La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çikûs


Auteur :
Éditeur : Aram Date & Lieu : 2003-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 140
Traduction : ISBN : 975-8242-60-1
Langue : KurdeFormat : 135x203 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 6070Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çikûs

Çikûs

Selefxwer Harpagon çikûsekî ewende, çavê wî ji male dinyayê ter nabe û kirêt e ku perên xwe ji xwe û zarokên xwe jî vedişêre, dixe bin erdê; tevî temenê xwe yê şêst salî û keftariya xwe dixwaze dildara lawê xwe ji xwe re bîne, ji lawê xwe re jî jinebiyekê bîne û keça xwe ya ciwan jî bide kalekî dewlemend. Di mesela zewacê de jî, ji ber çavçikûsiya xwe, dike mala xwe û ya zarokên xwe jî bi destê xwe xera bike, lê jê re li hev tê û bi saya comerdiya xizmên xwe ji vê rewşa trajîkomik bi hêsanî rizgar dibe.

Kesayetiyên mezin ên Molière yên wekî; M. Jourdain, Argan, Alceste, Tartuffe û yên mayî hemî jî tevî zeafên xwe hin aliyên wan ên mirovî hene, hinekî dilê mirov bi wan dişewite û ev yek jî rê nade ku mirov bi xwe bigire bi lewçetî û qeşmeriyên wan bikene.

Harpagon kesayetiyeke wiha ye ku ji van kesayetiyên navborî hemiyan cihê ye. Ew ji hemî hîsên mirovî; yên bavîtiyê, dostaniyê, xirabî û qenciyê, mêrxasî û tirsonekiyê bêpar e. Ew bi tenê mirovekî çikûs û nekes e. Çi bikin jê, çi bê serê wî ew disa çikûs, pintî, dilkevir û selefxwer e. Mezinahî, giranî ji bo wî bêmane ye. Ew sermest û serwendayê çikûsiyê ye.

Gava kenê mirov tîne, kesek nikare rê li ber bigire û bide rawestandin. Lê ev yek ne li ser guhekî Harpagon e, ew qet li xwe jî ho venade. Wekî me got, heşê wî fikra wî her li ser çikûsiyê ye.





Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues