EFRANDINA BAZA DERBRÊYE MIHKEM PIRSA FERZE BONA HEYWANETZÊDEKIRINÊ
Bona qedandina pirsa zûtirkê bilindkirina heywanetzêdekirinê Cîkî ferz digre bêxofkirina heywanet bi debrêd sixkirî, qinîatî û hişkva. Bona wê yekê lazime, wekî bi rikinva bê pakkirinê teşkîlkirina baza debrê û bi temamî bên xebitandinê rêzêrvêd kuhene.
Respûblîka meda epêce xevat hatîye kirinê di dereca efrandina baza debrêye mihkemda. Himberî sala par îsal hela hê zef sîlos hatîye embarkirinê. Nehîêd Azîzbêkovêda Gûkasyanêda û çend nehîêd maînda bi açixî pêşda diçin xevatêd sîloskirinê û gîhadirûnê.
Lê hine kolxozêd rêspûblîkaêda halê şuxulê efrandina baza debrê haqas jî paknîne. Xevatêd sîloskirina debrê û gîhadirûnê diçin ne hemcavî grafîka xevatê. Bi vê neynesîê planê sîloskirina debrê û gîhadirûnêye wededa qebûlkirî naêne qedandinê û hîmlî kêmasîêd vî cûreyî tên wekilandinê wan kolxozada, ê ku zivistana derbazbûyîda kêmasîa debrê dikişandin. Wê yekê xirav hukumkirîye çewa ser şuxulê heywanetxweykirinê usa jî ser bilindkirina hasiletdaîna wî.
Kolxoza Armaşêda li nehîya Vêdîê sala par kêmasîa debrê hebû û heywanetxweykirin haqas jî halekî pakda nînbû. Vêva tê îsal şîrdaîna her çêlekekê derbaznebûye ji 300 lîtrî. Dewsa wê yekê, wekî ewana ders hildana ji ceribandina sala par û newekilandina kêmsîêd sala par, îsal dîsa xirav mijûldibin pirsa embarkirina debrêva. Heta niha dewsa 400 tonna sîloca bi planê têra dîtî, qet tonnek jî nehatîye embarkirinê. Vê kolxozêda bin pirsêdane usa jî şuxulê topkirina gîhê.
Halekî wî cureyîdanin usa jî kolxozêd Avşarê, Şîrazlûyê û çend kolxozêd maîne wê nehîê.
Vê pirsêva pak mijûlnabin usa jî li nehîya Artaşatê. Bederê li kolxoza navê Al. Myasnîkyan gundê Cebeçelyê hene mecalêd embarkirina sîlosê baş, lê heta niha sîlos hela qet nehatîye embarkirinê. Derengî dikeve xilazkirina xevata çêkirina embara sîlosê. ..... |