La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 51 (663)


Auteurs : | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : , Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 350x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 52 (663)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 51 (663)

Versions

Rya Teze, N° 51 (663)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Şêwrdarîya serkarêd hukumatêd çar dewleta li Jnêvê xebata xwe  kutakir. Ewê bikeve nava tarîqê çewa destpêbûna etapa teze ya hevraderbazkirinêd TRSS, QAY, Anglîaê, Fransîaê, ewê karê bide qewînbûna aminîê orta hukumatada û cimaetêd wan welatada, wê hebe nîşandaîna wêye qencîê usa jî bona welatêd maîn, bona şuxulê qewînrina edlaya hemtomerî. Kontakta xwenefsîêye Serkarêd çar dewletêd mezin pola xweye ferz lîst.
Şêwrdarîya Jnêvê nîşanda, wekî wedê ...



BONA QEQÎNKIRINA EDLAYA HEMTOMERÎ

Şêwrdarîya serkarêd hukumatêd çar dewleta li Jnêvê xebata xwe  kutakir. Ewê bikeve nava tarîqê çewa destpêbûna etapa teze ya hevraderbazkirinêd TRSS, QAY, Anglîaê, Fransîaê, ewê karê bide qewînbûna aminîê orta hukumatada û cimaetêd wan welatada, wê hebe nîşandaîna wêye qencîê usa jî bona welatêd maîn, bona şuxulê qewînrina edlaya hemtomerî. Kontakta xwenefsîêye Serkarêd çar dewletêd mezin pola xweye ferz lîst.

Şêwrdarîya Jnêvê nîşanda, wekî wedê meda hevraşuxulkirina ortemiletîê bona kara edlayê bi temamî dikare bê serî. Îzbatkirina aminîê orta hukumatada meremeke pêalîye û dikare bê serî.
Tucara dijminayî nîne, wekî gerekê serkarîê li dinîaê bike û zakonê xwe cimaeta bialîne, lê hevfemkirin û xwestina qenc gerekê bibin hîmê hevraderbazkirinêd hukumataye edilî û pizmamtîê.

Tarîqa wedê paşî şêr dihate xeysetkirinê bi bilindbûna tûjbûna ortemiletîê. Seyasetzanêd hine dewleta îzbat dikirin, wekî bextê wedê me-wa gotî “şerê care” orta dewletêd ku sîstêmêd wane sotsîalîê başqeye. Şêwrdarîya Jnêvê nîşanda, wekî rya rêalî heye bona ji “şerê sar” xilazbin. 

Hevtêke temam Serkarêd hukumatêd çar dewleta mijûlbûn bona dîtina mecalêd hemcî safîkirina pirsêd ortemiletîêye ferz. Emir îzbatkir, wekî rya pêalî heye bona safîkirina problêmêd ortemiletîêye hucetîê, wekî niha nikare bê gotinê, ku problêmêd usa biva xwe didine kivşê çewa “girêfûtkêd gordîê”, kîjan, ser hîmê gotinêd kevn, qe tu cûreyî naê vekirin, lê tenê bi cûr dikare bê birînê.

Dîrêktîvêd Serkarêd hukumatêd çar dewleta mînîstrêd şuxulêd derra û elametîêd Serkarêd hukumata li rûniştandina kutasîêda, kîjan ku îro têne neşirkirinê, nîşandidin, wekî şêwrdarîya Jnêvê rêzûltatêd pak da û gîhand qebûlkirina qirarêd ferz.

Serkarê Dêlêgatsîa sovêtîêye hukumatîê N. A. Bûlganîn elamkir, wekî rasthatina Serkarêd hukumatêd fransîaê, Brîtanîa Mezin QAY û TRSS li Jnêvê nîşandaîna wêye pak heye bona sistkirina tujbûna hevraderbazkirinêd dewleta, bona vesekinandina bawerbûna lazimî orta wanda.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues