La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Apo, Osman Sabrî


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1974-01-01, Şam
Préface : | Pages : 160
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Seb. Apo. N° 59Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Apo, Osman Sabrî

Apo, Osman Sabrî

Osman Sebrî


Compte d’auteur


Osman Sebrî di nav Kurdistana Navin de bi navê "Apo" hatiye nasîn. Di nav Kurdan de pirsa "apo" gelekî giranbiha ye û ew kesên ku ten hezkirin û pebawerkirin,an ji'en navsal, xwedizanin û serpehati bi vî rengi tên navandin. Gotinen van kesan ten bihistin û herkes heviya rindiye, qenciye, lêbanînê, alikariyê û şiretan ji wan dikin. Li her dereke xwedi cî û gotin in. Nemaze gava ev mêrxas yekekî wekî Osman Sebrî be, giraniya vepirsê bêtir dagirti ye û lêvkirina (telafuz) wê ji gelekî awadar û nermtir e.
Herçend ku li Kurdistan bi hezaran kes bi navê "apo" tên bangkirin jî, gava merov li Kurdistana Navîn û li derveyî welêt vê pirsê tine ...


OSMAN SEBRÎ
Mêrxas û şoreşgerê bê hempa (1)

Osman Sebrî di nav Kurdistana Navin de bi navê "Apo" hatiye nasîn. Di nav Kurdan de pirsa "apo" gelekî giranbiha ye û ew kesên ku ten hezkirin û pebawerkirin,an ji'en navsal, xwedizanin û serpehati bi vî rengi tên navandin. Gotinen van kesan ten bihistin û herkes heviya rindiye, qenciye, lêbanînê, alikariyê û şiretan ji wan dikin. Li her dereke xwedi cî û gotin in. Nemaze gava ev mêrxas yekekî wekî Osman Sebrî be, giraniya vepirsê bêtir dagirti ye û lêvkirina (telafuz) wê ji gelekî awadar û nermtir e.

Herçend ku li Kurdistan bi hezaran kes bi navê "apo" tên bangkirin jî, gava merov li Kurdistana Navîn û li derveyî welêt vê pirsê tine ser zimanê xwe, bitenê Osman Sebrî tê bira merov. Jiber vê yekê me jî li serpirtûkê ev navê hêja danî.

Nivîsandina jinenigariya Osman Sebrî ne gengaz e. Gava yekek bixwaze bûyeren giring ku di jiyana wi de destekî bala leyistine binivîse, dive ew her bitenê jimaran (reqem) li dûhev binivîse. Jiber ve yekê emê bûyerên ku em di serpêhatiyên wî de agadar in, di rûpeleke xweser de, bi kurtî rêz bikin, da ku di rojên pêşende de ji bo Diroknivis, Kurdnas û pisporan bibe çavikek. Bi kurti: Osman Sebri di sala 1905 de li Narincê / Kudistana Bakur çaven xwe vekirine û di sala 1915 de jî bavê xwe Sebrî, ku Serekeşîrê Mirdasan bûn wenda kiriye. Ape wî Şûkrû perên xwe li ser wî re vegirtine û ew ji bo doliwgeriya Cidara) eş ire pek aniye. Di saıa· 1922 de dibistana "Rfiştiye" kutayi aniye. Her du apen wî (Şûkrû Nûrî) ji ber têkeliya Şoreşa Şêx Seid, li Arnedê (Diyarbakir) hatine dardakirin û Osman ji bi xwe ta dawiya 1928 li Denizli (bajarek li rojavayê Tirkiye) di girtigehê de maye. Di sala 1929 de careke din tê girtin û vê carê wî li Meletiyê (Malatya) dibin ber Dadgeha Cengi (Diwani Herb). Gava keys dikeve deste wî, ew devê xwe dide ser rêya Kurdistana Navin (Suriye) û di 24.11.1929 de derbasî binxetê dibe.
Wek Osman bi xwe ji dibeje, xebata welatparêzî û jiyana wî ya rêzanî bi rengekî xwenas di vê demê de dest pê dike û ta roja îro domdar e.

Ger em di jiyana wî de sala 1928 destpeka têkoşîn û xebata welatî bigrin, em dikarin bibêjin, wî 53 salên ji eş, zîvarî û serbilindî li  dev xwe hiştin, iro ji ev rewş nehatiye guhartin.

Wek emê di rûpelê tê de jî, di bin "jiyana dirokrêzi" (kronolojik) de bibînin, Apo di nava van 53 salan de tene kariye 3 salan di "Nadi Kurdistan de kurdî hînî zarokên Kurdan bike û 5 salan ji bona debara xwe bixebite. Xuya ye ku bitene 8 salan kariye li mala xwe, di rewşeke kêmêş de bimine. Ta niha 12 caran hatiye girtin, 4 caran ji mal û Welet hatiye dûrxistin (surgûn), 5 caran ketiye bin rûniştina zordestî û niha ji be ku xwedî hemwelatiya (vatandaşlık) sûriye be, jiyana xwe li Şamê dibin çavneriya karbidestên sûriye de derbas dike. Herçend ku rêya ewropa ali ewropa tev law u keçên xwe û wek xwesparteki (mülteci) pê re vekiriye jî dev ji gel û welêt bernade û her xemgin û dilsoze welate xwe ye!

Ratingen, roja 11.3.81 Hemreş Reşo

1) Jiber ku gelek kes hezkirin, pebawerî û bendewariya min bi ûsnan Sebrî re bi merovatiya me bi hev re gire didin, dive ez li vir bidim ber çavan ku em û malbata Osnan tenê bi jinan (jina apê wî şûkrû xaltiya min bû) digehan hev, weki din eşir û ela me jî ji hev cuda ye. Hezkirina min bi tenê jiber ku min bi direjiya jiyana xwe ya rezanî (siyasi) de ta niha kesek wek wî nedit ku xwe welê bi dil û giyan, bi baweriyek xurt û xwenas, bê perwa û xof daye ser reya gel û welêt.

Ne bê diravî, ne bê malî, ne ketina zindanan, ne biryarên dardakirinê (idam), ne şandina nav merxuran (yamyam) li Girava Madagaskar, ne karbidestê Tirk, Ereb, Ingliz û Firensiyan karibûn vina wî a pola, baweriya wî ya xwenas (bilinçlî) bişkênin.

Ev e: Apo mêr e, mêrxas e, şoreşger e, çepê gelê xwe ye û di rewşa xwe de jî bê hempa ye...
Ma gelo çima lê heznekim?!..

Hemreş Reşo

Osman Sabri
Nivîsevar û Helbestvan

Di xwendin û nivisandina Kurmancî de Osman Sebrî jî şagirtê rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bû. Piştî derketina kovara Hawarê di sala 1932 an de ewî z û  te de dest binivisandinêkir.
Di êşiê de, bi kurdiyeke rast nivîsandin je re jî hêsan bû û Mîr je re rêz û dûzanen zmên digotin. Lê, herwekî Osman peyayekî zirek û hingê xort bû û bi kurmanciya axaftinê xweş dizanî, di demeke kurt de xwe hinî kurmanciya nivisandinê, Kunnanciya bilind kir. Li ser vê, di Haware de, nivisarên wî yên rengareng derketin: Li ser dirok, civat, zman, -sinç û serpehatiyên tevel. Thomas Bois, kurdinase binavûdeng, di kiteba xwe de "Connaissance des Kurdes"-Naskirina Kurdan- bi pesn behsa awayê nivisandina Osman sebrî dike û kefa xwe pir ji çirokên wî yên li ser nêçir û neçirvanan tîne.

Lê, meydana ku lê, ji hertiştî bêtir, û Sabrî şarezahiya xwe nişan dide helbest û marşên wî yên neteweyî ne. Bi hezaran law û keçên Kurd ên Sûrî Tirkiye bi xwendina wan ji kurdbûna xwe ageh bûne, hej welat  û  miletê xwe kirine, ji bo azadiya wan rabûne ser xwe û canbezariyine mezin kirine û iro ji dikin.

Belavkirina wan welatparêziyeke mezin e.

12.3.1980
Dr. N. Zaza

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues