La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kenê parsek


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2001, Stenbol
Préface : Pages : 111
Traduction : | ISBN : 975-7112-49-6
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kenê parsek

Kenê parsek

"Xwezî gelek kesên wek Hesen Qizilcî di nav me de hebûyana!.. Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin."

Qazî Muhemmed


Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çin û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine. Mamoste Qizilcî civaka kurdan ji hemû kesî bêhtir nas kiriye. Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim, kevnebegekî barkêş î kewitî, şêxekî destbir, derwêşekî zergweşên, cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer û temakar, casûsekî niştimanfiroş, jineke tenê ya bedbext û bêbeş a kurd dibîne.

Hêmin Mukriyanî


PÊŞEK

Şev dereng e, bêdengiyeke bi saw, odeyeke sar û seqem û vala; ez bi nîvtariyekê dagirtî me. Ji xwendina van çîrokan ve bûm. Di rewşeke ku karekî zor xistiye ser mix û damarê min, rondikên hûr bi min werandin. Ez bi hêdî deftera xwe dideynim û rondikên xwe pak dikim, çiraya xwe vedimirinim, dikevim nav cihê xwe û çavê xwe digrim; belkî bikaribim hinekî razim ji xwe re û xemên xwe ji bîr bikim.

Lê xeyal min hildigirin û dibin.. dibin.. dibin nav dar û deviyan, deverên dijwar, ser berf, serê çiya û zozanan, nav daristanan û ser çir û piran... Min dibin ber bi newaleke xweş û bi heywanan dagirtî, ber bi deşt û gor û riyeke bêxîz, bêber û nerm de; ber bi besta Çemê Tetehû de û heya bi bajarê piçûk ê Mamoste, Bokan... Min dibin bûka bajarên Kurdistanê, kaniya evîn û dildariyê, kemîna xebat û fedakariyê; min dibin bo gora serdarê şehîd, bo ser hewz û kaniyên ciwan û bi nav û deng; ji bo temaşekirina bejn û bal, xal û mil, çav û birh, kezî û por, paqên belek û ser û serpêç û desmal û newq û piştêniyên keçên Bokanî ku dest bi dest û komik komik wek refên xezalan bi naz û nazdarî têne ser hewz, cêrên sor û neqişandî bi nazî di avê dadikin û di wêneyên neynika ronak û pakî ya hewz de sîmayeke asîmanî heye weke ku ferişte û perî tên ber çavê mirov; hiş û zewqê tije û zêde dikin û hest û xeyal winda dibin.

Guhê xwe didim dengê wan zarokên xwînşêrîn, nesekinî û rût ên helawfiroş ku sêniyên helawê digerînin bi miqamekî xweş û dikin hawar:

"Helawa Tentenanî
Heya nexwî nizanî"

Di nav cihê xwe de bi vî alî û wî aliyî de diçim. Bi bêhevî axînekê dikêşim û di ber xwe de dibêjim, xwezî û hezar xwezî ez jî wisa pîr, nexweş, bêhez û birîndar nebûma; ew çende hêz, gurr û tîna min hebûya da ku ji wan çîrokan min himbêza xwe tije bikira û li her bajar, gund, kolan û kuçeyên Kurdistanê bigeriyama û bi dengekî bilind min jî hawar bikira:

"Xelkno! Heger we tiştek ji helawa Tentenanî şêrîntir û ji gulên newalan bi bêhn û bêhnxweştir divê, divê hûn werin; werin bixwînin, dîsa bixwînin heya axîneke xweş di dil û hinavên we de bigere. Bixwînin heya tîna we bişike, bixwînin heya agir û şewata nava we vemire. Bixwînin heya ku hûn civaka xwe binasin û derd û êşên wê fêm bikin. Bixwînin heya ku bêhtir kêfa we ji zimanê we re bê. Heya ku hûn nexwînin, hûnê nizanibin ku pênûsa bi sêr a Mamoste Qizilcî çi şiwênwarekî (wargehekî) bi nirx û bêmîsal afirandiye. Bîr û baweriyên azad, xeyalên berz û hestên nazik ên vî nivîskarê hêja çi mînakeke edebî ya bilind rijandiye û tiliyên bi hêz û rengîn ên vî hunermendê mezin risteyeke çawa ji durr û mirwer û gewherê hêjatir ji bo we hûnaye."

Li Mukriyan bav wiha dibêjin; "Malbata Qizilcî weke çîçikên werdekan, nû ji hêkan derdikevin, melevan in." Mebesta wan ew e ku her kî ji wê malbatê be, hê ji zarokatiyê ve zana û jêhatî ne. Bi rastî jî ji vê malbata bi rêz gelek zilamên hêja û zana derketine. Bêyî xwesteka wan nav û dengê wan bi zanist û hunerê li cîhanê belav bûye.

Hesen Qizilcî neviyekî têgihiştî ye ji vê malbata mezin ku cihê şanaziya neteweya me ye. Wî rêbaza bav û kalên xwe negirtiye û riyeke din hilbijartiye ji bedêla xizmeta ayînî ku riya bav û kalên wî bû. Wî karê edebî hilbijartiye. Lê edebiyateke çawa? Edebiyateke bilind a civakî...

Yek ji siyaseta serxur a Rizaxan Pehlewî ku di dema desthilatdariya xwe ya reş a faşîst de, xebata bêwijdan û bêrehmane bû ji bo sertewandina gelê kurd li Kurdistana Îranê. Ji bo bicihkirina vê mebesta Şeytanî tore, dever, cil û berg, ziman, edeb, muzîk û govendên kurdan bi tundî qedexe kiribû.

Lê belê bi ser wê hêza Şeytanî de ne ku her kurdê xweragir nebeziya û ji heqî wê derneket; belkî jî ev siyaseta zilm û zorê ya polîsên Rizaxan bû sedema serhildaneke fireh a ramanî li Kurdistanê.

Bi hezaran cemedan û Şûtik, Şal û Şapik û kulavên zilamên kurd; serpêç, desmal û xeftanên jinên kurd hatin dirandin û Şewitandin. Lê dîsa jî cil û bergên kurdî her weke remzeke neteweyî ma.

Li xwendegeh û dayireyan, li ser kuçe û kolanan bi hezaran kurd bi tawanbarkirina axaftina kurdî hatin girtin û îşkence û sivikayetî li wan hat kirin. Lê zimanê kurdî weke sermiyanê neteweya xwe hat parastin. Kurd têk neçûn û şermezarî û rezîliya dîrokê her ji bo polîsên Rizaxan ma.

Di wê serdema reş, tarîk û nexweş de li herêma Mukriyan li dijberî siyaseta jinavbirîna (bişaftina) kurdan, komeke nehênî ji zana, rewşenbîr û rîspiyên kurd bi rêberiya Mamoste Mele Ehmedê Fewzî, Seyfî Qazî, Pêşewayê Nemir, Qazî Bokan, Şêx Ehmedê Sirêlaawa û bi beşdarbûna gelek ji rewşenbîrên wê serdemê, pêk hatibû. Ku armanca wan a bingehîn û herî mezin parastin û rûmetdayîna ziman û edebiyata kurdî bû. Pirtûk û rojnameyên ku li Iraqê belav dibûn, bi zehmetî peyda dikirin û bi nehênî li wan gencên cihê baweriyê belav dikirin heya ku fêrî xwendina kurdî bibin. Wan -bi taybetî Mamoste Fewzî- komeke gencên rewşenbîr têgihand ku di diwarojê (pêşeroj-dahatû) de Şair, nivîskar û gelek xebatkarên bi nav û deng ji wan derket. Yek ji wanê ku Mamoste Fewzî û hevbîrên wî ew perwerde kiribûn jî, Kak Hesen Qizilciyê me ye û her di wê demê de fêrî xwendina kurdî bûbû. Wê dema ku desthilatdariya serxur a Pehlewî bi dawî bû, mij û dûmana bedbextî û çarereşiya kurdan jî nema; dem bû weke stêrkeke geş û ronak li asîmanê edebiyata kurdî û laperên kovar û rojnameyên kurdî bi nivîsînên ciwan hat xemilandin. Di dema Komara Demokratîk a Kurdistanê de Mamoste Qizilcî bêyî ku sînga xwe bi pêş de bibe û xwe diyar bike, yek ji wan dostên xoşevîst û herî nêzîk ê Pêşewa Qazî Mihemedê edebdost û hunerperwer bû. Ji bilî ku li Rojnameya Kurdistan Organî Hizb* dinivîsî, sernivîskarê kovara ciwan a Helale** jî bû.

Pêşewa, di dawiya rojên desthilatdariya xwe de bi nêt bû ku Mamoste Qizilcî û çend şaîr û nivîskarên genc ên nûtêgihiştî bişîne derve, -li gor bawerîya xwe- da ku derdora xwe bibînin û tiştine nû fêr bibin. Lê mixabin ev daxwaza wî jî nebû weke wan daxwazên wî yên din ên pîroz ku bi cih nebûn. Wekû niha li bîra min e û heya axê jî berdin ser çavê min ji bîra min naçê; rojeke sar û cemidî ya Mehabad bû, bagereke sar dihat û gulokên berfê hildida. Min xwe qof kiribû û bi lez diçûm da ku cihekî germ bibînim. Min temaşe kir ku Pêşewa li ber hêwanê diçû û dihat û Rojnameya Kurdistan di destê wî de ye, yek ji nivîskarên rojnameyê jî li cem e. Bi nêt bûm xwe veşêrim û bibihûrim. Wî ez dîtim û bangî min kir. Hê ez li dûr bûm wî got; "Ma te dîtiye Qizilcî çawa nivîsiye?"
Min zanî ku mebesta wî ew nivîsîna edebî û ciwan a Qizilcî ye ku di wê jimarê de hatiye çapkirin. Min got; "Belê, min dîtiye û bi rastî xweş nivîsiye..." Kekê nivîskar xwe avêt nav û got; "Belê, xweş dinivîse, lê kêm dinivîse."
Pêşewa, di bin lêvan re keniya, serê xwe hejand û ev her du beytên Sadî xwendin:

Xak mexrîb şenîdeam ke konend
Be çihel sal kaseyê çînî
Sed be rûzî konend der Bexdad
Lacirim qîmeteş hemî bînî
Bi Xwedê xweş lê hat! Mela Mistefayê Sefwetî ev wiha kiriye bi kurdî:
Min bihîstiye ku li Rojhilat
Di çil salî de şûşeyekê çêdikin
Li Merdeşt sedî di rojekê de çêdikin
Ji ber wê qîmetê wê wiha dibînin

Dîsa berê xwe da min û got; "Xwezî gelekên me yên wiha hebûyana!.." û berî ez bersivê bidimê wî bi xwe got; "Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin."

Mixabin, hêlîna me gelekî zû li me xerabû; sîbera wan mirovên niştimanperwer, edebdost, hunerperwer û qedirzanên me ji ser me çû. Qizilcî jî mîna gelek şaîr û nivîskarên kurd bê enwa' û bê alîkarî, dilsoz maye û ji ber zilm û zora rejîmê aware û derbiderî Ewrûpa bû.

Her ew bi xwe dizane, di wê dema dûr û dirêj de, di wê lêqewmîn û derbideriyê de çiqasî talî û şoriya jiyanê tam kiriye... Çiqasî serma û germa cîhanê dîtiye, çend bela û nexweşî bi ser de hatine... Çiqasî hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin; wî birine vî alî û wî alî... Ji bo peydakirina pariyek nanê bêminet neçar bûye, bi wê bêdesthilatiya xwe karê sext û giran bi fizîkiya xwe bike û serî ji bo tu kesê nekes netewîne.

Mamoste, di meydana xebatê de Şareza bû; pak e û ji axê derketiye. Ji wê rencê, derdeserî û derbideriyê fêrî tiştan bûye. Di warê zanistî de ber bi pêş çûye, gelek tecrube wergirtine, civaka xwe baştir nas kiriye, hest bi êş û janê kiriye, derman jê re dîtiye û bûye feylesofekî pispor û nivîskarekî realîst û rastbîn.

Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine, karesatên jiyana wan bi kurdiyeke sade (zelal, petî) û bi zimanekî wisa nivîsiye û şîrove kiriye ku kurdekî ne xwendevan, cahil jî têbigihê.

Xwendevan bi ciwanî têdigihe, Mamoste Qizilcî heya bi çi radeyê şarezayî, zanistî, rawanşinasî (psîkolojî) ye û çawa giyanê pêlewanan nas kiriye û çûye kûriya dil û hinavên wan.

Mamoste Qizilcî civaka kurdan ji hemû kesî bêhtir nas kiriye. Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim (çekmereq), kevnebegekî barkêş î kewitî, şêxekî destbir, derwêşekî zergweşên (şîş li xwe dan), cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer (faîzxwer) û temakar, casûsekî niştimanfiroş, jineke tenê ya bedbext û bêbeş a kurd dibîne.

Xwendevan piştî xwendina gelek ji van çîrokan, kenê wan tê. Lê kenekî çawa? Kenekî ji jaleyê taltir...

Tişta ji bo kurdekî dilsoz cihê xem û xefletê ew e ku pirî ji rûdanên naveroka van çîrokan digihîje sî sal berî niha. Lê xuya ye niha jî tu guherîn di rewşa civaka kurdan de rû nedaye ku ev çîrok nûbûna xwe winda bikin. Niha jî cotkar bi rengekî nû tê bişaftin û ji ber zêdebûna kirê, ji ber teqsît, sût (faîz) û sadê dev ji zeviyên xwe berdidin û berê xwe didin bajaran. Niha jî tenûrên himaman pir in ji xelkên hejar û bêcih. Niha jî bazirganên sûtxwer û fêlbaz, şêxên kevneperest û destbir, derwêşên nezan û zergweşên li Kurdistanê pir in.

Niha jî dê û bavên kurd ji bo çareserkirina nexweşiyên zarokên xwe diçin dest û delinga Emîne Xanima niviştnivîs. Gelek Emîne Xanimên bêbeş û çarereş mane ji ber rewşa civakî ya xirab, dixwazin ku bi fen Reşîd fêr bikin da niviştan ji wan re çêke.

Niha jî Serkar Rezayî polîsxanên Kurdistanê ji Serheng bi kirê digire ji bo sitandina bertîl û mahnegirtinê û Hiseyn Qulî jî her di destê wî de ye.

Xwendevanên hêja! Min di vê pêşeka kurt de nikariye Mamoste Qizilcî bi we bidim naskirin. Hûn pirtûka wî bi baldarî bixwînin heya hûn vî nivîskarê hêja binasin û ji bîrbirina wî ya berz sûdeyê wergirin.

Em hemû bi hev re gotinên Pêşewayê Nemir dubare bikin û bibêjin: "Xwezî gelekên wiha ji me hebûyana!"

*Organî Hizb: Rojnameya siyasi a partî-hikûmetê bû, di dema Komara Mehabad de. (W)
**Kovarek edebi a wê demê. (W)

Hêmin Mukriyanî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues