The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 48 (660)


Author :
Editor : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Place : 1955, Êrêvan
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 350x450 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 48 (660)Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Rya Teze, N° 48 (660)

Versions

Rya Teze, N° 48 (660)

Mîroê Esed


Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê


Gelek kolxozêd rêspûblîaêda destbi xevata ekinberevkirinê bûye. Destpêbûye sêzona xevatêye Cavdar û ferz. Borcê teşkîletêd partîaê û ogranêd malhebûna gundîtîêye bi teşkîldarîya bilindva derbazkin sêzona ekinberevkirinê.
Îsal bi saya xevata xevatçîêd SMT û kolxozêd respûblîkaêye nehêvşandî hatîye gîhandinê ekinê bilind. Kolxozka gundê B. Dvînêda li nehîya Artaşatê nava çend rojada hatîye dirûnê 107 hektar mezîla hevnan û ji her hêktarekê stendine 28 tsêntnêr ...



EKINBEREVKIRINÊ DERBAZKIN WEDEKÎ KİNDA Û BÊ ZÎAÎBÛN

Gelek kolxozêd rêspûblîaêda destbi xevata ekinberevkirinê bûye. Destpêbûye sêzona xevatêye Cavdar û ferz. Borcê teşkîletêd partîaê û ogranêd malhebûna gundîtîêye bi teşkîldarîya bilindva derbazkin sêzona ekinberevkirinê.

Îsal bi saya xevata xevatçîêd SMT û kolxozêd respûblîkaêye nehêvşandî hatîye gîhandinê ekinê bilind. Kolxozka gundê B. Dvînêda li nehîya Artaşatê nava çend rojada hatîye dirûnê 107 hektar mezîla hevnan û ji her hêktarekê stendine 28 tsêntnêr genim. Li nehîya Ecmîatsînê kolxoza gundê Haytagê ji 70 hektar xwelîya xoran bi hesavê orte ji her hektarekê stendîye 20 tsêntnêr hevnan. Ekinberevkirin bi açixî pêşda diçe usa jî li koxozêd Arênîê, Mîkoyanê, Gladzorê li nehîya Azîzbêkovêda û êd maîn.

Nava xevatêd ekinberevkirinêda bi açixî pêşda tên mêxanîzatorêd SMT-aye pêş. Ewana tu qewatê nahêvşînin bona wedekî kinda û baş xilazbikin xevatêd ekînberevkirinê. Kombaynçi X. Abrahamyan, V. Danîêlyan kolxoza navê Mîkoyanda li nehîya Ecmîatsînê planêd xweye rojê diqedînin 200 % û ji her hektareke topdikin 20 tsêntnêr hevnan.

Li hine kolxozêd rêspûblîkaêda hema rojêd pêşinda kêmasî tên kivşê nav xevatêd ekinberevkirinêda, naê teşkîlkirinê berevkirina simla, kombayn naqedînin grafîka xevatêye rojê. Awa mesele: kolxoza gundê Ayrûmêda li nehîya Alavêrdîê nehatîye teşkîlkirinê similberevkirin û epêce hevnan bi wî hesavî zîaî dibe.

Kêmasîê mezin hene nav xevatêd SMT-ada. Çend SMT-a wededa xilaznekirin xevatêd veçêkirina maşîna û niha, wextê gotî şev û roj bê şerpeze kombayn û malatîlke bixevitin, lê carana ewana ewana naqedînin qet nîvê plana rojê jî. Gundê Hatsavanêda li nehîya Kotaykê kombayna xweçûyî ya SMT-a Cirvêjê deh rojada çinîye tenê 15 hêktar mezîla hevnan. Kêmasîêd vî cûreyî hene usa jî li SMT-êd nehîya Îcêvanêda.
......




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals