La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Manière de Voir: 1920-2020, Şerê Kurdan, n° 169


Auteurs : | | | | | | | | | Multimedia | | | Multimedia | Multimedia | | | | | | | | | | | | Multimedia | |
Éditeur : Le Monde diplomatique Date & Lieu : 2021, Berlin
Préface : Pages : 100
Traduction : | | | ISBN :
Langue : KurdeFormat : 230x285 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ser. Bel. N° Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Manière de Voir: 1920-2020, Şerê Kurdan, n° 169


Manière de Voir: 1920-2020, Şerê Kurdan, n° 169

Akram Belkaid

Rûpel

Di payiza 2019ê de, dîroka dûr û dirêj a bêtalîhiyên siyasî yên gelê kurd rûbirûyî bûyerên nû yên xemgîn bû, ku Federasyona démokratîk a Sûriyeya Bakur jî xiste xeterê (gotara Mireille Court û Chris Den Hond bixwîne, rûpel 76). Di 9ê çiriya pêșîn de, artêșa tirk, bihevkariya milîsên sûriyeyî, kete vê herêma ku ji alî siyasî ve ji 2013ê virde xweser bû û bi awayekî giștî jê re Kurdistana sûrî yan jî Rojava tê gotin. Operasyona eskerî ya binavê “Kaniya aștiyê” ku piștî îlana vekișiyana hêzên emerîkî ji Sûriyeyê (6ê çiriya pêșîn) ji aliyê Enqerê ve hate dest pê kirin, erda ...



HEVALBENDÊ GORÎKIRINÊ

Akram Belkaïd

Gelo em ê mezin bikin ku em li vir bahsa qederê bikin: aya kurd miletek in, ku nikarin xwe ji qedera xwe ya ‘servanên alîkar ên bi kêfa xwe xerckirin û gorîkirinê’ rizgar bikin?

Di destpêka sedsala XIXê de, desthilatdarên kurd ku serweriya mîrekiyên nîvxweser ên kurdan li ser sînorên osmanî û Îrana Qecerî dikirin tênegihîștin ku pêșeroja gelê wan di avakirina Dewleteke neteweyî re derbas dibe. Diviya li bendî dawiya șerê yekemîn ê cîhanî bimana ku ev daxwaz, bi taybetî jî bi saya derdorên bîrewer û serekan zelal û net bibûna. Bedelê vê derengmayînê ye, ku hîn îro jî ev « gelê herî mezin ê cîhanê yê bêdewlet », di navbera Iraq, Îran, Suriye û Tirkiyeyê de parvekirî dide.
Sedemên bextereșiya Kurdan ew e, divê meriv vê yekê li vir bi vî amayî vekirî bi nav bike. Bi salan çawa ev daxwaza wan a serxwebûnê li pey hev hatiye red kirin; ji alî eskerî ve kêmasiyên wan çêbûne û șensê wan tunebûye, serîhildanên wan hertim hatine ser kut kirin, ixanet û komkujiyên civata sivîl bêguman pêk hatine, lê disa jî meriv nikare bêdewletbûna wan bi kêmasiya pêșbîniya mîrekên wan a ku rastiya eșîrtiyê derbas nekirine û li hember serdestiya Împeretoriya osmanî di ber xwe nedane ve sînordar bike. Di vî warî de dîrokê jî, tu diyarî ango derfet nedane Kurdan. Li Rojhilata navîn û nîvgrava erebî, gelek neteweyan ji derfetên zêrîn, ku bigiștî girêdayî dilbijokiya dagîrker a hêzên mezin ên rojavayî bû sûd wergirtine. Dewleta Iraqê, ya Qeter û Mîrekiyên ereb ên yekgirtî, ku bin erda wan bi dev re tije petrol bû û Qiraliyeta-Yekbûyî çavên xwe berdabûyê, bi vî awayî ji tune de hatin avakirin.
Bitenê di destpêka salên 1990î de, Kurdan karibûn ji bûyereke ku qedera wan a heta wê gavê derbas kir fêdê bibînin. Dagîrkirina Kuweytê ji alî artêșa Sedam Hisên ve û pașê jî têkçûna wî, rê li ber xweseriyeke defakto ya bașûrê Kurdistanê vekir. Ev xweserî piștî dagîrkirian Iraqê ji alî hevkariyeke leșkerî ya biserkêșiya Dewletên Yakbûyî bi du salan, di 2005ê de hate nas kirin. Lê vê destketina, ku hîn jî ne misoger e, çarenivîsa Kurdên di bin desê welatên din ên herêmê de ne baștir nekiriye. Li gor rewșê, ev gel hatiye pelçiqandin, xapandin, bitenê hatiye hiștin; lê carna jî gelekî alîkarî û piștgiriya wî – ji Filistîniyên ku ew jî weke wan bêdewlet in – bêtir hatiye kirin. Li vir meriv dikare ji xwe bipirse; gelo bitenê ne ji ber meyla pêkanîna hevkariyên xeter ên piraniya serokên Kurdan e, ku gelek caran ev gel hatiye xapandin û hêvî șikestî bûye? Di destpêka salên 1970yî de, Kurdên bașûr ên ku beriya deh salan li dijî Bexdayê dest avêtibûn çekan, ji ber ku xwestibûn bi dirêjiya șerê Çiriya pêșîn (1973) li gel artêșa Îsraîlê șerê Ereban bikin. Di encama vê helwest de, Kurdan piștgiriya piraniya çepên ereb wenda kir. Di 1975ê de, pêșmergeyên ku ji aliyê Bexdayê ve hatibûn pêșwazî kirin, beleheq li bendî alîkariya leșkerî ya ku Washingtonê soz dabû wan man. Lê ew heta îro jî, li dijî bandora Sovyet û Rusyayê ya li herêmê, ji bo Emerîkiyan hevkaren serketî ne. Piștî ku rewș hate guhartin: Şahê Îranê û Sedam Hisên peymaneke așitiyê îmze kirin, Tehranê Kurdên bașûr bitenê hiștin, ew terkî qedera wan kirin, Washingtonê jî çav berdabû projeyên mezin ên pêșxistina aborî ku birêvebirên Iraqî dabûn destpêkirin. Kurd êdî nema bikêrî wan dihatin.
Ev dîrok li ber çav hate girtin ? Şika me jê heye. Di 1991ê de, Géorge W. Bushê bav gazî li heman Kurdên bașûr kir ku li dijî Sedam Hisên serî rakin. Ev gazî jî, bû sedema bi hezaran kuștî, mirî û birîndaran bêyî ku alîkariya sozdayî ya Amerîkiyan pêk bê. « Îxanet »eke din : di çiriya pêșîn a 2019ê de birêveberiya Donald Trump biryara vekișîna leșkerên xwe ji bakurêrojhilata (Rojavayê Kurdistanê) Suriyê da, ku vê yekê jî rê li ber dagîrkirina herêmê ji alî Tirkiyê ve vekir û hêzên Kurd bûn qurbaniyên vê yekê, ku heta niha jî li gel Rojhilatiyan șer li dijî Rêxistina Dewleta îslamî (DAIŞ) dikin. Gelo em ê mezin bikin ku em li vir bahsa qederê bikin: gelo Kurd miletek in, ku nikarin xwe ji qedera xwe ya “șervanên alîkar ên bi kêfa xwe serfkirin û gorîkirinê” rizgar bikin? Di 2019ê de, hertim, hêzên rejima suriyeyê bûn ku bi hawara Kurdên di bin tehdîda êrîșa tirkî de bûn hatin. Ji destpêka șerê siwîl de, Şam û Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD), pêkhata serekî ya kurd li Suriyeyê, ku bitaybetî jî, weke baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Tirkiyeyê çalak e tê hesibandin, rêza peymaneke êrîșîhevnekirinê digrin. Lê heta kengî? Kî dikare piștrast bike, ku di maweyê çend meh an salan de, rejima Suriyeyê dê li hemberî Kurdan, weke ku di adara 2004ê de li hemberî “serîhildana” Qamișliyê pêk anî, șidetê bikar nêne? Her wiha ki dikara jibîr bike ku PKKya ji alî Suriyeyê ve dihat paraztin û demeke dirêj Suriyeyê piștgiriya wê kir, bi lihevirineke di navbera Şam û Enqereyê (1999) de bêparaztin û piștgirî ma?
Hin dikarin bêjin ku derfeta Kurdan a ku hevkariya xwe bixwe hilbijêrin qet tunebû, hetim ji mecbûriyeta ku demeke kurt be jî jiyana xwe biparêzin ya ku li ser wan hatiye ferzkirin qebul kirine. Helbet, weke ku dîroka gelan tucaran ji berî de nehatiye nivîsîn, divê berî her tiștî em destnîșan bikin, ku mêzêna hêzê hin bihin di nav dinya kurdan de jî diguhere. Yekdengiya ku ji ber pêdiviya têkoșîna acîl hatiye ferz kirin, ji alî nifșên ciwan ve her ku diçe kêmtir tê pesinandin. Heke ew biberdewamî têkevin nav têkoșîna ji bo danasîna nasname û çanda xwe jî, ew xwe ji ramanên miletperest dûr dikin û bêtir bala wan li ser rêzgirtina prensibên demokratik û li hevkirina biryarên stratejîk e. Bi saya hebûna piștgiriyeke rastîn a li dinyayê – li hemberî ew hinde birînên bêceza wergereke kêm zêde vekirî ya wîjdanekî xirab –, neteweya kurd a yekgirî bi rastî jî weke asoyekî ku divê meriv bighêyê dimîne. Di destpêka sedsala XXIê de, di vê saeta ku serûbinbûnên mezin Rojhilata Nêzîk tehdîd dikin û dewletên heyî hildiweșin, fikra Kurdistaneke serbixwe, yan endama avayiyeke federal a hîn berfirehtir, nexwe hîn bi temamî nemiriye.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir

Beza bêdawî ya roja kurdî

Olivier Piot

Ji dawiya șerê yekem ê cîhanê bi vir de, têkoșîna Kurdan a ji bo danasîna mafên xwe yên siyasî, zimanî û çandî hertim li dijî berjevendiyên welatên ku ev gelê bêdewlet lê dijî bûye. Bi dirêjiya salan, ev șerê bêrawestan ji herdem bêtir girêdayî pêșketina kriz û nakokiyên ku Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê dihejînin maye.

Di payiza 2019ê de, dîroka dûr û dirêj a bêtalîhiyên siyasî yên gelê kurd rûbirûyî bûyerên nû yên xemgîn bû, ku Federasyona démokratîk a Sûriyeya Bakur jî xiste xeterê (gotara Mireille Court û Chris Den Hond bixwîne, rûpel 76). Di 9ê çiriya pêșîn de, artêșa tirk, bihevkariya milîsên sûriyeyî, kete vê herêma ku ji alî siyasî ve ji 2013ê virde xweser bû û bi awayekî giștî jê re Kurdistana sûrî yan jî Rojava tê gotin. Operasyona eskerî ya binavê “Kaniya aștiyê” ku piștî îlana vekișiyana hêzên emerîkî ji Sûriyeyê (6ê çiriya pêșîn) ji aliyê Enqerê ve hate dest pê kirin, erda pêkhata federasyona demokratîk a Rojava dabeș kir. Di 22yê çiriya pêșîn de, Recep Tayyip Erdoğan û Vladimir Pûtin li Soçiyê peymaneke deh (10) xalî di navbera tirk û rûsan de îmze kirin û pê li Bakurêrojhilatê Sûriyeyê guherankariyeke nû ragîhandin. Tirkiyeya ku berê di 2018ê de, Efrîn dagîr kiribû, îcar bi dirêjayiya sînorê xwe yê heyî, kontrola șerîteke sed kilometrî dirêj û sîh kilometre jî fireh girte ser xwe. Yekîneyên Paraztina Gel (YPG), bazkê çekdar ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku ew bixwe jî șaxê Suriyeyê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Tirkiyeyê çalak e, mecbûr man dev ji beșeke axa Suriyeyê ya ku kontrol dikir berde. Piștî vê bûyerê, ewlehiya herêmê ji alî hevkariya ku nedihatepayîn a milîsan; dewriya alayên rejima Sûriyeyê, Rûsya, Îran û divê em ji bîr nekin leșkerên Tirk ve hate “misoger” kirin.
Di dîroka xwe ya xemgîn de, şervanên kurd careke din ji aliyê hevalbendên xwe yên dohî ve bitenê hatin hiştin. Li hemberî êrîşa nû ya leşkerî ya Erdogan –ji 2016ê virde cara sêyem e–, Washington, Parîs û Berlin beriya ku ji ber efendiyê Enqerê vekişin kêm zêde nerazîbûna xwe diyar kirin. Hevkarên ji 2015ê de, şervanên ereb û kurd ên Hêzên Suriyeya Demokratîk (HDS), hevkariya navneteweyî ya li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ yan jî Daiş) nikaribû Kurd rizarbikirana. Ev hêzên alîkar ên leşkerî yên Rojavayiyan li Suriyeyê, ku hesinê serê rima serekî ya têkoşîna li dijî hêzên şervan ên Xelîfeyê xweragihêner ê tevgera cîhadîst ji 2014ê virde, di encamê de bitenê ma û her pêşkêşî dilbijokiya hevbeş a Enqera, Șam, Moskova û Tehranê hate kirin.
Bi vî awayî “xewna kevnar”a gelê kurd a bidestxistina mafên netewebûn, dewletbûn an jî bikêmanî, serweriyeke li ser axa xwe ya berfireh (500 000 km2) a li Rojhilata nêzîk ku ji Mahabad ta Hewlêrê û ji Diyarbekir ta Qamișliyê digre nav xwe, careke din ji nû ve têk çû. Çibigre ji sedsalî de ye, nakokiyên herêmî û pêșketinên jeopolitik nikarin rê li ber cîguhertina navenda erdkêșiyê ya pirsa kurdî di navbera van çar qutûban de bigirin. “Roja kurdî”, ev sembola amblematik a 21 tîrêjî, ala gelekî bê Dewlet, ji destpêka sozên nehatin girtin ên hevkaran piștî șerê yekem ê cîhanî, ji welatekî beziya welatekî din. Di 1946ê de, li Rojhilat derket, ango li Îranê, li ser Komara kurdî ...

* Rojnamevan, nivîskarê «Kurdes, les damnés de la guerre / Kurd, naletiyên şerî», Les Petits Matins, Paris, 2020.

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademir




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues