La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ber bi Binxetê ve: Rojnivîska Rojava


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 212
Traduction : ISBN : 978- 605- 5279-28-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sav. Ber. N° 5408 Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ber bi Binxetê ve: Rojnivîska Rojava

Ber bi Binxetê ve: Rojnivîska Rojava

Fatma Savci

Avesta

Civaka kurd ji her alî ve civakeke derengmayî ye. Sedsala 20an ku bi sedan dewlet hatine avakirin, ji bo kurdan perçebûn bi xwe re aniye. Hedefa xetên têlan ne tenê beşkirina welatê kurdan e, bi wan sînoran xwestine hişmendî û bîreweriya civakekê jî têk bidin. Lê tevî ku nêzîkî sed salî û çend nifş di ser re derbas bûne jî, ew di mêjî û muxayila her kurdekî de "serxet" û "binxet" e, "jêr" û "jor" e. Û vêga, îro; tu hukmê wan sînoran nemaye.
Welatê me, rojavayê Kurdistanê di merhaleyeke dîrokî re derbas dibe. Her tişt li ber çavan e. Em dibînin, têdigihin, giringiya wê ferq dikin, lê mixabin tenê temaşe dikin, me bixwe, xwe li derveyî lîstika jiyanê hiştiye.
Fatma Savci wek kurdek, bi vê rola temaşevaniyê ne razî ye û vê carê herçiqas bê çiya jî be, xwe dispêre deşt û newalên welatê xwe; dikeve ser "riyên bi talûke" ên binê xetê, di demek pir xeter de bajar bi bajar, gund bi gund, dibistan bi dibistan, mal bi mal digere û wêneyê jidil ê Rojava dikşîne.
Fatma dibîne, nîşan dide, balê dikşîne ser meseleyên bingehîn û îqaz dike.
Tam di wextê xwe de... Ku ne niha be kengî?

Fatma Savcı - Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye ji dayik bû. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di sala 1992an de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin. Di dawiya sala 2003an de, ji zindanê derket derve. Hîna li hundir helbestên wê di kovar û rojnameyên kurdî de belav dibûn. Piştî derket kitêbên wê yên helbestan Gulên Qasid, Xewnên Zîvîn, Bîra Birînê û peşxana bi navê Şewq û Payiz ji weşanên Avesta derketin. Ristika Morîkan kitêba wê ya çîrokan a yekemîn e. Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û xebatên xwe yên wêjeyî di çavê dûrbûneke tîrtir de, li zeman û serdemeke sartir didomîne.


Ji bo wan keçên ku “Eger ew heqê xwe helal nekin, ev xelk rûyê bihuştê nabîne” diyariyek bi libên qurnefîl û mortkên şîn neqişandî...

PÊŞGOTIN

Em kurd heya vê sedsala 21. jî xwediyê trajediya welatekî çar perçeyî û bindestiyeke nebînayî ne. Lê tevî vê rastiya ku rê nade tu xweşikayî, hêvî û azadiyan jî, divê nifşên me yên niha bi çirûska ronahiyê şa bin. Heq e ku li bendî pêkhatina xewna azadiyê bin. Hêja ye ku bendewarên azadî û rûmetê bin. Her çiqas cîhanê qonaxa netewebûnê û welatekî serbixwe derbas kiribe jî, ji bo me kurdên ku hîna zimanê wan qedexe ye û sînorên di nav welatê wan de, her roj dibe sedema mirin û tunekirina wan, azadî ji her tiştî pêştir e. Sedema destwerdana Rojhilata Navîn çi dibe bila bibe, xwediyên destdirêjiya Rojhilata Navîn kî dibin bila bibin, lê wisa xuya ye ku wê hevkêşên vê herêmê biguherin û pêvajo û projeyên nû dest pê bikin. Bi destpêkirina vî çaxê nû re, wê rol û statuya kurdan jî were guherîn.

Karekterê azadiya wê çi dibe bila bibe, niha li Kurdistana Başûr ne bi temamî be jî, perçeyek xaka me ya bi navê "Kurdistan” heye. Ji Adara 2011an ve, bi pêla “Bihara Erebî” re dagirkerên rejîma Sûrî jî kete rojeva cîhanê. Helbet azadiya hemî kêmneteweyên vê herêmê û ya gelê Kurdistana Rojava jî. Ev beşê rojavayê Kurdistanê, di sala iç 23an de, bi Peymana Lozanê re, bû beşek ji xaka Sûrî. Bi vê civîna Lozan a Swîsreyê ku di navbera Tirkiyê, Fransa, Îtalya, Japonya, Yekîtiya Sovyet, Yugoslavya, Bulgaristan, Portekîz û Qraliyeta Yekbûyî ya Ereb de hate kirin, rojavayê Kurdistanê bû dagirkeriyeke navnetewî.

Jiyana kurdên rojavayê Kurdistanê bi qedexe û polîtîkayên nîjadperest ên rejîma Sûrî bihûrî heya niha. Di 1962an de, dewleta Sûrî biryara hejmartina awarte da û 120.000 (sed û bîst hezar) kurd ne hejmartin û ew wek “biyanî" (ecnebî) hesibandin. Ango ew bê nasname hiştin. Di sala 2000an de, hejmara van kesên li welatê xwe “biyan" û bê nasname bûn 300.000 (sêsed hezar). Li gor ku ev kes wek xerîb hatine hesibandin, nexwe ne xwediyê mafên hemwelatiyê ne. Mînak mafê van kesan tuneye ku di karê dewletê de bixebitin. Ew nikarin bibin xwediyê mal û milk. Ew eger bibin xwediyê milk jî, li ser navê hemwelatiyekî din dibin. Ev kes ji mafên civakî û siyasî yên ku hemî hemwelatî jê sûd werdigirin mehrûm in. Zarokên wan heya dibistana seretayî ji dewletê alîkariyê digrin, jê û pê ve, ew bi derfetên xwe didin xwendin. Lê her çiqas zarokên wan zanîngehê biqedinîn jî, ew mafê wan tune ye û wek qanunî qedexe ye ku di saziyên dewletê de bixebitin.

Lê rewşa hin kurdên Rojava heye ku hîn rewşa kurdên bê nas-name xirabtir e. Ev jî ew kesên kitim in. Navên van kesan bi tu awayî di tu qeydên dewletê de nayên dîtin. Ji ber ku navên van kesan di qeydên dewletê de tune ne, ew nikarin bi awayekî fermî bizewicin jî. Eger dê an bavê zarokekê ji van kesên kitim bin, ew zarok jî bi awayekî otomotîk dibe kitim. Ev zarokên kitim jî di qeydên dewletê de cî nagrin, mafên wan bi qasî yên kurdên bê nasname jî tune ne. Ku bi derfetên xwe jî be, ji derveyî dibistana seretayî nikarin dibistanê bixwînin. Ev kesên kitim ji dêvla nasnameyê, kaxezeke spî hildigirin.

Dewleta Sûrî bi van kiryar û polîtîkaya ji derveyî mirovahiyê jî ranewestiya. Di sala 1963an de, bi dirûşma “Erebûyina Cizîrê”, re projeya "Kemera Erebî” li ser kurdan ferz kir. Di navbera sînorê Sûrî û Tirkî de, (ku bixwe sînorê di navbera Kurdistana Bakur û Rojava de ye) ereb bi cî kirin. Ji bo ku têkiliya di navbera kurdên Bakur û Rojava de bibirin û kurdan îzole bikin, 300.000 kurd ji ciyên wan derxistin û koçber kirin. Navên gund û bajarên wan ên kurdî guhertin û kirin erebî.

Di i972an de, rejîma Be‘s bû desthilatdar. Rejîma Be‘s ku bingeha wê nîjadperestiya erebî ye, bi helwest û polîtîkayên hişk bîn li kurdan çikand û projeya “Kemera Erebî” domand. Di sala 2004an de, di encama van polîtîkayên nîjadperestî de, li ser leyistika futbolê bûyerekê di navbera kurd û erebên herêmê de rû da. Ev bûyer bû sedema serhildanekê li hemî Rojavayê Kurdistanê. Sî kurd hatin kuştin û bi hezaran kurd hatin zindan kirin. Kurdên Rojava bi hemî hêza xwe piştgirî dane beşên din ên Kurdistanê, bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna Başûr, Bakur û Rojhilat bûne. Lê cara yekem bi hev re ji bo kiryar û polîtîkayên rejîma Sûrî re gotin na û daxwaza demokratbûn û azadiya xwe kirin.

Piştî pêla “Bihara Erebî” gihişt nava welatê Sûrî, erebên muxalif û rejîma Be‘s ketin qirika hev û şerekî xedar dest pê kir, valahiyeke mezin a siyasî, leşkerî, îdarî derket holê û kurdan ji vê yekê sûdeke mezin wergirt. Di 19ê Hezîrana 2012an de, kurdan dest danîn ser îdareya bajarê
Kobanê û bê ku xwînê ji pozê erebekî bînin ji bajêr deranîn. Di 21ê Hezarîna 2012an de, bajarê Efrîn, Cidêris, Amûdê, Tirbêsiyê û hwd kirin dest û birêve birin. Di navbera 9-10ê
Tirmeha 2012an de, li Hewlêrê 12 partiyên kurdan hatin cem hev û di bin çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de “Desteya Bilind” ava kirin. Tevî hemî problemên heyî, di demeke kin de, artêşek bi navê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) ava kirin. Di dibistanan de dest bi dersên zimanê kurdî kirin û meclisên gel ku bikarin xwe bi xwe birêve bibin saz kirin.
Kurdên Rojava ku hejmara wan bi qasî çar milyona ye, niha hewl didin ku bi kêmneteweyê li herêma Kurdistanê wek ereb, asurî, suryanî, ermenî, durziyan re bi awayekî demokratîk, wekhev û azad bijîn. Daxwaz û polîtîkaya piraniya partiyên kurd ên rojavayê Kurdistanê ew e ku, tevî şerê çekdarî nebin. Ne li gel Artêşa Azad ku wek nûnerê muxalefeta Sûrî tê zanîn cî bigrin û li hember rejîma Sûrî şer bikin, ne jî li cem rejîma Sûrî cî bigrin û li dijî muxalefetê şer bikin. Ew riya çareseriyê di rêbazên têkoşîneke demokrasî û diyalogê de dibînin û dibêjin: rêbaza şer ne li gor berjewendiyên gelên Sûriyê ye.

Tevî ku Kurdistana Rojava wek erdnîgarî beşek piçûk ê welat e û hejmara wê hindik e jî, roleke mezin di têkoşîna azadiya kurdan de leyistiye. Ne tenê bi awayekî manevî piştgiriya beşên din kirine. Bi hezaran ciwanên wan tevî têkoşîna Bakur û Başûr bûne û bûne fedayiyên azadiyê. Ji derveyî vê Rojava, bûye hêlînek û himêzeke mezin ji bo kurdên li beşê din xwe lê bigirin. Bi sedan kurdên ku ji Bakur, ji ber zilma Tirkiyê reviyane xwe li Rojava girtine û kar û xebatên xwe li vî beşî domandine. Mînak Celadet Alî Bedirxanê ji mîratiya Cizîrê û pêşengê gramer û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî, xwediyê kovarên “Hawar" û “Ronahî" yê xwe li vir girtiye û heya çûye ser dilovaniya xwe, bi kurdên rojavayî re mil bi mil xebitiye. Cegerxwîn, helbestvanê navdar ku xwediyê bi dehan berhemên hêja ye, li Rojava rê li ber xwe vekiriye û xwe bêmirin kiriye. Qedrî Canê siyasetmedar, rewşenbîr û ku wek bavê helbesta nûjen tê nasîn xwe li Rojava girtiye û li wir kar û xebatên xwe meşandine. Osman Sebrî yê nivîskar û helbestvan û siyasetmedar heya mirina xwe li nav kurdên Rojava jiya ye û bi wan re bi gelek kar û xebatan ve rabûye. Bi kinayî, ked û rola Kurdistana Rojava di dîroka kurdan de bêhempa ye. Niha derfet çêbûye ku xewna xwe ya azadiyê pêk bîne û di nav malbata mirovatiyê de bi rûmeta xwe cî bistîne.

Kurdên Rojava jî wek hemî gelê cîhanê xwedî maf e ku ji bin nîrên rejîma dagirker derkeve û jiyaneke bi demokratî, aştî û azadiyê xemilandî bibîne. Niha çavên rojavayê Kurdistanê li hemî cîhana mirovperwer û azadîxwaz e ku piştgiriyê bide têkoşîna wan a azadiyê. Daxwaza wan ji hemî kurdên beşên din ew e ku hêza xwe bi ya wan re bike yek.

Çima min ev pirtûk nivîsî?

Di 2007an de ez û hevalekî xwe yê nivîskar ku ji rojavayê Kurdistanê bû, ji bo dîtin, naskirin û geriyana vî beşê welat çûn Rojava. Piştî ku li bajarê Kobanê, Efrînê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Heleb û Şamê geriyam min biryar da ku li ser serhildana 2004an dosyayekê amade bikim. Min gelek kesên ku tevî serhildanê bûbûn, kesên ku hatibûn girtin û di zindanên Sûrî de rastî işkenceyên gelekî xirab hatibûn, mirovên kuştî û birîndaran dîtin. Min bi alîkariya hevalê xwe û dostên wî nêzî sî hevpeyvînî bi vî xelkî û nûnerên gelek partiyên siyasî reçêkirin. Piştî ku ez ji Rojava derketim ku werim Bakur, li sînorê aliyê Tirkî bi qasî çend saetekî di bin çavan de mam. Lewra qasetên min ên ku min hevpeyvîn di wan de qeyd kiribûn bala wan kişandibûn. Wan ji min pirsîbûn bê ev qasêt ji bo çi ne û çi di wan de heye? Min jî gotibû: ez ji Mêrdînê me û nîvê xizmên min li Qamişlo ne, ev çîrokên jiyana malbata min e.
Carinan ez ji mûcîzeyan bawer dikim, lewra wan çend carî li kasêtan guhdarî kiribûn lê her carê dengê hunermend û nivîskarên ku beriya niha min bi wan re hevpeyvîn kiribûn pê ve tiştek nebihîstibûn. Kurdiya wergêrê ku guhdarî dikir têrî kiribû ku bizane ev kasêt ne talûke ne ji bo dewleta Tirkiyê û ev bê ziyan dîtibûn. Û kaset û hevpeyvînên min, bi vî hawî ji girtinê rizgar bûbûn.

Lê mixabin ku ew ji tiştekî din xilas nebûn. Ez wê çaxê li Stembolê bi malbata xwe re dimam. Xaniyê me yê kirê hêwî bû, avê di dîwarê xênî re davêt. Û ez wisa texmîn dikim ku kaset ji wir xira bûn û hew bikar hatin. Hîna kasêt li cem min in û dil nahêlim wan bavêjim. Min ji wan kesên ku hevpeyvîn bi wan re kiribû gotibû ku ez ê wek dosyayekê biweşînim. Ev sozek bû, lê mixabin min nikarîbû bi cî bînim. Min mahcûbiyeta vêyekê her jiya. Ev weke deynekî bû di stuyê min de. Lê êdî çax hat ku ez careke din herim Rojavayê welatê xwe û van rojên dîrokî bibînim û bijîm. Demeke hindik be jî, bibim şahidê van rojên wan î dîrokî. Û ne tenê ez bibînim, bi qasî ku min dît û jiya binivîsînim jî. Hêvî dikim ku ev nivîsên min hêjayî hêvî û xewna azadiya Rojavaya delalî ya welatê min be. Û wek dilopek avê, tevî derya ya keda zarokên wê bibe...

Hûn dikarin wêneyên nava kitêbê li http://www.facebook.com/wesanenavesta rengîn bibînin.

Gername

23yê Cotmehê, Sêşem

Û va ye ew roj hat. Talî min da rê. Nizam îro min çawakî ders da xwendekarên xwe. Hîç konsantre nedibûm û wek zarokek li bendî sibeha cejnê be, dilê min dikire kute kut. Ne ku biyaniya rêwîtiya me, ya rast her ku ji min tê û derfet dibînim yekser xwe li riyan diqelibînim. Bes vê carê cûda ye. Vê carê riya min ber bi xewneke min ya pêkhatî ve ye. Ez ê herim Rojavayê Kurdistanê. Zanim ez ê neçim nav gulistanekê, neçim welatekî turîstik, zanim pir bi talûke ye jî. Lê ev rêwîtî gelekî bi dilê min e. Erê ez ê herim perçeyekî welatê xwe yê ku heya beriya bi çend mehan jî di bin çewisandin, êrîş û polîtîkayên dijwar ên rejîma Be‘s de, wek birînekê dijeniya. Ez ê herim perçeyek welatê xwe yê ku hêdî hêdî xwe ji nav destên talankeran rizgar dike û hewl dide xwe ava û azad bike. Ez ê herim rojavayê welatê xwe yê ku bîna kurdewariyê jê difûre û tevî hemî awayên bindestiyê reng û nasnameya xwe winda nekiriye. Ev çendek e min li ber xwe dida ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues