BIDNE FIREKIRINÊ KIRÏNFROTANA SOVÊTÎÊ
Partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê xemxurîya hertim dibin bona xweşkîyîna cimaetê. Roj bi roj zêdedibe derdaîna eşîyaêd gêşlazimatîê bona cimaetê. Wêra tevaî çiqa diçe firedibe kirîn-frotana sovêtîê gundda.
Kirînfrotana gund hîmlî tê kirinê bi destî koopêratsîaê. Pirsa koopêratsîaêye hîmlîye ne ku tenê binelîyâ bide razîkirinê bi eşîyava, lê wêra tevaî usa jî kolxoza bide razîkirinê bi maşînava, qinîatêd çêkirinêva, hacetêd malhebûna gundîtîêva û temamîya wan eşîyava, êd ku lazimin kolxozara.
Pey qirarêd Sovêta Mînîstrêd TRSS û KM PKTS derheqa hê pakkirina kirînfrotanê epêce hatîye pakkirinê şuxulê kirînfrotana sovêtîê gundda. Bona binelîêd gund îsal nîvsalîya pêşinda ji planê zêdetir hatîye berdanê eşîyaêd 20 mîlîon manatî.
Nava van 5 mehêd îsalinda hatîye şandinê li gund 3.500 tenê prîyomnîk û usa jî bûzxane, maşînêd drûnê û êd maîn.
Haykoop niha cara ewline, wekî 75 traktorî bi kultîvatorava difrose kolxoza. Roj bi roj bilind dibe kultura kirînfrotana sovêtîê.
Lê nav xevatêd koopêeratsîa rêspûblîkae^da hela hene gelek kêmasî. Serwêrîya haykoopê hela xevata xwe veçênekirîye ser hîmê pirs û xwestinêd nihava. Serkarêd koopnehîya gelek cara hesav hilnadin xwestinêd binelîya û wana danin razîkirinê bi eşîyaêd asortîmênta borclîva. Gelek dikanêd gundêd nehîê Talînê, Artaşatê, Ecmîatsînê, Aparanê û êd maînda tunene eşîyaêd lazimatîya ewlin, ew jî wî çaxî, çiçax ji wan-eşîya hatine embarkirinê baza haykoopêda û merkezêd kirînfrotanêye nehîyada.
Çend nahîyada ketîye ser hev hizêmete matêrîalêd çêkirinê lê sedirêd komşuxulkirêd nehîya, usa jî sedirêd kolxoza roj bi roj şûnda dêxin kirîna wan bona kolxoza û bi wê yekê zîana mezin tê ... |