê. Teşîleta partîaê bona mêxanîzatora û sinetkara teşkîldike semînara, konsûltatsîa daklada, Kînolêktsîa derheqa bi şûrê çargoşe-hêlînî çandina pe pêmbu û kukuruz. Mehê carekê bona wan tê derbazkirinê roja mêxanîzatora, wê rojê tê enenekirinê xevata wane mehekê û cêrbandina xevatêye pêş, nava mêxanîzatora û sinetkarada tê rikirinê cerbandina SMT-êd welête pêş, usa jî cerbandina mêxanîaztorêd wê SMT-ê pêş. Traktorîst G. Movsîsyan plana çandinîya biharê zêde û wedekî kinda qedand, usa jî 1223 kg qinyatşewat paşexist. Cerbandina xevata wîye pêş hate rikinkirinê nava temamîya traktoîstada û gelek jî wana gihîştine destanînêd berbiçev. Seva xevata rind û dayîna hasila bilind îsal du kolxozêd zona wê SMT-ê diçine Vîstavka malhebûna gundîtîêye hemtifaqîê.
Teşkîleta partîaê SMT-êda bona mêxanîzatora û kolxozvana teşkilkir kursa 20 rojî derheqa bicûrê çargoşe-hêlînî çandina pembu û kukurûz. Ew kursa derbazbû bi serecemî û hewasî, bona wê yekê jî zona wê SMT-êda pembû û ... |