La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serpêhatiyên Jîyana Min


Auteur :
Éditeur : Rupel Date & Lieu : 2014, Stenbol
Préface : Pages : 322
Traduction : | ISBN : 978-605-84877-0-3
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Wan. Ser. N° 5669Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serpêhatiyên Jîyana Min

Serpêhatiyên Jîyana Min

Îsmet Şerîf Wanlî

Rûpel

"Ev pirtûka di destê we de beşek e ji bîrewerîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ku eslê wê bi erebî ye û ew di 5ê gulana 2005an de ji kek Hoşeng Sebrî re şandîye da ku li ba wî bimîne. Ji ber giringîya naveroka van bîrewerîyan, ku bi taybetî beşên li ser çalakîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî di "Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd" de, nemaze "Pirsiyara Otonomîyê li Başûrê Kurdistanê", Kek Hoşeng Sebrî pêwîst dît ku ev bîrewerî ji bo xwendevanên xoşewîst bên aşkerekirin.
Em ji Weşanxaneya Rûpelê ku çapkirina vê pirtûkê hildaye ser xwe û hemû karmendên wê re, nemaze wergêrên vê pirtûkê birêz Newzad Hirorî û Sidqî Hirorî re, ji bo çalakî û xebatên wan ên hêja zor spas dikin.
Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, wek zanyar, hiqûqzan, dîroknas, rojnameger, ramyar û civaknas, di warê qanûn, ragihandin, zanist, dîplomasî û parlementa’rîyê de, ji bo xebata neteweyî û berjewendîyên niştimanî çalakîyên balkêş, pêşkêş kirine, mîna: Fermanberîya wî li dadgeha Lozanê wek qanûnnas (1970-1990), ragihandina nûçeyên "Şoreşa Kurdî" ji bo ajansên cîhanî û pêwendîyên wî yên navneteweyî li ser asta Ewropa, Amerîka û Afrîkayê. Damezirandina Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Berlînê (1994) serokatîya wê. Avakirina Parlementoya Kurdistanê li Derveyî Welat (1994), di 1999an de navê wê bû "Kongreya Netewî ya Kurdistanê", Dr. Îsmet jî heta 2003an serokatîya wê kiribû."




PÊŞGOTIN

Ev pirtûka di destê we de beşek e ji bîrewerîyên Dr. Îsmet Şerif Wanlî ku eslê wê bi erebî ye û Îsmet Şerîf ew di 5ê gulana 2005an de ji kek Hoşeng Sebrî re şandîye da ku li ba wî bimîne. Ji ber giringîya naveroka van bîrewerîyan, ku bi taybetî beşên li ser çalakîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî di "Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd" de, nemaze "Pirsiyara Otonomîyê li Başûrê Kurdistanê", Kek Hoşeng Sebrî pêwîst dît ku ev bîrewerî ji bo xwendevanên xoşewîst bên aşkerekirin.

Em ji Weşanxaneya Rûpelê ku çapkirina vê pirtûkê hildaye ser xwe û hemû karmendên wê re, nemaze wergêrên vê pirtûkê birêz Newzad Hirorî û Sidqî Hirorî re, ji bo çalakî û xebatên wan ên hêja zor spas dikin.

Bîrewerîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ji sê beşan A, B û Daxuyanîyekê pêktên. Ew di beşê A û Byê de li ser malbat û jîyana xwe diaxive: Jîyana wî ya dibistanê, çalakîyên wî di dema xwendina dibistanê de li Taxa Kurdan li Şamê, naskirin û pêwendîyên wî bi kesayetîyên kurd re li Şamê, mîna Osman Sebrî, Memdûh Selîm, Celadet Badirxan, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa, Mihemad Emîn Zekî, Serefser Izzet Ebdilezîz û hinên din. Xwendina wî ya zanîngehî digel Nuredîn Zaza li Fakûlteya Hiqûqê li Beyrûtê û pêwendîyên wî bi Kamûran Bedirxan re. Çûna wî ya Swîsreyê di sala 1948an de, xwendina li zanîngehê. Damezirandina "Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê" sala 1956an li Almanyayê û çalakîyên wî yên di vê komeleyê de. Mamostetîya wî ya dersa Şaristanîya Kurdistanê li beşê kurdî ya Zanîngeha Sorbonneê. Çalakîyên wî yên zanistî û ragihandinî li Ewropayê.

Dr. Îsmet Şerîf Wanlî di vî beşê bîrewerîyên xwe de li ser van mijaran jî rawestiyaye, mîna: Geşta wî li Başurê Kurdistanê û îraqê, piştî destpêkirina Şoreşa îlona 1961an. Pêwendîyên wî bi Mela Mistefa Barzanî û hin kesayetîyên din re. Bêjerê serok Mela Mistefa Barzanî û nûnertîya Şoreşa îlonê li derveyî welat. Xebata wî ya siyasî û çalakîyên wî yên rojnamegerî û pêwendîyên wî yên navneteweyî ji bo berjewendîya tevgera niştimanîya Kurdistanê. Beşdarîya wî di avakirina Komeleya Hiqûqnasên Kurd de, 1985, Parîs.

Di beşê Daxuyanîyê de, Dr. Îsmet Şerîf Wanlî raporekê pêşkeş dike ku di navbera 18ê tebax û 6ê îlona 1975an de li ser rewşa Kurdistana Başûr - Herêma Kurdî ya Otonom e, tê de nêrîn û şiroveyên siyasî cih digirin.

Ev Daxuyanî ji sê beşan: A, B, C pêk tê. Di beşê A de Dr. Îsmet li ser Programa Gera Kurdistanê radiweste. Beşê B taybet e bi statistîk, rewşa perwerdeyî, civakî û aborî, awayê kargêrî li Herema Kurdî ya Otonom, operasiyonên mişextkirina xelkê kurd û siyaseta erebkirina deverên kurdî ji alîyê hikûmeta Bexdadê ve. Di beşê C de Dr. Îsmet li ser pêwendîyên siyasî yên li Bexdadê dipeyive û li ser alîyên pozîtîv ên siyaseta hikûmeta îraqê beramber gelê kurd û pirsa kurdî radiweste û li ser pêşniyazên xwe ji bo Partîya Be'as diaxive.

Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, wek zanyar, hiqûqzan, dîroknas, rojnameger, ramyar û civaknas, di warê qanûn, ragihandin, zanist, dîplomasî û parlementarîyê de, ji bo xebata neteweyî û berjewendîyên niştimanî çalakîyên balkêş, pêşkêş kirine, mîna: Fermanberîya wî li dadgeha Lozanê wek qanûnnas (1970-1990), ragihandîna nûçeyên "Şoreşa Kurdî" ji bo ajansên cîhanî û pêwendîyên wî yên navneteweyî li ser asta Ewropa, Amerîka û Afrîkayê. Damezirandina Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Berlînê (1994) serokatîya wê. Avakirina Parlementoya Kurdistanê li Derveyî Welat (1994), di 1999an de navê wê bû "Kongreya Netewî ya Kurdistanê", Dr. Ismet jî heta 2003an serokatîya wê kiribû.

Dr. Ismet Şerîf Wanlî wek kesayetîyekî kurdî yê payebilind, niştimanperwer û rastgo, bi berpirsiyarîyeke zor berz têkoşîna xwe ji bo gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîyê nîşan dida. Wî hemû şiyanên xwe ji bo berjewendîyên Kurdistanê terxan kiribûn. Dr. Ismet ji bo ragihandina nûçeyên li ser gelê kurd û nasandina armancên "Tevgera Nîştimanî ya Kurdistanî ji bo Rizgarî, Azadî û Dêmokrasîyê" sûd ji hemû boneyên navneteweyî û ajansên cîhanî werdigirt. Wî hemîşe ji bo mafên neteweyî yên gelê kurd kar û xebat dikir û hertim hewil dida, da ku dostanîyê û alîkarîyê ji bo "Pirsa Kurdî" qezenc û peyda bike.

Dr. Îsmet Şerîf Wanlî di 09.11.201 lan de, ji ber xwîndawerivîna mejîyî (enfarktûsa mejîyî) li Lozanê koça dawîyê kir. Wî ji bo me gelek gotar, nivîs û pirtûkên hêja û bi nirx yên li ser dîrok û civaka gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîyê li dû xwe hêlan.

Izzedîn Nasso
Berlîn, 10.03.2014


SerpêhatIyên Jîyana Min

Ji Îsmet Şerîf Wanlî bo Hoşeng Sebrî¹

Lozan, 5ê gulana 2005ê

Xweştivîyê min kek Hoşeng

Piştî silavên ji dil

Gellek çax derbas bû û min tiştên ku te xwastibûn neşandin. Niha ez wan û bêtir ji te re dişînim; ango:

1 - Agahdarîyên li ser jîyana min ku min bi erebî di du beşan de nivîsîne: Beşê yekê yê ku min di sibatê de nivîsiye çar rûpel in û beşê duyê yê ku min di nîsana 2005ê de nivîsîye 32 rûpel in.

2 - Çend wêne, kurdistanî û malbatî, yên ku bi naveroka A û Byê ve giiêdayî ne

3 - Belgeyên siyasî yên ku bi piranî bi tekstên A û Byê ve pêwendîdar in.
Tiştê ku min nivîsîye, bi taybetî di Byê de, diiêj bûye û tevî wêne û belgeyên ku pê re ne, bûye wek "bîranînan" (serpêhatîyên jîyana min). Dibe ku hemû bi kêrî belavkirinê neyên, bi taybetî babetên li dor pêwendîyên li gel Îsraîlê û di pileya duyê de yên li ...

1- Hoşeng Sebrî: Kurê Osman Sebrî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues