La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 40 (652)


Auteurs : | | | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 350x445 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 40 (652)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 40 (652)

Versions

Rya Teze, N° 40 (652)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê pêşîya xevatkarêd malhebûna gundîtîê danîne pirsdarînêd mezin û hurmetî. Temamîya xevatkarêd gund peykarê dikin bona qirara Plênûma KM PKTS yanvarê biqedînin ji wedê kivşkirî zûtir. Kolxozvan, mêxanîzator û pêşeksanêd malhebûna gundîtîê, temamîya xevatçîê gund xevata nehêvaşandî dikin bona diha pêşdabirina malhebûna gundîtîe. Bona zêdekirina derdaîna hevnan û hasileta heywanetzêdkirinê rêspûblîka meda nava xebatkarêd malhebûna gundîtîêda rojbiroj firê dibe leca sotsîalîstîê.
Teşkîletêd partîaê, sovêtîê, proftifaqîê ...



BILINDKIN XEVATA XWEEFIRANDINÊYE BEDEWETÎÊ GUNDADA

Partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê pêşîya xevatkarêd malhebûna gundîtîê danîne pirsdarînêd mezin û hurmetî. Temamîya xevatkarêd gund peykarê dikin bona qirara Plênûma KM PKTS yanvarê biqedînin ji wedê kivşkirî zûtir. Kolxozvan, mêxanîzator û pêşeksanêd malhebûna gundîtîê, temamîya xevatçîê gund xevata nehêvaşandî dikin bona diha pêşdabirina malhebûna gundîtîe. Bona zêdekirina derdaîna hevnan û hasileta heywanetzêdkirinê rêspûblîka meda nava xebatkarêd malhebûna gundîtîêda rojbiroj firê dibe leca sotsîalîstîê.

Teşkîletêd partîaê, sovêtîê, proftifaqîê û komsomolîê bi xem xurî nava xebatkarêd gudda didine qewatkirinê xevata kultur-ronayê.

Bona bi kulturî teşkîlkirina rehetî û wedederbazkirina cahilêd û temamîa xevatkarad gundroleke mezin dilîzin malêd kûltûraê û klûbêd gunda.

Li gundê Mrgawatê, Nalbandyanê û Bambakaşatê nehîya Hoktêmbêryanê rex klûba hatine teşkîlkirinê komêd têatrîê, lîstikê û dengbêjîê. Ewana bona kolxozvana hertim evarîêd lîstik-dengbêjîê teşkîldikin û spêktakla didin.

Koma têatrîêye mala kultûraê merkeza nehîya Hoktêmbêryanê gundêd nehîêda teşkîlkirîye gelek spêktakl: ewana dane “Cem kanîê” û “Deşta miribandinê”.

Bona bi teşkîletî û heweskarî derbazbe rehetîya cahila û temamîya kolxozvana mala kûltûraêye nehîya Îcêvanê mecal dane efirandinê, ji sed cahila zêdetir hatine gildanê nav komêd têatrîêda, lîstik-dengbêjîêda. Van roja koma têatrîêye mala kûlturaê nîşanda pîêsa “Deweta mezin” li gundêd Sêvakarê, Sarîgyûgê, Xaşarakê, Kûybîcêvê û êd mayînda.

Lê hela rêspûblîka meda hene nehîê usa, wekî kêm guhdarîê datînin ser wî şuxulê ferz: rex malêd kûltûraê û klûba teşkîl nakin komêd xweefrandinêye bedewetîê û întêlîgêntsîa cî, cahila berev nakin komêd xweefirandinêda. Mecalêd hemcav naefirînin bona pind Teşkîlkirina rehetîya xevatkarêd gund.

Nêzîk divê olîmpîada rêspûblîkîê, gele nehîêd rêspûblîkaê hela ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues