BIDNE GUMREHKIRINÊ XEVATÊ NAVA KANDÎDATÊD PARTÎAÊDA
Partîa Komûnîstîê tifaqa sovêtîê qewata cimaetâ sovêtîêyue serwerîê û rênîşandarîêye. Ew serwêrîê li şerê muxulqetê sovêtîê dike bona çêkirina qeydecimaetîya komûnîstîê welatê meda.
Partîa Komûnîstîê, wexta ku merivê pêşji sinifa pala ji gundîê xevatçî û întêlîgêntsîa xevatkar qebûldike nav cêrgê xwe timê difikire derheqa bilindkirina navê uzvê partîaê, derheqa temîzî û pakkirina cêrgêd xwe.
Her kî ku wextê tê qebûlkirinê nava cêrgêd partîa Komûnîstîê Tifaqa Sovêtîê derbazdibe staja kandîdatîe. Ew staj nêtê datîne ber xwe, ku cêrgêd partîaê bêne zêdekirinê bi wan meriva, êd ku xwenehêvişandî berbirî şuxulê komûnîzmê dibin, seyasetîêda zanene û terbîyetîne.
Wêde derbazbûna staja kandîdatîê kandîdat nasîa xwe dide programa, qanûnnema û taktîka partîaê. Teşkîleta partîaê teselîa xevat, zanebûn û helalîa wî dike.
Qanûnema partîaê, ya ku qurilta XIX hate qebûlkirinê, borcdarîê dide ser teşkîletêd parîaê, ku ewana alîkarîya kandîdatê partîaê bikin bona hilanîna wî di uzvê partîaê. Teşkîletêd respûblîka meye partîaê diqedînin qirarêd qurilta PKTS XIX, dikevine tefekûrîa terbîyetkirina kandîdatêd partîaê, tefekûrîa pêşdaçûîna wanaye seyasetîê, diha rind wana tevî xevata seyasetîê dikin. Bi saya rindkirina xevata teşkîletêd partîaêye ewlînî, komnehî û kombajarêd partîaê kandîdatêd partîaêra, vê axirîya paşin epêce kêmbûne reqema wan kandîdatêd partîaê, staja kîjana ji wede derbazbûye. Wê derecêda xevateke kivşî derbazkirine piranîê teşkîletêd partîaê, ê komnehîêd Stalînîê û Kîrovîê bajarê Êrêvanê, kemnehîêd Kîrovakanê, Vêdîê û gelekêd din.
Piranîa teşkîletêd partîaê di wan nehîêd kivşkirî da alîkarîke rind didine kandîdatêd partîaê, ku avangarda lecêdabin di şerê bona qedandin û zêde ...
|