La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Memê Alan


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1997, Stenbol
Préface : MultimediaPages : 168
Traduction : ISBN : 975-7112-01-1
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4017Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Memê Alan

Versions

Memê Alan

"Folklora kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de bêşik şaheser Memê Alan e. Memê Alan malê miletekî Ewropayî biwa Xwedê dizanê di heqê wê de heta niha çend cild kitêb dihatine nivîsandin. Me kurdan ewçend guh nedayê. Ji şaîr û rêberê me ê mezin Ehmedê Xanî pê ve. Belê Xanî berî sê sed salî bi qîmeta vê destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Memê Alan kitêba xwe a mezin û abadîn Mem û Zîn anî wicûdê. Bi gotinên din Memê Alan bi navekî din bi nav kir û jê re Mem û Zîn got û ferqin xiste navbera çîrokiya xelkê û esera xwe. Ji xwe her wekî nas e. Xanî bi hêceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ko wî li nijad û qewmiyeta wî hişyar bikit.

Ji hingê ve ji 300 salî bêhtir wext di ser me ve çûne. Kesî guh neda Memê Alan, heta roja ko kurdîzanê hêja û bilindpaye Mr. Roger Lescot ew digel tercimeke fransizî gihande çapê."

Celadet Bedirxan


DESTPÊK

Destana Memê Alan ji bo kurdan xwedî nirxekî neteweyî ye. Ji çiyayê kurd (Kurd Daxî) ta bigihêje Deryaçeya Urmiye, kesek tune ku, baş an xerab, qet nebe çend rêzan ji vê destanê nizanibe bisitire. Navûdeng û tesîra destana Memê Alan di ser tixûbên Kurdistanê re jî pêl daye. Guhertoyeke vê destanê bi ermenî jî heye ku analîza wê ji hêla F. Maclerve hatiye kirin. Tenê li herêmên ku zaravayên din ên kurdî (Zaza, Baba kurdî) tên axaftin, ev efsane belav ne bûye. Bi taybetî û ji ber egerên prestîjê, mîrekên Botan vegotin û belavkirina destana Memê Alan li tebaya xwe qedexekiribûn: Divê neyê ji bîr kirin ku Mîr Ezînê Cizîrî di çîroka Mem de mirovekî zêde ne şîrîn e. ji ber vê yekê, di roja me de Botanî hindik şaş namînin dema ku yek ji çêlîkên Bedirxanan, Mîr Celadet li ber wan digere da ku vê destanê jê re bisitirin.

Di sedsala 17'an de, dema ku Ehmedê Xanî hewl da ku bi nivîsandina berhemeke xwerû bi kurdî, kurmanciya xwe ya zikmakî derîne sewiya zimanekî wêjeyî, hingê wek babet, çîroka Memê Alan hilbijart. Di gel vê yekê, dema mesneviya Xanî hate weşandin, her çendî dengekî mezin jî veda, wê tu caran cihê çîroka Memê Alan ya gelêrî negirt ku bi saya dengbêjên nexwende li her der belav bûbû.

Di vê rewşê de du destanên serbixwe derdikevin pêşiya me; hem ji aliyê awir, şêwe û hem jî carinan ji aliyê naverokê ve du destanên gelek ji hev cihê; Memê Alan a çîrokbêjan û Mem û Zîn a Xanî.

Efsaneya Memê Alan ji mêj ve ji hêla Ewrûpiyan ve tê zanîn. Hê di 1890'an de A. Socin guhertoya pêşî amade kiribû. Di pey wî re jî A. Von Le Coq (1930), Oscar Mann (1906, 9) û Hugo Makas (1926) gelek guhertoyên (versiyonên) din ên Memê Alan derxistin holê. Dawî, li Êrîvanê pirtûkek hate weşandin ku tê de sê guhertoyên din hatibûn komkirin. Di rûpelên din de, emê agahiyên bîbliografîk ên li ser van xebatan bibînin. Wekî wisa ye, pêwist nîne sernavine din bi vê listeyê ve, ku jixwe têra xwe dirêj e, bên danîn. Tevî vê yekê, dema em weşanên ku li jor navên wan diborin, dikin bin berçavka lêkolînê, dibînin ku yek ji wan bi tenê jî ne li gorî dil e. Helbesta Socin zêde kurd e û gelek kêmasiyên wê hene. Heçî H. Makas ji devê yekî Merdînî berhema xwe amade kiriye û ev guherto jî kurtiyeke xerab e. Her sê guhertoyên di Antolojiya Êrîvanê de cih digirin, ji aliyê ermeniyan ve hatine berhevkirin û zimanê wan ne xweş e. Ya herî hevgirtî berhevoka O. Mann e, ku di Mundart Der Mukrî Kurden de ye. Lê belê, di vê de jî, kêmasî pir in. Bidestxistina tekstekî baş ê efsaneyeke kurdî, karekî gelek hesas e. Hunerê dengbêj li ber hilweşînê ye.

Ew ên ku îro vî navî li xwe dikin, amatorên dengbêjiyê ne. Yanê çi eleqeya van tune bi wan kesan re ku dengbêjî ji bo wan meslekek bû û bi xwe di bin xizmeta mîr an jî serokeşîrekî de bûn. Ev dengbêjên ku heta berî demeke nêzîk jî hebûn, piraniya destan û stranên kurdî ji ber dizanibûn, di ser re jî eger car caran hin gotin nehatana bîra wan, xwedî wê qabiliyetê bûn ku tavilê gotinên nû biafirînin. Min Memê Alan ji nêzîkî bîst denbêjan guhdarî kiriye. Piraniya wan destana Memê Alan bi tevahî nedizanîn. Çend kesan ji wan, cara duyem, tiştê ku berê ji bîr dikirin, wek pexşan (nesîr) vedigotin. Lê kesî ji wan nedikarî bi tevayî û bêkêmasî guhertoyeke destanê bîne ziman. Yekane çareya bidestxistina guhertoyeke biserûber û neşikestî, ew bû ku, ji gelek guhertoyan, yeke nû ya têkel bihata pêkanîn. Tiştê min kir jî, ew bû. Tabloya danberhevê (mûqayesê) nîşan dide ku encama vê yekê ne xerab e.

Min destana Memê Alan a ku ji hêla Mişo ve dihate strandin, kir bingeh ji berhevoka xwe re. Jixwe Celadet Bedirxan jî alîgirê vê yekê bû. Min wek guhertoya alîkar ji ya Sebrî Sûd girt (istîfade kir) ku di cilda yekem a vê berhevokê de jî çîrokên vî ciwamêrî hatibûn weşandin. Min paragrafa li ser lîstika setrincê ku tu kes baş nizane, ji dostekî bi navê Stranvan girt. Ev epîzot li ser daxwaza min di hejmara 36 a kovara Hawar de hate weşandin.
Mişo Memê Alan ji bavê xwe girtibû, bavî wî jî ji kurdekî Behdînanî fêr bûbû. Ev dengbêj hê jî li Meqtelê (Suriye) dijî. Ew ji eşîra Berazî ya li Başûr e. Kêmaniyeke Mişo jî sistbûn û xwarbûna zimanê wî ye. Kurmanciya wî ew çend di bin tesîra erebî û tirkî de maye ku hem ji aliyê şêwe, hem jî ji aliyê zelaliya xwe ve, ji kurdî bêhtir dişibe zimanekî din. Lê belê, ev guherto her çiqas ji aliyê wêjeyî ve zêde ne xurt be jî, ji guhertoyên ku li Suriyê tên zanîn, ya herî xemilandî û têkûz e. Ji ber vê yekê ye ku me ji nav gişan ew hilbijart. Di pêkanîna vê berhevokê de gelek tişt jî ji guhertoya Sebrî hatine girtin, ji ber ku zimanê Sebrî yê herî bedew e. Heçî, çavkaniya epîzota beşa lîstika setrincê, herêma Serhedan e ku hem aqarê tixûbê Îran û Tirkiyê, hem jî yê Rûsya û Tirkiyê wisa tê binavkirin. Wê bê dîtin ku, di guhertoya dengbêjên Serhedan de, ev beş ji yên deverên din zindîtir e û xwedî xeml û bedewiyeke berbiçav e. Kêmasiyên guhertoya Memê Alan a Serhedan jî hene, lê tevî vê yekê, ciyê daxê ye ku me nikarî tevahiya çîroka ku ji aliyê dengbêjên vê herêmê ve tê vegotin, bi dest bixin.

Piştî Siyamendê Silîvî, Memê Alan destana kurdî ya yekane ye ku muhteşemî tê de xwedî rolekî mezin e û mijara wê jî ne dîrokî, lê bi temamî efsaneyî ye. Dema li naveroka çîrokê baş tê mêzekirin, gelek pirs di serê mirov de çêdibin û piraniya wan jî bêbersiv dimînin, qet nebe bi van belgeyên ku ta niha hatine bidestxistin.
Eger li ser tesbîtkirina dîroka pêkanîna vê berhemê lêkolîn têne kirin jî, tiştê balkêş ew e ku kes bi giştî dîroka rabirduya wê nabe serdemeke zêde dûr. Hemû guhertoyên di destê me de, ya Xanî jî her wiha, di nav hevgirtinekê de ne ku, Mîr ê ku qesasê Mem e, Mîr Zeyneddîn (Bi şêweyê gelêrî: Zydîn an jî Zengîn) ê kurê Mîr Ebdal an jî Evdal e. Tenê di guhertoya Mîşo de navê wî Mîr Ezîn (Şêweyê gelêrî: Ezzeddîn) ê kurê Mîr Tacîn (Tajdîn) e. Beşa Şerefname a li ser Mîrên Botan behsa du heb Mîr Ebdalan dike. Yek ji wan, neviyê Xalîd bin Elwelîd e û vî kesî mîrekiya Finikê ji birayê xwe dewrstandiye. Xuyaye ku Mîr Ezdîn ne kurê vî ye, wekî ku wî tu caran li ser Cizîrê hikim nekiriye. Der heqê Mîr Evdalê din de jî tu agahiyên kifşker nehatine bidest xistin, lê belê, em ji Şerefnameyê fêr dibin ku kurekî wî yê bi navê Mîr Ezzedîn an jî Mîr Ezdîn hebûye ku ev mîr di 706/1393 de çûye Mêrdînê ji bo ku xwe bispêre Tîrnûr û dîsa vegeriyaye emareta xwe Cizîra Botan. Hingê kurmancekî ku serî li ber Tîmûrleng rakiriye û Tîmûrleng dixwaze wî ceza bike, xwe dispêre Mîr ji bo ku wî biparêze. Tîmûrleng vî zilamî ji Mîr Ezdîn dixwaze, lê Mîr daxwaza wî nayine cih. Li ser vê yekê, Tîmûr digire ser Cizîrê. Mîr direve, xwe digihîne Dihê, li wê derê bi sofîtiyê emrê xwe temam dike. (Zefername, weş. Tauer, Rûpel. 149...150) Piştî du salê din, Mîr Ezdînekî din, kurê Xan Evdal, bi alîkariya pêxwasên bajêr birayê xwe dide kuştin û heta 1596 salan, nivîsandina Şerefnameyê, yanê sed sal beriya pêkanîna berhema Mem û Zîn, ew li ser Cizîrê hikim dike. Lê belê, di tu qeydiyên dîroka kurd de, em rastî mîrekî Botan ê bi navê Zeydîn nayên.
Mîrê ku Mîşo di çîroka Memê Alan de wek Ezdîn bi nav dike, xuyaye ku yek ji wan herdu Mîr Ezdînan e ku navê wan di kronolojiya dîrokê de dibore. Di vê rewşê de jî, berî gişan, Mîr Ezdînê ku dijberê Tîmûr bû, tê bîra me. Talankirina Cizîrê ji aliyê Rojavahiya ve ku di beşa dawî a destanê de tê vegotin, diyar e ku serpêhatiya êrîşa tolhildana serdarê Moxola bi xwe ye. Bêguman, em nikarin vê hîpotezê bispêrin tu delîlên saxlem. Tenê di guhertoyekê de mîrekê me, wek Mîr Ezîn tê bi navkirin û ev jî ne kurê Mîr Evdal, lê, yê Mîr Tacîn e. Wekî din, bi îhtîmaleke mezin, ew navê lehengekî pir kevintir e, lê belê, postê şexsiyetekî dîrokî lê kirine. Veguherîna qralê eciniyan ser dirûvê Xizir, ku di vê destanê de jî cih digire, nimûneyek e ji bo vê veguherîna analojîk. Gava em baş bala xwe didin çîrokê, her tim întîbayek bi me re çêdibe ku ew rastî gelek mudaxeleyan hatiye û di encamê de bûye çîrokeke modern û îslamî.

Ji xeynî Mîr, dirûvê Memê Alan jî zêde ne zelal e û gelek pirsan di serê me de çêdike. Her çendî Mem pirê caran kurtkirina navê Muhemmed be jî, Alan li Kurdistanê ne navekî xisûsiyê wisa navdar e. Ev nav tenê li nav eşîreta Swêsniyan heye. (Herêma Wezne Zerdeşt, Ansiklopediya Îslamê, Cild IV, rûpel 196.. 197) Wek navê deveran jî, ev peyv ji bo aqarê nabera Silêmaniyê û Bane tê bikaranîn. Li aliyê din, çemê ku ji Kalîfan ber bi Rewandizê diherike wek Alûna tê bi nav kirin. Plîne (dîroknivîsekî romanî) jî behsa êleke bi navê Alûnî dike ku li der dora eynî çemî rûdinişt. Memê Alan bi giştî hem wek xwarziyê Qureyşiyan tê pêşkêşkirin, hem jî qralê welatekî nehênî yê ku li Mexrîbê ye û paytextê wî jî bajarê Mexrîb e. Di guhertoya O. Mann de, Mem mîrê Yemenê ye, li gorî Xanî jî ew ji malbateke esîl a Botan e. Dema ev rewşa bajarê Mexrîbê ji dengbêjan tê pirsîn, bi giştî nikarin bersivekê bidin. Tenê çend kes ji wan, bajarê Mexrîb li keviya Kendava Îskenderiyeyê bicih dikin ku bi xwe nizanin Îskenderiye jî tam li ku dikeve. (Hawar, hejmar 6 rûpel 10) Li vir tiştekî din ê ku divê bê diyarkirin ew e ku Mem ne tenê Mîrê Mexrîbê, lê her wiha ew qralê kurdan, serdarê Mîrekiya Botan e. (0. Mann. rûpel 105) Ev jî bi xurtî nîşan dide ku, tu agahiyên ta niha hatine bi dest xistin, têrê nakin da ku hîpotezek li ser binyata vî lehengî bê formulekirin. Eger bi riya danberhevkirinê em bixwazin li pêwendiyekê bigerin di nabvera vê efsaneyê û çîrokên din ên rojhilatî de, hingê divê nevê emê bala xwe bidin çîroka nivîseke Chares Mytilene û nivîsên Tha'alîbî û Fîrdewsî, ku van kesan çîroka nivîskarekî grekî, bi riya terîmên analojîk guhertoyeke pir berevajîkirî ji nû ve afirandine. Di nav wan guhertoyan de ya herî girîng çîroka Chares e, em dixwazin li vê derê wê pêşkêş bikin:
"Rojek ji rojan du bira hebûne, navê birayê mezin Hystaspes, yê piçûk jî Zariadres bûye. Tê gotin ku ew ji Aphrodite û Adonis çêbûne. Hystaspes serdarê Medya û welatên din ên li jêr bû. Zariades jî ji bakurê Deryaçeya Hazar bigire ta bigihîje Çemê Tûna hikim dikir. Ji vî çemî û ber bi jor ve wek Welatê Maratathes dihat zanîn û serdarê vî welatî jî Homartes bû. Bi navê Odatis, keçeke vî qralî hebû. Dibêjin, şevekê Odatîs Zariadres di xewna xwe de dibîne û dil berdidê (dil dikevê). Li aliyê din eynî tişt tê serê Zariadres jî. Aşiqê hev û din dibin û her du jî ji xewna xwe re sadiq dimînin. Adotis, li parzemîna Asyayê jina herî bedew bû. Zariadres jî têra xwe çeleng bû. Zariadres ji bavê keçikê re qasidekî dişîne ji bo keça wî jê bixwaze. Lê belê, qral, vê daxwazê qebûl nake. Ji ber ku qral bê kur bû dixwest keça xwe bide yekî ji malbata xwe. Rojekê ji rojan, bavê Odatîse ji bo daweta keçikê, hemû mirovên xwe, mîr û giregirên welêt li hev kom dike. Feqet heta hingê ji kesî re behs nekiriye ka wê keça xwe bide kê. Piştî ku mêvan dixwin û vedixwin, Homartes deng li keça xwe dike û jê re dibêje:. Odatîs keça min em îşev daweta te dikin. Li dora xwe baş binêr û li mêvanan hûr be. Du re piyaneke ji zêr hilgire, tije şerab bike û bide destê xortê ku dixwazî wî bikî û bibî jina wî.

Beriya vê şahiyê, wê ji evîndarê xwe re dabû zanîn û gotibû ku rojên daweta wê nêzîk in. Zariadres zûka di gel paytûngerê xwe yê şer, ji wargeha xwe vediqete û berê xwe dide qesra Odasîsê. Bi paytûna xwe ya herbê, di pir welatan re derbas dibe û nêzîkî 800 qonax rê dibire. Gava digihe bajarê ku lê daweta Odatîsê tê kirin, paytûna xwe tevî paytûnger li cihekî dihêle û bi lezgînî xwe digihîne cihê dawetê. Kêliya dikeve hundir, Odatîsê li ser piyan li pêşiya mêvanan dibîne. Keçikê hêdî hêdî piyan dadigirt û digiriya. Xwe digihîne balê û bi dengekî nerm jê re dibêje: Odatîs delala min, weke ku te dixwest eva ez hatim. Ez Zariadres im. Bi dîtina vî biyaniyê çeleng, ku eynî mîna xeyalê xewna wê bû, ji kêfa çi maye bifire, bi dilgeşiyeke mezin piyanê dide destê wî. Zariadres piyanê ji destê wê digire û dibe ber devê xwe. Du re, bi milê. keçikê digire, ji qesrê derdixe, wê dibe li paytûna xwe siwar dike û direvîne. Xulam û xizmetkar ku haya wan ji her tiştî hebû, tu astengî li ber wan dernexistin. Gava Homartes pirsa keça xwe li wan kir, xwe li nezanînê girêdan û gotin ku haya wan ji tu tiştî tune."
Barbarên Asyayê pir ji vê çîrokê hez dikirin û dîwarên peresgeh, qesir û xaniyên xwe yên taybet, bi wêne û suretên serpêhatiyên vê çîrokê dixemilandin. Piraniya mîr û padişahan jî, navên keçên xwe datanîn Odatîs.
Tê dîtin ku bi giştî romana Chares û çîroka me ji aliyê naverokê ve, pir dişibin hev. Mem û Zariadres ji hev ne dûr in, ger Zariadres kurê Afrodît û Adonîs e, Mem jî bi mûcîze hatiye dinê û hespê wî Bozê Rewan sewalekî efsaneyî yê deryayê ye. Nêzîkahiya navbera Odatîs (Hudata) û Zîn, Homartes û Mîr Ezîn, Paytûnegerê Zariadres û Beglî jî balkêş e. Kesayetiyên talî yên mîna qralê eciniyan, Beko û Celalî di çîroka me de ji ya yewnanî bêhtir in.

Di tekstê Chares de çend tişt bala mirov dikişînin: Wisa xuyaye ku Histaspes Vistshpa ye. Zariadres û Zarivari (Zarer), li gorî dîroka îraniyan, her du kurên Lohrasp in. (Christensen, rûpel 137). Ev jî nîşan dide ku çîrok bi eslê xwe îranî ye. Yanê Lohrasp û her du kurên xwe ne li Medya lê li rojhilatê Îranê hikim kirine. Ev çîrok jî ber bi rojava ve belav bûye.

Çîrok bi gelemperî di nav hemû gelên Asyayê yên berê de belav bûbû û bê şik ji nav îraniyan derketibû. Li cem kurdan di nav demê de, vê destanê bi temamî rengekî din standiye, Zariadres bûye padîşahê Mexrebiyan. Derbarê bingeha navê Memê Alan de jî çend şîrove hene. Navê Alan piştî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ketiye devê dengbêjan. Her wekî bavê Memê berdevkê Mîrê Botan bû û di şeran de ala wî hildigirt ev leqeb li Mem tê kirin. Di wextekî de ji bakurê Qefqesya ta Çemê Tûna di destê miletê Alen de bûye. Dîroknivîsên Rojhilat, Alen kirine Alan. Di serdema Sasaniyan de, Alenan nîvroyê (başûrê) Qefqesyayê vegirtine, gihane çiyayên Zagros, heya bi Silêmaniye. Ermeniyan bîranîna vê bûyerê di çîroka evîna Ardaşês û dotmîra Alenan de heta îro parastine.

Eger çîroka Memê alan bingeha xwe ji ya Zariadres standibe, diyar e ku ji eslên xwe pir dûr ketiye. Li derdoreke nû, ji naçarî gelek guherîn tê de çêbûne, bûye kurd û dû re jî misilman. Çîrok li bajarê Mexrîbê ku bajarekî wisa tune, dest pê dike, dû re jî bi giranî Cizîrê, bajarê ku Mîr Ezdîn li ser hikim dike, ji xwe re dike mekan. Wekî din, xisûsiyetên şexsiyetên çîrokê, jînevîna ku di nav de dijîn, reaksiyon, adet û gelek taybetiyên wan ên pêwendiyên civakî, ne mumkin e ku di derdoreke wiha nû û cihêreng de wek xwe mabin. Di gelek cihên çîrokê de rûniştivanên bajarê Cizîrê, wek mirovên cirnexweş hatine vegotin. Di çîrokê de Cizîrî wek kesên çavbirçî, fesad û tirsonek hatine danasîn. Ji ber vê yekê, B. Nikitin dibêje ku ev çîrok ji hêla derdoreke ku ji Cizîriya nexweş bûye, hatiye afirandin. Divê neyê ji bîrkirin ku, li gorî kevneşopiyekê, ku di Şerefnameyê de tê vegotin, avakarên Xanedana Azîziyan êzîdî bûn û ji mezhebeke bi temamî cihê bûn. Feqet mirov dikare şîroveyeke din jî bike: Eşîretên kurdan, bi giştî wek du êlên mezin ji hev tê veqetandin: Milî û Zilî (an jî Silîvî). Yanê êlên Botan û Silîvî. Dibe ku Memê Alan di destpêkê'de Silîvî bû? Hêja ye ku ev pirs bê kirin, lê belê mixabin ne mumkin e bersiva wê bê dayîn, ji ber ku îro êdî em maneya van her du peyvan (Mil û Zil) nizanin. Ew ji aliyê etnîk, siyasî û civakî ve, ji maneyên xwe yên berê pir dûr ketine. Wisa xuyaye ku bi taybetî di bin tesîra Xanî de Memê Alan hatiye misilmankirin. Memê Xanî jiyana xwe wek kesekî pîroz diqedîne. Ew ji hemû tiştên dinyawî dûr e û dibe pakrewanê evîneke îlahî. Di guhertoya gelêrî de lehengê me bi bêbextî tê kuştin, yanê di mirina wî de tiştekî alelade tune, ne di jiyan, ne jî serpêhatiyên wî de tu taybetiyên pîroz û payebilind xuya nakin. Tevî vê yekê hin guhertoyên mîna ya Mîşo, di bin tesîra Ehmedê Xanî de mane: Ramana Mem di zîndanê de, serîdanîna wî li hember mirinê di van guhertoyan de pir dişibe tevdana Mem a di Mem û Zîna Xanî de. Helbet, li vir pêlîstineke dengbêjan a ji bo şîrîn nîşandana lehengekî ne pir şîrîn, tê dîtin. Di encamê de, li her derê çîrokê qralê eciniyan ku putperest e, tê veguhertin û wek Xizir, pêxemberekî misilman dirûv distîne. Tenê, her sê keçên vî şexsê serdest, ê xeyalî, wek xwe dimînin.

Temaya Memê Alan pariyek hatiye nûjenkirin. Qralê kurdan Mem her wiha xwarziyê Qureyşiyan e jî. Ma dibû ku, Memê Alan, mîrekî ew çend bi navûdeng negihe nijade Qureyşiyan. Jixwe weke ku di Şerefname de jî tê vegotin, mideteke dirêj, li Kurdistanê hemû malmezinan, axa, şêx û began xwe digihandin malbata cenabê pêxember. Veguherîneke dina a balkêş jî a dirûvê Beglî ye. Di guhertoyên nûjen de ev fîgur hêdî hêdî ji holê radibe. Di çîroka Chares de, paytûngerê ku Zariadres pê re derdikeve rêwîngiyê, hevalbendekî najêger ê lehengê her çîroka dema antîk e. Di guhertoya O. Mann de, Beglî heta Cizîrê jî Mem dişopîne, lê belê tevlî nav serpêhatiyên efendiyê xwe nabe. Li cem Mîşo, ev xulamê sadiq li bajarê Mexrîbê dimîne, tenê di dawiya çîrokê de ji bo tolhildana mîrê xwe, derdikeve holê. Eger ev şexis di şûna paytûngerê çîrokên antîkîteyê de hatibe bikaranîn, hebûna yekî wisa belesebeb dimîne jî ji ber ku Mem li ser hespê xwe rêwîtiyê dike. Du armancên Ehmedê Xanî hebûn wextê dest bi nivîsandina Mem û Zîn kir. Weke ku ew jî di rêzên destanê de tîne ziman, nivîsandina berhemeke kurdî ku bibuya destpêka wêjeyeke nû û şiyarkirina zanîna hişzanîna neteweyî li cem nijada xwe. Ya din jî pêkanîna evîneke îlahî. Di destpêka destanê de Xanî wiha dibêje:

"Ev mîve eger ne abdar e
Kurmancî ye ew qeder li kar e"
Li. dawiyê jî Xanî van rêzan tîne ziman:
"Liken, wê xerez li guft û gûy
Meqsûd ji hindê cust û cûy
Zahir kirina cemalî eşq e
Sabit kirina kemalî eşq e"

Mem û zîn a Ehmedê Xanî li gorî sewiya zanayan e û hewayeke dîndarî tê de heye li ser hîmê çeşna destanromanên camiyê hatiye avakirin ji ber vê yekê, ji Memê Alan a gelêrî pir dûr ketiye. Di şemayan de hatiye diyarkirin ka Elmedê Xanî di nav kîjan şertên azad de mijarê dinirxîne: Vegotina Xanî gav bi gav ji temaya rasteqîn a efsaneyê dûr dikeve. Di vê rewşê de bêguman karakterên gelek şexsiyetan jî di Mem û Zîn a Xanî de, bi temamî guherîne.

Mem lehengekî zêde ne şîrîn e, wekî ku berê jî me anîbû ziman, Mîşo di nav hewldanê de ye da ku wî şîrîn bike: Ew wî ji nav agirê ku Sitî pêxistiye, dide xelaskirin, qesra Hesen ji nû ve ava dike. Di encamê de jî mirineke pîroz diyariyê wî dike. Di rastiyê de, Mem peyayekî xwedbîn, qure, qeba bi kurtî tam tîpekî feodal e. Erê, evîna wî tesîreke mezin lê dike û hiş di serê wî de nahêle, lê belê, tevî ku ew dizane Zîn dergistiya Çeko ye, hîç rûwe wî naêşe û bê dudilî alîkariya Celaliyan qebûl dike. Gava diçin şerê eceman, bi fen û fûtan, xwe ji hevalên xwe vedişêre û vedigere cem bajarê Cizîrê, cem Zînê Mem bi tena serê xwe nikare tu tiştî bike, her tim ji dostaniya Hesen îstîfade dike. Ew cesareta wî tune ji bo ku bi tena serê xwe singê xwe bide ber dijwariyên jiyanê. Li hemberî kesên kêmî xwe, pir cirnexweş û dijwar e û bê dudilî dikare dilê hezkiriyên xwe jî bişikêne (lihevrastahatina li serê Kaniyê). Dil dixwest ku ew xwedî dilekî teniktir bûya.

Heçî Memê Xanî, berevajiyê Memê çîroka Memê Alan a gelêrî, xwedî giyaneke pir bilind û di jiyana xwe de jî pir comerd û cirxweş e. Evîna ku di dilê wî de ye û wî dilivîne, bi temamî xeyalî ye: Evîna wî evîneke saf û ji xisûmetê dûr e. Mem bi ser Zînê ve naçe, evîna wî ya ji bo Zînê bi ya Xwedê re dibe yek. Di zîndanê de Mem digihe sewiya herî bilind a tesawufê. Dema di zîndanê de evîna wî pêşniyaza azadiyê lê dike, xwe nade ber û bi telafûzkirina gotinên tesawufî dimire. Di her du guhertoyan de jî, yanê hem di Memê Alan a gelêrî hem di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de karakterê Zîne eynî ne. Ev prensesa muhefezekar di herduyan de jî wek evîndareke şermoke, oldar û şîrîn tê pêşkêşkirin. Di berhema Xanî de Zîn, Beko efû dike wekî ku bêyî wî ne ew bi xwe ne jî Zîn wê nikaribin herin bihûştê. Di çîroka Mîşo de Zîn nahêle ku Hesen ji bo tolhildana Qralê Kurdan Mîr Ezîn bikuje. Ji xeynî Mîr Ezîn ku di hemû guhertoyan de hem zalim, bixwenebawer û xirab e, hem jî di destê Beko de wek pêlîstokek e, kesayetiyên din ên çîrokê di guhertoya gelêrî de ji yên di berhema Xanî de zehftir xemilandî ne û tarîfa wan baştir hatiye kirin. Tacdînê Mem û Zîn hem cihê Hesen û Begliyê Memê Alan digire, wekî ku ew mîna destbirakê Mem tê pêşkêşkirin. Feqet Tacdîn zilamekî di halê xwe de û pir bêdeng e. Dema destbirayê wî, Mem tê girtin û davêjin zîndanê, newêre xwe tev bide. Saeta ku biryar distîne Mem xelas bike, beriya ku serî li darê zorê bide, daxwaza efuya wî dike. Berevajiyê wî, Hesen û birayên xwe bi comerdî, mêranî û mêvanperweriya xwe xwedî rûçikên gelek hêja û cihêreng in.

Hesen mîna nîşana rûmetê ye, li hemberî mêvanên xwe nerm û milayim, li hemberî kê dibe bila bibe, mêrê sozên xwe ye. Gava ku dibîne Çeko ji sozên xwe vedigere, bê dudilî wî bi kuştinê tehdît dike û ji bo rizgarkirina Mem, diyar dike ku bi malê xwe û canê xwe û kurê xwe amade ye. Çeko jî mêr û mêrxas e, biqasî Hesen ji ber kêmzanebûnê, bi wezîfeyên xwe ve ne girêdayî ye, lê belê, mirovekî pir xwezahî ye. Dema dibihîs ku Mem dil berdaye dergistiya wî, xwe nagire û li hemberî vê rewşê, serî radike. Bi hêvî û daxwazên dûr û dirêj, xwe ji navbera wan vedikişîne, lê dema sozê xwevekişînê jî dide, ta dawiyê li ser sozê xwe disekine. Heçî Qeretacdîn, birayê piçûk bi dilûcan, girêdayê kekê xwe ye. Bi yek îşareteke çavê birayê xwe yê mezin, şûrê xe ji Çeko re dikişîne.

Sitî bi xwe, ku di efsaneyê de jineke mêrane ye, li cem Ehmedê Xanî wek keseke jirêzê ye. Ew kebaniya maleke mezin e, di nebûna malxweyê malê de, hemû biryarên girîng ji aliyê wê ve tên standin. Dema dor tê piştgiriya ji bo Mem, ew xwe dike, bi îdîaya ku wezîfeya xwe li hemberî Mem baş naynin cih. Bekoyê Xanî jî ji yê çîroka dengbêjan cudareng e. Bi pênivîsa Ehmedê Xanî, Beko bi tevgerên xwe, bi dîndarî û bawerî, armancên Xwedê tîne cih. Xwedê ew hilbijartiye ji bo ku bibe sebêbê windakirina her du dildaran li vê dinyayê û rizgarbûna wan li axiretê. Li dinyaya din, ew jî nayê cezakirin, berevajî ew bi çûna bihuştê tê xelatkirin. Bekoyê Şeytan dibe Bekoyê bihuştî. Ehmedê Xanî felsefeya xwe ya tesawufî di dîwana xwe de bi laş û gewde dike. Ew tesawufa ku Şeytan ne wek pariyekî saqit, lê wek tevkarekî Xwedê û yekîtîperestê wî yê yekane nîşan dide.

Bi destê Şeytên, Xwedê mirovan ji rê derdixîne, wan diêşîne, pîs û nizm dike, da ku paşî, wan bigihîne xweşî, delalî, azadî û bilindahiyê. Di dawiya Mem û Zînê de em Beko li bihuştê dibînin. Aliyê wî yê xerab ê ku li hemberî Mem û Zîn ku ta ew şandin goristanê jî bi kar dianî, êdî nemaye.

Mem û Zîn a Xanî û Memê Alan ne tenê ji aliyê navarokê, lê her wiha wek uslûb û dirûv jî ji hev û din têra xwe dûr ketine.

Berhema Xanî klasîk e, yanê di bin tesîra farisî de ye. Nivîskar forma helbesta ereb û ecem bikaraniye û piraniya muqayeseyên di destanê de ji helbestvanên mîna Nezamî û Cemî deyn kirine. Ew berhema xwe car caran bi îmajên rewan ên dengbêjan, carinan jî bi metaforên eceman dixemilîne:

Sîmîn beden û semen hezaran,
Sêv in deqen û memik hezaran

Hem peyv hem jî şêweya helbesta Xanî gelek dişibin îranîzmê. Xanî peyvên farisî û peyvên erebî yên ku îranîze bûne, li nav destana xwe reşandine. Bi awayekî wisa zêde peyvên farisî bikar anîne ku carna gotinên kurdî xerakirine û kirine dirûvên gotinên farisî: Xwîn kiriye xûn, şev kiriye şeb, zîvîn bûye sîmîn û hwd.

Tiştekî wisa di tu guhertoyên Memê Alan de ne mumkun e bê dîtin.

Teoriya ku ji hêla Socin ve hatiye derpêşkirin çewt e, qet nebe der barê helbesta kur a gelêrî de. Di stranên dîlanê de rêzên helbestê bikafiye ne. Ew ne li gorî kurtbûn an jî dirêjbûnê, lê belê li gorî hejmara kîteyan tên sazkirin. Di stranên şer û destanên çîrokî de rêz êdî nayên dîtin, bi piranî rêzên bikafiye ku dirêjbûna wan guhêrbar e, tên dîtin. Dirêjbûna wan li gorî bêhna dengbêj diguhere. Jixwe, evê dawî dema hin gotinên helbestê ji bîr dikirin, an jî ji strandinê diwestiyan, xwedî wê serbestiyê bûn ku hin «epîsotên helbestê wek pexşan vebêjin. Wekî din, rîtm û nuansên awazên (hewayên) refrainên govendê û stranên şer li gorî her rêzê mumkin e biguherin. Heçî efsaneyên epîk ji strandinê bêhtir bi şêweyekî zû û yeknesak tê vegotin. Şêweyê (stîla) ku di Memê Alan de hatiye bi kar anîn ji yê destanên kurdî yên gelêrî zêde cuda ye. Awaza di Memê Alan de bi giştî li ser van notayan ava bûye: Sol, sol, sol...la, sol.

Kafiye, bi giştî wek '...ane' diqedin, esas bi serve, zêdekirina 'e' yekê 'an'a dawiya hin peyvên pirhejmar, lêker û gotinên din, bi piranî 'ane' tê pêkanîn. Eger pêwist be, ji bo zimanekî poetîk peyvên yekhejmar weke ku pirhejmar bin, tên bikaranîn û hwd. Li hin cihên destanê, ji bo xemlandina tîradan, em rastî kafiyeyên ku zêde nayên bikaranîn tên. Lîsta kafiyeyan li jêr hatiye dayîn. Li gorî berhevoka ku ji guhertoyên Sebrî û Mîşo hatiye amadekirin, ev tabloya kafiyeyan derdikeve holê. Heçî epîzota qismê setrincê, xwedî formeke zêde nelihevhatî ye û gelek xerab hatiye nivîsandin.

Wergera ji Fransî
Mazhar Günbat




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues