KOLXOZÊD ALÎÊ MALHEBÛNÊDA PAŞ BIGIHÎNIN DERECA KOLXOZÊD PÊŞ
Qirarêd partîa Komûnîstîê derheqa bilindkirina hemû çiqilêd malhebûna gundîtîê-qemandineke mezinê.
Mecal û mikanêd ku ji alîê partîaê û hukumatê hatine efirandinê wê bêxofbikin van salê nêzîkda bilindbûna hasileta malhebûna gundîtîê, bona wedekî kinda xinêkirina cimaeta me bi hasiletêd xarinêva û usa jî xinêkirina senaya sivik û xapinîê bi qinyatêd xavva.
Çewa dide eyankirinê cêribandina kolxoz û sovxozê pêşe welatê me, ew pirsêd ku hatine danînê ju alîê Plênûma KM PKTS yanvarê derheqa stendina nava salewextêda ji 10 mîlîard pûtî nekêm hevnan û zêdekirina hasileta heywanetzêdekirinêye hîmlî du cara-du Cara zêdetir, dikare bê qedandinê nava 3-4 salada.
Bona qedandina vê pirsa ferz hemû mecal-mikanê me hene. Qewlekî mezin bona qedandina vê pirsê-ew baza malhebûna gundîtîêye matêrîalîê-têxnîkîêye.
Dewleta Sovêtîê stantsîaêd maşîne-traktora dane xinêkirinê bi têxnîka dewlemend: traktora, kombayna û maşînê malhebûna gundîtîêye maîn. Van salêd nêzîkda malhebûna gundîtîê wê bistîne gele maşînêd teze û rind.
Niha stantsîaêd maşîne-traktora hatine xinêkirinê bi kadrêd usava, êd ku dikarin têxnîkaê rind bidine xevatê.
Bi nêta zêdekirina hasileta mal-hebûna gundîtîê, partîaê û hukumatê gele mecalêd teze derbazkirine bona bilindkirina hewaskarîya xevatçîêd gund.
Lazime bêjin, wekî xênji kolxozêd me pêş, hene usa jî ê alîê malhebûnêda sist. Cêribandina kolxozêd pêş nîşandaye, wekî bona bilindkirina kolxozêd bi malhebûnêva ssit û bilindkirina malhebûna gundîtîê, lazime, wekî serkarîê her kolxozeke bike teşkîldarê zane û hazir ê ku karibe kolxozvana teşkîlbike, hemû rêzêrvêd kolxozê bide xevatê û di wedekî kinda bilindke malhebûna cimaetîê. Bona bilindkirina ekonomîka kolxozêd bi malhebûne sist mezine rola qirara KM PKTS û Sovêta Mînîstrêd TRSS derheqa şandina 30 hezarî nekêmtir karêd cêribandî li xevata serkarîê kolxozada.
Gele xevatçîêd cabdar û sinhetkarêd ... |