QEWAT BIKIN XEVATA AGÎTATSÎAÊ-MASSAÎÊ NAVA XEVATÇÎÊD FÊRMAÊD LI ZOZANA
Gelek fêrmaêd heywanetzêdkirinê êd kolxozêd rêspûblîkaê derketine zozana. Xevatçîêd fêrma û sinetkarêd malhebûna gundîtîê xevata nehevşandî dikin bona li zozana rind teşkîlkin xweykirina heywanete havînê û bilindkirna hasiletdaînê, bi wî hesavî, wekî planêd hasiletdaînêye sala îsalin zêde biqedînin.
Bona qedandina qirara Plênûma Kommerkezîa PKTS yanvarê xû wan borcdarîya ku heywanetxweykirêd rêspûblîkaê hildane ser xwe, nava heywanetxweykirada qewatkirina xevata agîtatsîaê-massaîê cîkî mezin digire.
Nenihêrî wê yekê, wekî hine komnehîêd partîaîê nava heywanetxweykirada rind teşkîlkirine xevata agîtatsîaê-massaîê, gerekê usajî bê gotinê, wekî hinek komnehîêd partîaîêye rêspûblîkaê ew xevata ferz nava xevatçîêd fêrmaêd heywanetzêdekirinêda, başqe gotî nava xevatçîêd ku li zozanane, bîrkirine.
Mesele, komnehîêd partîaêye Ecmîatsînê? Artaşatê, Kotaykê û Hoktêmbêryanê rind nedane teşkîlkirinê xevata agatatsîaê-massaîê nava xevatçîêd farmaêd ku li zozanane. 13 fêrmaêd kolxozêd nehîya Ecmîatsînê derketine zozanêd çîyaê Gegamaê, lê nava xevatçîêd fêrmada xevata seyasetîê-massaîê naê birinê.
Teşkîleta nartîaêye ewlînî ya kolxoza gundê Karakişlagê (K’atibê teşkîletê Î. Îsmaîlov) wededa mecalêd hemcav nedaye efirandinê bona xevata fêrma kolxozêye pezzêdekirinê ku derketîye zozana rind bê teşkîlkirinê û nava xevatkarada xevata massaîye herrojî bê kirinê, bona wê yekê jî li zozanê ji 20-ê mayê heta niha nava heywanetxweykirada nehatine xwendinê gazêt, jûrnal, daklad, lêktsîa û usajî nehatîye teşkîlkirinê nîşandanîna kînoşikila. Tu xevat naê kirinê bona rikinkirina ceribandina pêş û bi kûltûrî derbazkirina rehetîya heywanetxweykira.
Bona nava heywanetxweykirada birina xevata seyasetîê-massaîê çewa wê fêrmaêda, usajî fêrmaêd maînda agîtator nehatine başqekirinê. Wan fêrmada gazêtjî naêne stendinê. ..... |