The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 42 (654)


Authors : | | | | | | | | | |
Editor : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Place : 1955, Êrêvan
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 350x445 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 42 (654)Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Rya Teze, N° 42 (654)

Versions

Rya Teze, N° 42 (654)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Bona qedandina pirsa zûtirkê bilindkirina heywanetzêdekirinê Cîkî ferz digre bêxofkirina heywanet bi debrêd sixkirî, qinîatî û hişkva. Bona wê yekê lazime, wekî bi rikinva bê pakkirinê teşkîlkirina baza debrê û bi temamî bên xebitandinê rêzêrvêd kuhene.
Respûblîka meda epêce xevat hatîye kirinê di dereca efrandina baza debrêye mihkemda. Himberî sala par îsal hela hê zef sîlos hatîye embarkirinê. Nehîêd Azîzbêkovêda Gûkasyanêda û çend nehîêd maînda bi açixî pêşda diçin xevatêd sîloskirinê û gîhadirûnê.
.....



EFRANDINA BAZA DERBRÊYE MIHKEM PIRSA FERZE BONA HEYWANETZÊDEKIRINÊ

Bona qedandina pirsa zûtirkê bilindkirina heywanetzêdekirinê Cîkî ferz digre bêxofkirina heywanet bi debrêd sixkirî, qinîatî û hişkva. Bona wê yekê lazime, wekî bi rikinva bê pakkirinê teşkîlkirina baza debrê û bi temamî bên xebitandinê rêzêrvêd kuhene.

Respûblîka meda epêce xevat hatîye kirinê di dereca efrandina baza debrêye mihkemda. Himberî sala par îsal hela hê zef sîlos hatîye embarkirinê. Nehîêd Azîzbêkovêda Gûkasyanêda û çend nehîêd maînda bi açixî pêşda diçin xevatêd sîloskirinê û gîhadirûnê.

Lê hine kolxozêd rêspûblîkaêda halê şuxulê efrandina baza debrê haqas jî paknîne. Xevatêd sîloskirina debrê û gîhadirûnê diçin ne hemcavî grafîka xevatê. Bi vê neynesîê planê sîloskirina debrê û gîhadirûnêye wededa qebûlkirî naêne qedandinê û hîmlî kêmasîêd vî cûreyî tên wekilandinê wan kolxozada, ê ku zivistana derbazbûyîda kêmasîa debrê dikişandin. Wê yekê xirav hukumkirîye çewa ser şuxulê heywanetxweykirinê usa jî ser bilindkirina hasiletdaîna wî.

Kolxoza Armaşêda li nehîya Vêdîê sala par kêmasîa debrê hebû û heywanetxweykirin haqas jî halekî pakda nînbû. Vêva tê  îsal şîrdaîna her çêlekekê derbaznebûye ji 300 lîtrî. Dewsa wê yekê, wekî ewana ders hildana ji ceribandina sala par û newekilandina kêmsîêd sala par, îsal dîsa xirav mijûldibin pirsa embarkirina debrêva. Heta niha dewsa 400 tonna sîloca bi planê têra dîtî, qet tonnek jî nehatîye embarkirinê. Vê kolxozêda bin pirsêdane usa jî şuxulê topkirina gîhê.

Halekî wî cureyîdanin usa jî kolxozêd Avşarê, Şîrazlûyê û çend kolxozêd maîne wê nehîê.

Vê pirsêva pak mijûlnabin usa jî li nehîya Artaşatê. Bederê li kolxoza navê Al. Myasnîkyan gundê Cebeçelyê hene mecalêd embarkirina sîlosê baş, lê heta niha sîlos hela qet nehatîye embarkirinê. Derengî dikeve xilazkirina xevata çêkirina embara sîlosê.
.....




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals