La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 49 (661)


Auteurs : | | | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 350x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 49 (661)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 49 (661)

Versions

Rya Teze, N° 49 (661)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Temamîya cimaeta sovêtîê bi şabûneke alavî qebûlkir qirarêd Plênûma Kommerkezîa PKTS derheqa pêşdaçûyîna senaya meye sotsîalîstîê, derheqa rêzûltatêd çandinîya biharê, xweykirina çandinîya, derbazkirina ekinberevkirinê û derheqa bêxofkirina qedandina plana zimêrhazirkirina hasiletêd malhebûna gundîtîêye sala 1955.
Bona bi açixî û serfnîazî ...



XEVATA SEYASETÎÊ-MASSAÎÊ BIGUHÊZNE DEŞTÊ

Temamîya cimaeta sovêtîê bi şabûneke alavî qebûlkir qirarêd Plênûma Kommerkezîa PKTS derheqa pêşdaçûyîna senaya meye sotsîalîstîê, derheqa rêzûltatêd çandinîya biharê, xweykirina çandinîya, derbazkirina ekinberevkirinê û derheqa bêxofkirina qedandina plana zimêrhazirkirina hasiletêd malhebûna gundîtîêye sala 1955.

Bona bi açixî û serfnîazî qedandina qirarêd Plênûma Kommerkezîa PKTS Îyûlêye sala 1955-a kirinêd teşkîletêd partîaê, organêd sovêtîê û malhebûna gundîtîê kolxoza, SMT-a û sovxozaye ferz ewe, wekî wedekî kinda û bê zîaîbûn ekin berevkin, ji wede zûtir biqedînin zimêrhazikirina hailetêd malhebûna gundîtîê, bi temamî embarbikin fonêd toxim, bona heywanet topbikin debra pir bigîhîjne destanînêd teze di dereca mehkemkirina malhebûna kolxozîêda û ser wî hîmî bilind bikin heqîqata rojxevata bi pêretî û usa jî bi hasiletîêva.

Niha deştêd kolxozêd respûblîka meda gumreh û bi açixî destbi xevata ekinberevkirinê, gîhadirûnê û embarkirina sîlosê bûye. Her roj firedibe xevata ekinberevkirinê, bi wêra tevayî firedibe leca sotsîalîstîê bona wededa û bê zîaîbûn berevkirina ekin.

Bona bi serfinîazî qedandina qirarêd Plênûma îyûlê lazime nava xevatkarê kolxozîêda, mêxanîzatorada, sinetkarêd malhebûna gundîtîêda û xevatkarêd sovxozada rind be teşkîlkirinê xevata seyasetîemassaîê. Temamîya xevata seyesetîê-massaîê gotî bê guhastin deştê.

Agîtatasîa seyasetîê hertim bûye-maye û tê hesavê sîliha tûj destê teşkîletêd partîaêda seva şerkarîkirinê bona qedandina pirsêd malhebûnîê û çêkirina kultûrîê, bona terbîyetkirina merivêd sovêtîê bi guhê komûnîstîê.

Gelek komnehîêd partîaêye respûblîkaê (Îcêvan, Noêmbêryan, Aştarak, Artîk, Axta û êd maîn) xevata agîtatsîaêk-masaîê wextê gîhadirûnê û ekinberevkirinê li deştêd kolxozîêda rind dane teşkîlkirinê wextêda hatine temamkirin teşkîla agîtatora bi hevalê hazirva mecalêd hemcav hatine efirandinê bona xwendina lêktsîa û daklada bona teşkîlkirina xevata kûltûr-ronaîê, bona agîtatora û serwêrêd kitêbxanêd kolxoza komnehîêd partîaê dane teşkîlkirinê semînar û konsûltatsîa. Teşkîleta partîaêye ewlînî ya kolxoza gundê Fantanê li nehîya Axtaê rind daye teşkîlkirinê xevata agîtatsiaê-massaîê nava ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues