Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 50 (662)


Nivîskar : | | | | | | | |
Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 350x450 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 50 (662)Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rya Teze, N° 50 (662)

Versions

Rya Teze, N° 50 (662)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê. Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon.
Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî.
Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina.
Bi qûmandarîya gemîçîêd ...



ROJA FLOTA TRSS ESKERÎÊ BERÎÊ

Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê.

Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon.

Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî.

Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina.

Bi qûmandarîya gemîçîêd mezin Üşakov, Lazryêv, Kornîlov, Naxînmov gemîçîêd urisa gele û gele şara di şeerêd xweykirina wetînda miqabilî dijmina nîşandane egîtî û merxastî.

Tarîqa flota ürisîê eskerîêberîê dewlemende bi tradîtsîaêd xweye rêvolyûtsîonîê.

Flota meye Eskerîê-Berîê roleke mezin lîstîye di şuxulê altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezinda.

Sala 1917-a rojêd Oktyabrê krêysêra “Avropa”, gava ku topavîte koçka padşêye zivistanê bi dengê agirkirina topêd wê 25-ê^oktyabrê li temamîya dinîaê hate elamkirinê derheqa altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezin.

Gemîçîêd Kronştadtêye rêvolyûtsîonî hê wexta rojêd sovêtîêye ewlinda tevî gvardîa sor şerkirin bi mêrxasy û ji welatê me derxistin zevçîêd welatêd dereke û gvardîa spî û bi wê yekê mehkemkirin altindarîya Oktyabrê. 

Rojêd Rêvolyûtsîa Oktyabrêye. Sotsîalîstîêye ewlinda partîa Komûnîstîê û pêşîkarê wê V. Î. Lênîn fikirîn derheqa teşkîlkirina flota eskerîê-berîê. 28-ê yanvarê sala 1918 Lênîn dêkrêt qolkir derheqa teşkîlkirina Ordîya Sor, lê 14 fêvralê qolkir dekrêt derheqa teşkîlkirina Flota Eskerîê Berîê.

Di rojêd pêşdahatina xwe ewlinda  flota Sovêtîê Eskerîê-Berîê komek da Ordîya Sor bona hincirandina dijminêd welatê me: êd der û hundur, ê ku dixwestin bixeniqandina dewleta Sovêtîêye cahil û careke dinê bidana vesekinandinê dîwana kapîtalîsta û melkedaraye zulmîê.

Paşî bi altindarî kutabûna şerê cimaeta me miqabilî întêrvêntsna welatê dereke û kutabûna şerê bajarvanîê, partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê hemû mecal efirandin bona pêşdaçûyîna û mehkembûîna flota Eskerîê-Berîê.
.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar