La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 35 (647)


Auteurs : | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 350x445 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 35 (647)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 35 (647)

Versions

Rya Teze, N° 35 (647)

Mîroê Esed


Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê


Duh, yekê îyûnê temamîya merivaya dinyaêye progresîv navnîşankir Roja xweykirina zaraye ortemiletîê.
Roja xweykirina zaraye ortemiletîê derbazdive çewa rojapeykara cimaeta bona edlaya qewîn temamîya dinyaêda, miqabilî hazirkirina şerê teze.
Ewê rojê derbazdikin hemû merivêd edlayîhiz. Her bavek û dêk, kîjan para dinyaêda ew bijîn, dixwezin, wekî zarê wan li rûbarê dinyaê dirêj bijîn, bijîn bi eşq û xweşbextî. 
Temamîya cimaetêd dinyaê nikarin bîrbikin ... 



BONA XWEŞJÎYÎNA ZARA

Duh, yekê îyûnê temamîya merivaya dinyaêye progresîv navnîşankir Roja xweykirina zaraye ortemiletîê.

Roja xweykirina zaraye ortemiletîê derbazdive çewa rojapeykara cimaeta bona edlaya qewîn temamîya dinyaêda, miqabilî hazirkirina şerê teze.

Ewê rojê derbazdikin hemû merivêd edlayîhiz. Her bavek û dêk, kîjan para dinyaêda ew bijîn, dixwezin, wekî zarê wan li rûbarê dinyaê dirêj bijîn, bijîn bi eşq û xweşbextî. 

Temamîya cimaetêd dinyaê nikarin bîrbikin şerê hemdinyaêyî duda, kîjanî xüna çiqa û çiqa zara, dê û bavê wan da rêtibê, bi mîlîona zaru hişt stuxar, etîm û belengaz. Evropaêda 13 mîlîon zaru man bê bav û dê.

Pirsa xweykirina zara ji pirsa xweykirina edlayêye temamî naê cudakirinê, bona xweşbextîya zara lazime edlay.

Roja xweykirna zaraye ortemiletîê temamîya merivaya dinyaêye progresîv dengê xweya zorî şewat bilind dike bona edlayê, bona sistkirina tujbûna ortemiletîê, bona neîzindaîna sîliha atomîê û sîlihêd maîne bi massayî merivqirkirine.

Wetenê meyî sovêtîêda bona xweşjîyîna zara hatine efrandinê hemû mecal û mikan, bonazara tu tişt naê hêvşandinê, ew çi ku lazpî rinde tê daînê bona zara, zarû di merkeza xemxurîya guhdarîya temamîya cimaeta medanin. Welatê meda sal bi sal zêde dibe reqema îdarêd bona zara: mekteb, bagçê zara, nexweşxane û klînîkaêd zara, sanatorîa lagêrêd pîonêra û êd maîn.
Welatê meda hene ji heyşt hezarî zêdetir konsûltatsîaê ziça û zara hersal bi hezara têne çêkirinê mektebêd teze. Çewa hersal, usa jî îsal wê bi mîlîona zarû rehetîya xwe derbazkin li sanagorîada û lagerêd pîonêrada. Welatê sovêtîêda komekdarîke mezin tê daînê dêêd pirzaru û dêêd tek. Dêêd pirzarû têne rewakirinê û distînin komekdarîê bi pera.

Zaru û dêêd wana bi xemxurî hatine dorgirtinê usa jî di Rêspûblîka Çînîê Cimaetîêda û welatêd dêmokratîêye maînda.

Lê lap başqeye halê zar welatêd kapîtalîstîêda. Zarêd xevatkara halekî girandanin, mirina zara digihîje çapeke mezin ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues