Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 47 (659)


Nivîskar :
Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 350x450 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 47 (659)Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rya Teze, N° 47 (659)

Versions

Rya Teze, N° 47 (659)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Efrandina baza debrêye mihkem qewlekî lapî hîmlîye bona pêşdabirina heywanetzêdkirinê û zêdkirina hasiletdaîna wî.
Rêspûblîka meda cêrgekolxoza wedekî kinda qedandine planêd şîrdaîna çêlekâ û hasiletêd maîn tenê bi saya wê yekê, wekî wededa bi xemxurîke mezinva hatibû efrandinê baza debrêye mihkem. Çewa mesele dikarin bên anînê kolxoza Canfîdaê li nehîya ...



WEDE TOPKIRİNA DEBRÊYÎ CAVDAR

Efrandina baza debrêye mihkem qewlekî lapî hîmlîye bona pêşdabirina heywanetzêdkirinê û zêdkirina hasiletdaîna wî.

Rêspûblîka meda cêrgekolxoza wedekî kinda qedandine planêd şîrdaîna çêlekâ û hasiletêd maîn tenê bi saya wê yekê, wekî wededa bi xemxurîke mezinva hatibû efrandinê baza debrêye mihkem. Çewa mesele dikarin bên anînê kolxoza Canfîdaê li nehîya Hoktêmbêryanê, ya Ênî
Yolê li nehîya Gukasyanê, ya Noraşênê li nehîya Stêpanavanê û êd maîn.

Niha pêra gihîştîye wedekî lapî cavdar bona efrandina baza debrêye mehkem.

Bona gîhadirûnê bihaye her rojek.

Himberî sala parkirî îsal kolxozêd rêspûblîkayê hela hê bi teşkîldarî dest bi berevkirina debrê kirine.

Lê gerekê bê gotinê, wekî bi temamî kolxozêd rêspûblîakeda hela hene gelek kêmasî di dereca berevkirina debrêda. Kêmasîke lape berbiçev ewe, wekî çend nehîêd rêspûblîkaêda (Alavêrdî, Vêdî û êd mayîn) îdî destpêbûye nandirûn, lê hela nehatîye qedandinê plana embarkirina debrê. Gelo mecal tunebûn bona wê yekê, wekî xevatêd sîloskirinê û gîhadirûnê van nehîyada xilazkirina berî destpêbûna nandirûnê? Hilbet hebûn. Neynesîya paşdamaîna şuxulê gîhadirûnê ewe, wekî SMT-ê nehîya Alavêrdîê, Vêdîê û usa jî Artaşatê wededa bi temamî nedane xevatê qewata mêxanîzatssîaê, kolxozada rind nehate teşkîlkirinê xevata kêlendîkêşa û êd maîn.

Nenihêrî wê yekê, wekî îsal gîha zû gihîştîye û himbeerî sala par dikarbû zû bihata destpêkiriê xevatêd gîhadirûnê, lê gelek kolxozêd Stêpanavanê, Aparanê, Nor Bayazêtê rojbiroj existin destpêkirina gîhadirûnê û heta niaha hatîye çinînê gelek hindik mezîlêd gîhê.

Nehîya Qapanê ji 1954-ê salê 1-ê oktyabrê heta 1955-ê salê 1-ê îyûnê ji her çêlekekê stendîye 345 kîlogram şîr. Çewa em dinihêrin eva reqema şîrdaînêye gelek nimize respûblîkaêda. Kîjan bû neynesîya vê? Neynesîya wêye hîmlî hesavdibû kêmasîya debrê wêde zivistanê.
.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar