Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 38 (650)


Nivîskar : | | | | | | | | | |
Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 350x445 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 38 (650)Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rya Teze, N° 38 (650)

Versions

Rya Teze, N° 38 (650)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Bi teselîya resmîê 7-ê îyûnê hatine Moskvaê Prêmyer-Mîniîstr Mînîstrê şuxulêd der Rêspûblîka Hindstanê Cavaharlal Nêrû û nefsed bi wîra.
Aerodroma merkezî xemlandîbû bi beyraqê tifaqa Sovêtîê û Rêspûblîka Hindstanê Dewletîêva.
Seheta 18.00 teyare peyadibe. Ji teyarê dertên Cavaharlal Nêrû, qîza wî Îndîra Gandî, Kartibê sere ê Mînîstrîya Şuxulêd Der Rêspûblîka Hindistanê N. R. Pîllaî, serwêrê para Mînîstrîya Şuxulêd Der Respûblîka Hindistanê M. C. Hûsêyn.
.....



HATINA PRÊMYÊR-MÎNÎSTRÊ RÊSPÛBLÎKA

HINDSTANÊ CAVAHARLAL NÊRÛ LI MOSKVAÊ

Bi teselîya resmîê 7-ê îyûnê hatine Moskvaê Prêmyer-Mîniîstr Mînîstrê şuxulêd der Rêspûblîka Hindstanê Cavaharlal Nêrû û nefsed bi wîra.

Aerodroma merkezî xemlandîbû bi beyraqê tifaqa Sovêtîê û Rêspûblîka Hindstanê Dewletîêva.
Seheta 18.00 teyare peyadibe. Ji teyarê dertên Cavaharlal Nêrû, qîza wî Îndîra Gandî, Kartibê sere ê Mînîstrîya Şuxulêd Der Rêspûblîka Hindistanê N. R. Pîllaî, serwêrê para Mînîstrîya Şuxulêd Der Respûblîka Hindistanê M. C. Hûsêyn.

Berbirî mêvana diçin N. A. Bûlganîn, L. M. Kaganovîç, G. M. Malênkov, A. Î. Mîkoyan, V. M. Molotov, M. G. Pêrvûxîn, M. Z. Sabûrov, N. S. Xrûşçêv, Sedirê Sovêta Mînîstrêd RÛSSF A. M. Pûzanov, Mînîstrêd TRSS P. Ya. Antropov, Î. A. Bênêdiktov, V. P. Êlyutîn, G. K. Jûkov, M. D. Kovrîgîna, Î. G. Kabanov. N. A. Mîxaylov, P. Î. Parşîn, D. Ya Rayzêr, N. Srîjov, A. G. Şêrêmêtêv, Marşalê Tifaqa Sovêtîê V. D. Sokolovskî, Marşalê avîatsîaê sere P. F. Jîgaryov, gênêral-Polkovnîk Î. A. Sêrov, dewsgirtîêd Mînîstrêd TRSS A. A. Gromîko, V. V. Küznêtsov, V. V. Matskêvîç, serkarê TASS-êy cavdar N. G. Palgûnov, rêdaktorê gazêta “Pravda”ê sere D. T. Şêpîlov, dewsgirtîê Sedirê VTSSPS L. N. Solovyov, Sedirê Komuşuxulkira Mossovêtê M. A. Yasnov, dewsgirtîê komêndantê bajarê Moskvaê polkovnîk A. T. Vêrêşçênko, xevatçîêd cavdare Sovêta Mînîstrêd TRSS, Mînîstrîya Şuxulêd Der TRSS, Mînîstrîya TRSS xweyîkirinê, eyanşuxulkirêd mexlûqetê dêbajar, wekîlêd prêssê. Vêderê hazirin usa jî TRSS-da Posolê Srêder û Wekîl Rêspûblîka hindstanê K. P. Ş. Mênon, Rêspûblîka Hindstanêda Posolê Tifaqa Sovêtîê Srêder û Wkîl M. A. Mêncîkov. Boa Berbirçûyna Prêmyêr-mînîstrê Rêspûblîka Hindstanê hatibûn serkarêd bawerdarkirîye posolîa û mîsîa li Moskvaê. Li aerodromê berbirî Prêmyêr-mînîstrê Hindstanê çûn nêzîkî 300 merivî.

Pîonêrêd Moskvaê dane mevana gelek deste kulîlk. Cavaharlal Nêrû, Îndîra Gandî bi dilekî eşq razîlixî dane zara bona kulîlka. TRSS-da zarêd xevatçîêd posolîa Hindstanê kulîlk dane hevlê N. A. Bûlganîn û Cavaharlal Nêrû. 

Bi eydcivatî tê dengê hîmna Rêspûblîka Hindstanê. Pêy wêra bi kaw-kubarî tê bihîstinê mêlodîa hîmna Tifaqa Sovêtîê. N. A Bulganîn û Cavaharlal Nêrû derbaz dibin pêşîya cêrga qerewiltîya hurmetî. 

Prêmyêr-mînîstrê Rêspûblîka hindstanê Cavaharlal Nêrû ber mîkraponê pêşdahat bi xeverdan. 

Ji aerodromê çûyna temamîya rê selamê didine wana gelek xevatçîêd Moskvaê.

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar