PÊŞEK
Di hinkî dînan da, baweriyek wiha heye, ku însan dimire, canê vî (ruhê wî) vedigere dunyayê, dikeve bedena însanekî din.
Heta ku min, Dîwana Seydayê Abdûrrahman Durre. nedîtibû ev yeqînî, bi min pir sivik dihat. Lê piştî ku min, dîwana Wî dit, ez jî, tev li wê bawerîyê bûm; belê, bi Ferqekî: ew dibêjin ku ruhê insanekî di keve bedena însanekî lê ez, di bêjim; ruhên ku ketine bedena seydayê me, ne bi yek û dudu û sîya ne. Tu dibê Qeyê? ruhên temamê rehmetîyên şair û alimên kurda, di bedena seydayê Durre da, kom bûne (içtima kirine)
Ma qey kî ture? Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mewlana Xalid, Melayê Bate, Ehmedê Xani û Seydayê Cîgerxîn.
Di diwana Durre da, wek Cizîrî eşq û tesewwuf heye wek Feqiyê Teyran, Eşq û destan û tarix heye, wek Melayê Bateî, Dînîye, bi Qewmîtîyê (gelperwerîtiyê) jî, ji Ehmedê Xanî Û Seydayê Cigerxûn, pir derbas bûye, di felsefa din dajî., Wek Bapîrê xweyê Mewlana Xalide.
Di derheqê diwana Seydayê Durrê da. Ez çi bibêm; kêm dimîne, ji ber ku ez, qenc ji ilmê wî, fêhim nakim. Lê ezê, bi beytekî xezûrê xwe (Abdurrahîm Rahmi Zapsû) qenaeta xwe, îfade bikim: Xezûrê min, ji bo melayê Cizîrî wiha goti-ye: (...mala ku Feqîr ma bû, te tijî Dur û cewher kir)
Di vir da, qesta xezûrê min, ji malê, Kurdistan e. Ez, jî, ji Seydayê xwe yê mezin Abdûrrahman Durre, ra dibêjim: Welatê ku Feqîr mabû te jî, tijî Durr û gewher kirine. Sed aferîn ji tera,! destê te sax be û bîji.!
Ez, van çend pirsan dibêjim û yeqin dikim ku wê, temamê kurda, ji te ra ebediyen minnetdar bin. 'Şîrê Dayka welat, lî te helal û xweş be.”
15.6.1992
Mûsa Anter
Felek Kanê
Felek kanê hevala min, kûda çû wan demên xweş ka? Kuda çû çav xezala min, şepala dêmgûla geş ka?
Çi bû ka war û zozanê, welatê Serhedê kanê? Birindar im ji Lozanê, gelo roja şevareş ka?
Kuda çû kanê Yezdanê mûbarek, Ehrumen kanê? Çi lê bû dînê Kurdistanê, ka Zerdeşt û Laleş ka?
Ferayî. şirik û şar û gûlik, cênîk û kofî ka? Gûlê, zozan û Dîdar û Kewê, seyran û çavreş ka?
Li ku ma serwînaza, serfîraza war û zozana Kebok û werdek û qaza, kubar û kaw û xweşmeş ka?
Kuva çûn, mîr û axa û beg û paşa û serdarê Bilîs û Erzen û Wan û Cizîr û Textê zêrkeş ka?
Beran û ejder û şêr û piling û dêwê azadî Serok û rehber û rêzan û şorişvanê pir weş ka?
Çi bû Eskîf û ka Bazî, Meyafarqîn û Mervanî Çi lê bû Çarçira Qazî, Mehabad û çil û şeş ka?
Birîndarê xwe ra yarê, ji lêvan kevser û mey da Ji Seydayê birîndarê me ra, ew par û ev peş ka?
..... |