SERÊ YEKÊ
Hesencano, Hesencano, Bê dirliko, bê xudano... Gundîê te jar, - Timê stuxar, Sal derbazbûn, Wan têr nexwar.
Hesencano, Hesencano, Tu warê derdê girano... Mêrgê hêşîn, - Timê te şîn, Bnelîê te Tim dilbirîn.
Hesncano, Hesencano, Malxravo, malwêrano... Pîrka min wa tim distra.
Wextê ew minra digerîya, Xeberdida boy halê gundîya Û em diçûne fêza gund, Rûdiniştin tepê bilind, Minra çîrok şirodikir, Şiro dikir, hêdî-hêdî Tiştê emêb û nedîtî.
Min jê pirsî: “Were pîrkê can... Çiye menîya wan kulê tegiran, Wekî timê tu wa dinelî, Nifira dikî, xweda dikelî?”
Ewê kesera giran kişand Û minra got gilîyê han: “Lao, tu hela biçûkî, Ku mezinbûn tuê bizanbî”. ***
Û rojekê ez nav cîda- Bavê min bi hêrs xeberda: -“Ber li me bûye rûhistîne, Ewê zevîyê ji me bistîne, Ewqas xerc ezê ku bînim, Ku bidimê, jê xlazbim?.. Vê sibê ji barê oynbaz
..... |