The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 41 (653)

Authors : | | | | | | | |
Editor : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Place : 1955, Êrêvan
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 350x445 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 41 (653)Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Rya Teze, N° 41 (653)

Versions

Rya Teze, N° 41 (653)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Mezine rola gazêta dîwêr şuxulê terbîyetkirina xevatkarrda, ew dide bilindkirinê aktîvî û cavdarîya wana bona wededa û cavdarîya wana bona wededa û bi hurmegî qedandina wê xevatê ya ku hatîye sipartinê wana.
Gazêtêd dîwêr komekeke mezin didin teşkîletêd partîaîê û sovêtîê bona qedandina qirarêd Plênûma Kommerkezîa PKTS yanvarê, bona diha pêşdabirina hemû çiqilêd malhebûna gundîtîêye sotsîalîstîê û hasildaîna bilind.
Ew teşkîletêd destçêxana, îdara SMT-a, sovxoza, kolxoza partîaîê, êd ku bi xemxurî û zanebûnî nêzîkî xevata gazêta dîwêr dibin, wêya didine xevatê çewa sîliha tûj bona eyankirin û hilanîna kêmasîêd xevatê, bona rikinkirina ceribandina pêş, bona qewînkirina dîstsîplîna xevatê, eseyî nava xevata xweda digihîjin destanînêd mezin.

GUHDARÎKE MEZIN SER XEVATA GAZÊTÊD DÎWÊR

Awa, mecale: bi serkarîya teşkîleta partîaêye herrojî ronaî divîne gazêta zavoda parkrîşkeçêkirinêye Êrêvanê “Êrêvanskî şînnîk”. Partyûro guhdarîke mezin dide ser xevata gazêtê, kîjan mobîlîazatsîa dike qewata xevatçîê zavodê bona qedandin û zêdqedandina planêd derdaînê. Teşkîleta partîaê hertim byûroêda dide enenekirinê wan pirsa, kîjan ku gazêta dîwêr bona pakkirina xevata zavodê pêşda dikişîne. Gazêtêda ronaî divîne cêribandina xevata pêş, pêşdanînêd xevatçîya bona paşexistina qinyata û başbûna prodûktsîaê, usa jî ronayî divînin miqalêd krîtîkîye tuj derheqa kêmasîêd ku hene nav xevatêda. 

Xevata berbiçev kirine usajî gazêtêd dîwêre zavoda kabêlê, gazêta kolxozêye gunê Atanê ji nehîya Alavêrdîê, kerxanêd Zangêzûrê û Tsêmzavodê.

Gele mezine rola gazêtê dîwêre kolxoza bona zêdekirina derdaina hevnan û hasileta heywanetzêdkirinê. Lê gereke bê gotinê, wekî ev xevata gelek cîya xirav hatîye teşkîlkirinê.
Xevata gazêtêd dîwêr başqê gotî xirave li nehîya Aparanê kolxozêd gundê Tasagkahovîtê, Bardablûrê, Elegezê, nehîya Vêdîê li kolxozêd gundê Şahûmyanê, Avşarê, Armaşê, Şîrazlîê û usa jî xirave li nehîya Artaşatê li kolxozêd gundê Cebeçelyê, Hemzelîê û êd maîn.

.....

Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals