La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana Jan (1987-1995)


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 110
Traduction : ISBN : 978-605-5585-90-7
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. . Dos. Diw. N° 4819Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwana Jan (1987-1995)

Dîwana Jan (1987-1995)

Jan Dost

Avesta

Sebeba çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye. Yan jî di hucre û medreseyan de maye û li ber xwe dide. Ew şêweyekî girîng e ji wêjeya me lê êdî di nefesên xwe ên dawî de ye.
Piraniya helbestvanên me yên nûjen jî nikarin li ser bingeha klasîkên xwe projeyên xwe yên afrênerî ava bikin, ew li hewa daleqiyayî mane. Ji rehên xwe qut bûne. Ku dibe qal û behs jî, tenê navên mezin jiber kirine. Nikarin di hundirê wan klasîkan de bigerin û dakevin kûrahiya deryaya klasîkan û gewheran ji xwe re berhev bikin.

Jan Dost - Li Kobanê, Kurdistana Sûriyê sala 1965an çêbûye. Xwendina xwe her li bajarê xwe heta lîseyê qedandiye. Li zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê bêyî ku temam bike xwendiye. Ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. Bi navê Mijabad, 3 gav û 3darek û Mîmame sê romanên wî çap bûne. Demek dirêj e li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zînê lêkolînan dike û di encamê de şerh û wergera erebî li Şam û Dihokê (1995 / 2008) û ya kurmancî jî li Stembolê (2010) çap kir. Gelek berhemên wî yên din ên çapbûyî hene.


KURTEJIYAN

Ez jî mîna derdên kurdan berhema adarekê me

Meha Adarê bû, 12ê mehê bû, sala 1965an, di êvareke hinekî sar de ez li Kobaniyê, ku li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê dikeve, ji dayik bûm.1 Diya min, a ku temenê wê çil û pênc sal derbas kiribû, hîn ez di zikê wê de bûm dixwest min ji ber xwe bike! Ew hem nexweş bû hem jî bi pîvanên wê demê û wê civakê êdî pîr bûbû û ne layiq bû zarokekê şîr bide! Êdî neviyên wê hebûn û bi gotina wê: diranek di devê min de nemabû lawo!

Ji bo ku min ji ber xwe bike jî gelekî hewl dabû. Wê carekê bi rûyekî ku xemgînî tê de tev li kêfeke nenas dibû gote min: lawo ez diçûm ser pişta tenûrê û min xwe ji wir diavête erdê. Min kevir dixistin qazanekê û radikir û di hewşê de dimeşiyam. Lawo tu bi malzorka min ve bûbûyî dirdirk û te xwe bernedida.
Ew diya heft keç û du kuran bû û pîrka heft heşt neviyan bû û bûbû pênc salên wê ku xwezayî

ji zarokanînê hatibû birrîn. Ez zarokê wê yê dawî bûm. Ango yê dehemîn bûm û navê min li taxa me bûbû lawkê pîrê. Diya min a (pîr) ji ber êşên xwe nikarîbû ez xwedî bikirama, loma jî xweha min Wehbiya xwedîkirina min girte ser xwe û ez bi şîrê firencî yê kîkoz (Guigoz) xwedî kirim.

Kalkê min ji Amûdê tê Kobaniyê

Bavê min melayê mizgefta Seydan bû. Ew mizgefta ku kalkê min şêx Salih (navê wî li min kirin, û ez bûme yekem Salihê di malbatê de) avakiribû.2 Şêx Salih wek xelîfeyekî şêx Ehmedê Xiznewî ji Amûdê berê xwe dabû Kobaniyê (me her digotê Erebpînar) û li wir dest bi irşada xelkê û belavkirina terîqeta Neqşebendî kiribû û bi hezaran mirîd li dora tekiyeya xwe civandibûn. Edî bûbû şêxê herêma berazan. Paşê zarokên wî jî dabûn pey wî (bavê min di nav de) û hemî ji Amûdê hatin û li Kobaniyê bi cih bûn.

Bi hatina kalkê min re civaka bajêr hate guhertin, dawet êdî qedexe bûn, def û dahol di dawetan de hatin qetandin û zirne hatin şikandin. Govendek li kû li dar biketa, mirîdekî du mirîdan berê xwe didanê û şahî xera dikirin. Civakeke weke ya Taliban hate avakirin. Lê li aliyekî jî zanîn, xwendin kitêb jî derbasî Kobaniyê bûn. Ez her dibêjim malbata Seydan kitêb û tenûr jî anîne kobanî, ne tenê ebayên reş.

Piştî mirina kalkê min di eylûla sala 1966an de, bavê min şûna wî girt û bû îmam û xetîbê mizgeftê, lê şêxîtî nekir. Şêxîtî û irşada xelkê teslîmî apekî min bû ku ew jî xelîfê şêx Ehmedê Xeznewî bû.

Oldarî, feqîrî û salên zarotiyê

Di wê mala oldar de ez xwedî bûm. Hîn berî ku ez bikevim dibistanê, bavê min Quran û Hedîsên pêxember bi min didane jiberkirin. Ez pênc salî bûm gava ku bavê min bi destê min girt û ez bi xwe re birim mizgeftê û hişt ez li Mihrabê hedîseke pêxember, ku min jiber kiribû, li pêşiya komeke mêran bixwînim.

Min çavên xwe li refikên kitêban vekirin, di nav hibr û kaxezan de mezin bûm, li berdengê qesîdeyan û mewlûdan û zikrê neqşebendî yê bêdeng û di Xitmê û Teweccih û Rabiteyan3 de zarotiya min ber bi xortaniyê ve hilkişiya.

Vê perwerdeya dînî, oldarekî hişk ji min afirand. Ez hinekî ji zarotiya asayî jî bêpar kirim û derdê min tenê Qur'an û xwendina kitêban bû. Tê bîra min diya min tim bi min re dixeyidî û digot: lawo tu jî wek hevalên xwe here cadeyê bilîze. Te xêr e tu bi ser van kaxetan de xwar bûyî? Te çavên xwe derxistin.

Li rex xwendina dibistanê bavê min deriyê zanîna olî jî li ber min vekir; eqîdeya îslamê, gramera erebî (Nehw û Serf), zimanê erebî, mêjûya îslamê, sîreta pêxember, ev hemî xwendina min a paralel bûn.

Xwendina min heta bekelorya (lîseyê) her li bajarê Kobaniyê bû. Rewşa bavê min a aborî nebaş bû. Wî bi malê zekatê îdara mala xwe dikir. Bêparî û mehrûmiya salên zarotiyê ji bîra min naçin. Ez tê digihiştim ku di rewşeke nebaş de dijîm, di eynî demê de em heşt xweh û bira diçûne dibistanê. Kincên mezinan li me piçûkan dikirin. Bûyerek zarotiya min heye hîç ji bîra min naçe. Ez di klasa çaran de bûm, mamosteyê me deftera cografyayê ji me xwestibû, diva bû rûpelek wê defterê xêzikî ba ji bo nivîsandinê, yek jî sade ba ji bo kişandina nexşeyên welatan. Min ji diya xwe re gotibû lê wê bersiv mîna hercar dabû min: ma benqa Sûrî bi min re ye? Min ji bêgavî deftera birayê xwe yê mezin, ku a sala par bû, bi xwe re biribû. Ew qetiyayî bû û pelên wê diweşiyan û têra xwe nivîsên berê li ser hebûn. Dema mamoste deftera min xwest da ku li karê min î malê (wezîfe) binere, hêrs bû û ew defter bi kerb di rûyê min wer kir. Wê demê xweziyeke tehl di gewriya min de herikî û hêsir di çavên min de biriqîn. Havînan ku dibû qiçeqiça rojê, dondirmefiroş kolan bi kolan digeriyan û bi dengên xwe yên dawudî bang dikirin: dondirme hoooooooooooo. Min bi xeftanê diya xwe digirt û mîna cewrikekî dikire kazekaz: yadê ka deh qurîşan ez dondirme bikirim. Hêdî hêdî deng nêzîk dibû: dondirmeeeeeeeee. Diya min dikire nirçenirç û bi şêx û weliyan sond dixwar ku qurîşek jî di berîka wê de tune. Dondirmeeeeeeee. Deng êdî dûr diket. Min jî hey bi dawa diya xwe girtî û pereyan dixwazim. Wê jî her digot: kuro ma tu fêm nakî, tune tune tuneeeeeee, ma ez pereyan ji te re ji bin erdê derxim! Deng dûr diket û êdî nema dihate bihîstin û diya min êdî digot: ha wa ye lawik jî çû. Dîsa xweziyeke tehl diherikî gewriya min. lê ku min carekê kevçiyek dondirme bi dest bixista êdî tu sînor ji kêfa min re nediman, min nedixwest ew guloka berfeşîrê biqede, lê mîratê diheliya, diherikî bi ser tiliyên min de û min ew bi lezzetek nebihîstî hindik hindik dialast.

Ji bilî van tehliyan û gelekên din ên wekî wan, xweşiyên wê demê jî têne bîra min. Mamosteyê dersa diyanetê di klasa pêncan de tim ez dibirim klasên şeşan û dihişt ez li pêşiya şagirtên wan klasan quranê bixwînim û digote wan: binerin ji we piçûktir e jî lê ji we baştir dixwîne.
Xelata yekem di jiyana min de sala i975an bû, pênûseke hibrê û amûrên hendeseyê. Di navenda çanda erebî ya Kobanî de pêşbaziya şagirtên Kobaniyê li dar ket û ez yê yekemîn bûm.

Rola malbatê

Birayên min yên ji min mezintir bi wêjeyê re mijûl dibûn; dîwanên Cizîrî û Cegerxwîn li ba wan veşartî hebûn. Keşkûlên wan hebûn helbestên kurdî tê de nivîsî bûn. Hijmarek du hijmarên Hawarê jî peyda dibûn li ba wan. Min bêyî destûra wan ew keşkûl bi dizî dixwendin û ez bi ser cîhana wêjeyê vebûm. Di dehsaliya xwe de min yekemîn helbest nivîsî. A rast ew du helbest bûn lê bi zimanê erebî bûn. Niha kenê min bi min û wan helbestan tê. Min bawer kiribû ku tiştê min nivîsiye helbest in, loma bi fedî min ew li ber palgeha bin serê birayê xwe yê mezin Melê Kurd danîn. Min dilê xwe xweş dikir û digot wê ew sibe ji xew rabe û gelekî pesnê şarezayiya min bide. Lê sibe hat û tu deng jê nehat. Birayê min yek peyv jî, ne çê ne xirab li ser wan herdu (helbestên) min negot. hêviyên min têk çûn û xewnên min şikestin.

Diya min bi xwe gelek malikên Cizîrî ji ber kiribûn, bêtir ev malik dubare dikir ku di bîra min de heta niha mane:

Ê ji xeflet te bibînit, ku dimînit heyhat
Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek

Wisa jî helbesta navdar a Feqiyê Teyran hey av û av jî ji ber kiribû û carcarna dixwend.
Ew Quranxwendî bû. Her êvar û rojên înan çîrokên Qufanê ji min re digotin. Jixwe dîmenê bavê min ji ber çavên min naçe. Ku zivistan bûya, li ber sobê rûdinişt û kitêba xwe li ser kabokên xwe datanî û dixwend. Gelek caran wisa di xew re diçû. Lê ku havîn bûya li ber siya dîwarekî hewşê rûdinişt û dixwend. Civata wî ya mela û zanayan bû û tim nîqaşên dînî û li ser kitêban di odeya wî ya piçûk de yan li hucreya mizgeftê li dar diketin.

Ku min dibistana seretayî qedand, bingehê min î zimanê erebî êdî xurt bûbû. Min dest bi nivîsîna helbestê kir. Min ji xwe re di deftereke xwe de kovarek çêkiribû û helbestên xwe, gotar û lêkolînên xwe, çîrokên xwe û ceribandinê xwe ku hemî jî bi erebî bûn tê de (diweşandin). Ez êdî balix bûbûm, min zarotî li pey xwe hêlabû û fediyê ez rapêçabûm. Min hestên xwe vedişartin û helbestên xwe jî şanî birayên xwe nedikirin. Nizanim min ji kê re dinivîsî, lê divabû ew hestên derûnê min der bûbana. Derfeta ku di nava min de bimînin nebû, bêhemd mîna kanîkên biharê diteqiyan û li ser rûpelan diherikîn. Lê ku min dibistana navendî qedand êdî baweriya min bi min xurt bû û ew kanîkên piçûk tev li hev bûn û bûne çemek. Êdî veşartin nedibû û min çi tiştê ku binivîsanda şanî birayên xwe dikir.

Navê Jan Dost ji kû hat?

Di panzdehsaliya xwe de min du helbest bi rêya postê ji bernameyeke radyoya Şamê re şandin. Navê bernameyê “Eqlam wa'ide" ango pênûsên sozdar bû. Di bin wan helbestan de min navê xwe Can Qadir danîbû. Çiqasî kêfa min hat dema bernamevan got: mêvanê me yê vê hefteyê Can Qadir e! Min bang li diya xwe kir û me bi hev re li şiroveyên mamosteyê zanîngeha Şamê Dr. Ridwan Eldaye guhdarî kir. Hîn tê bîra min wî digot: zimanê te baş e, wêneyên te xweşik in, lê ewqas reşbînî ji bo ciwanekî mîna te çima!

Min dixwest navekî wêjeyî sivik û nerm ji xwe re peyda bikim. Loma min helbestên xwe ên ku min şandin radyoya Şamê bi navê Can Qadir şandibûn. Nizanim ji ku helbestên Qedrî Can bi dest min ketibûn, min ji wan hez kir û ji navê wî jî. Min got ka ez navê xwe jî mîna yê wî bikim.
Min ew nav pêş û paşî hev kir û Can Qadir bi min re derket. Lê ez pê hisiyam ku Qadir navekî erebî ye û ez jî berê ji navê xwe ê erebî direvîm û ewê bo min ne minasib be. Min rabû piştî du salan navê Can Pak Dosto li xwe kir (qaşo ji bo ku bişibe navê Jean-Jacques Rousseau). Lê ez jê ne razî bûm, min ew hinekî giran dît. Min Pak jê avêt û ma Can Dosto. Ez nêzîkî du salan bi wî navî re mam, dawiyê min xwe ji (o)ya Dosto xelas kir û nav êdî bû Can Dost.

Navekî romantîk bû, kêfa min jêre dihat lê dema ku min îmze dikir, min ji tîpa (c) hez nedikir. Di îmzeyê de nelihevhatî bû. Min dixwest tîpa yekem ber bi jêr de bibim û herim. Min (c) avêt û (j) Ii şûnê danî û dît ku êdî nav kemilî û bû Jan Dost. Durustkirina navê min heta ku gihişt vê formê nêzîkî du salan ajot! Û min berhema xwe ya yekem Kela Dimdimê di sala i986an bi wî navî nivîsî û heta niha ma ew nav.

Li ser kaniya klasîkan

Di xortaniya xwe ya pêşîn de min guhên xwe têr kurmancî kirin. Ez li ber xwendin û bihîstina qesîdeyên Cizîrî, Xanî, Mîna, Macin, Herîrî, Feqiyê Teyran, Mensûrê Girgaşî, Pertew Begê Hekarî, Birîfkanî, Kenanî, Siyahpûş, Finikî û Bateyî mezin bûm. Jixwe herdu birayên min î ji min mestir helbest dinivîsîn. Apekî min helbestên tesewwufê dinivîsîn û kalkê min şêx Salihê Kurimî jî çend helbestên wî hebûn. Pismamekî bavê min hebû navê wî Evdiyê Kurimî bû, wî bi dehan helbestên klasîk ji ber kiribûn û di hucreya mizgefta kalkê min de yan li odeyên taxa me li Kobaniyê dengê xwe yê xweş êvaran pê de berdida û em dibirin cîhana rengîn ya peyvên kurdiya me ya şêrîn. Li dû qesîdebêjiyê jî min li nîqaşên germ yên derbarê wan helbestên ku hatine gotin him guhdarî dikir him jî beşdarî wan dibûm. Min dixwest ez jî bi zimanê wan klasîkan binivîsim, alavên wan ên hunerî bikar bînim, wêneyên wan dubare bikim û stîla wan ya ku li ser bingeha kêşsazî û pêlawaziya erebî ne ji bo xwe jî bikim stîlek. Lê ji ber ku min di ber re pirtûkên rexnegirî yên erebî jî dixwendin, û çavên xwe bi helbesta erebî ya nûjen jî kilkirin, min xwest ez ji bo xwe riyeke taybet di helbestê de bibînim.

Kela Dimdimê: Pasporta ku ez derbasî Wêjestanê kirim

Kela Dimdimê berhema min a kurmancî a yekem bû. Ew têra xwe berhemeke klasîk bû. Bêhna atmosfera xortaniya min, germiya wê demê û hest û hêrsa dilê min tê de xuya ye. Şopên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Cegerxwîn di wê berhemê de şewq didin. Di her beytekê de tesîr û rola klasîkan xuya ye. Ew berhema min a nuxurî bû û ji xêra min re bû pasporta min a ku ez pê derbasî cîhana wêjeyê bûm û bû cihê pesindan û pejirandina bi sedan xwendevanên zimanê kurdî.

Ez nêzîkî du salan bi wê destanê ve mam, nêzîkî 1800 beyt derketin. Min ew di payiza 1987an de gihande dawî. Kî bawerdike ku min ew di tirsê de û di tunebûna kaxetan de nivîsiye! Min li bin deqtîloya Intercontinental a ku min li ser dinivîsî, betaniyek stûr danîbû da ku dengê wê dernekeve û Muxaberat (hêzên ewlekariya Suriyê) bi min nehisin. Ne tenê weha , min dixwest çivîkên hewşa me jî bi min nehisin. Min dixwest di bêdengiyê de binivîsim û ku çivîk dihatin ser darên mala me min ew difirandin ku karibim bi aramî beytên Kela Dimdimê binivîsînim. Min bi wê deqtîloya entîke kêf kiribû lê muxaberatên Sûriyê di hemleyekê de hatin û deqtîlo jî di nav tiştên ku dest danîne ser, bi xwe re birin û venegerandin.

Nûjeniya bêkevî

Di demekê de pêla nûjeniyê em helbestvanên kurd li Sûriyê dane ber xwe. Nûjeniyeke bêkevî bû. Êdî me dixwest em ji bin barê giran ê helbesta klasîk derkevin. Êdî me dixwest em (bav) bikujin! Me dixwest kefenê zimanê kevnare biqetînin, sînorên stîlên berê derbas bikin û riyeke nû di helbesta kurdî de bibînin. Ez yek ji wan kesan bûm, yek ji wan helbestvanên ku xwestin (bav) bikujin bûm. Helbesta azad, a serbest û helbesta serhildêr ez ber bi xwe ve kişandim. Min jî hin gav tê de avêtin lê bêyî ku ji klasîk dûr bikevim. Bi wî awayî ez di navbera kevn û nû de, di hêlaneke ji êgir de çûm û hatim û min xwe winda kir. Bi gotina Cizîrî:

Ney ji van im ney ji wan im!

Nûjeniyê asoyên xwe yên fireh li ber hespê xeyalên min radixist û klasîk jî axeke xwegirtî bû ku ew hesp li ser dibeziya. Heta sala 1992/1993an jî pêla klasîk li ba min bi xurtî berdewam kir. Lê ji wir û pê ve êdî ez dûrî klasîk diketim û min Sazek ji çavên Kurdistan re çap kir. Yek helbesta klasîk jî tê de nebû. Ez li ser tu berhemên xwe poşman nebûme, bi qasî ku li ser çapkirina wê poşman bûme. Nizanim çima min ew kitêb bi lez û bez, bêyî ku tenûra nûjeniyê li ba min gurr bibe, çap kir!

Agirê helbestê dibe arî

Ku min berê xwe da wergerandin û lêkolînan û giranî da wan, agirê helbestê di dilê min de sar bû. Dil û hestan xwe dane alî û rê ji bo mejî û hiş vekirin. Di van panzdeh salên dawiyê de helbestên ku min nivîsîne li ser tiliyên destekî têne jimartin. Jixwe ku min dest bi nivîsandina romanê kir êdî helbest bi yekcarî li ba min mir. Lê min ji helbestvaniya xwe sûdek mezin wergirt û di romanên min de vê yekê xuyakir, kê romanên min xwend got: ew bi zimanekî helbestî, rewan û herikbar hatine nivîsîn!

Çima ev dîwan?

Ne di bala min de bû ku ez rojekê ji rojan van helbestên xwe di dîwanekê de çap bikim. Min hin ji wan di deverin cihê de weşandine, lê min her digot ku ev çêlîkên xeyalê min ê vêketî, toz û siya evînên min ên têkçûyî û êşên min in. Tenê min ew ji xwe re dixwendin, lê ez pê hisiyam ku ev ezîtiyek e û divê ev berhem bibin malê xwendevanên kurmanciyê jî, divê kurdîhez çêja zimanê xwe yê şêrîn di van helbestên min de jî bibînin. Eger xwendevan bala xwe bidê wê bibîne ku piraniya wan li Bêrûtê hatine nivîsandin. Wan deman ez leşker bûm, û min gelek dijwarî di wê leşkeriya xwe ya kambax de didît. Şer û ceng bû û tenê min karibû bi van helbestan hinekî dijwariya jiyana leşkeriyê kêm bikim û bêhna xwe derxim û li ser piyan bimînim. Li himberî qirêjiya şer, min ciwaniya peyvê ji bo ruhê xwe kire derman. Li himber teqîna top û bombeyan min mûzîka peyvê herikand guhê xwe û li himber xwîna sor î ku min didît çawa bêhavil û bêwate dirije min bi hibra reş êş û şahî û evîn û nevîn li ser defterên xwe ev helbest nivîsîn.

Helbet helbestên min ên klasîk ne ev tenê ne, hinek hene ez ji wan nerazî me, hin jî hene ji vanên li berdestên wexurttir û xweştir dibînim, lê ew girêdayî jiyana min a taybet in, ew dê heta mirinê jî dîlên defterên min bimînin. Piştî mirinê jî ez destûrê nadim ku kesek wan biweşîne. Ew helbestin ku ez wan ji xwe tenê re dixwînim û yekcaran dilê xwe bi agirê wan ji zengara salan qilê dikim û spî dikim.

Sebebeke din a çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye. Yan jî di hucre û medreseyan de maye û li ber xwe dide. Ew şêweyekî girîng e ji wêjeya me lê êdî di nefesên xwe ên dawî de ye. Piraniya helbestvanên me yên nûjen jî nikarin li ser bingeha klasîkên xwe projeyên xwe yên affênerî ava bikin, ew li hewa daleqiyayî mane. Ji rehên xwe qut bûne. Ku dibe qal û behs jî, tenê navên mezin jiber kirine. Nikarin di hundirê wan klasîkan de bigerin û dakevin kûrahiya deryaya klasîkan û gewheran ji xwe re berhev bikin.

Jan Dost
Bruksel-Bochum 2009-2011

1 Eger ne xweheke min ba, min ê nizanîba ez di kîjan rojê de jidayik bûme. Xweha min li ser kitêbekê ji kitêbên bavê min roj û meha jidayikbûna min nivîsîbû.

2 Mec'han axayê serokê êla Pîjan li Kobaniyê baxekî tirî û parçeyek erd da kalkê min ku mizgeftê tê de ava bike. Ew yek ji axayên navdar bû û berevaniya maibata Seydan kir.

3 Xitme zikrê rojane yê li pey nimêja esrê ye, rabite jî piştî nimêja mexribê ye û Teweccih jî rojên duşeman dema ku şêx dihat û xelk didan tobekirin, li dar diket.

Sozek

Yarê sozek da mi îro û bi nazî keniya
Go: jivanê me ye îşev piştî hîv bête xuya

Sed hezar çûkî bi hev re kirine çîvçîv li dil
Qijika derdan neçare ji dilê min firiya

Min nema bawer dikir ko ez bibînim dilberê
Sed spas îro dibînim piştî lav û xweziya

Şev giha nîvê şevê konê xweyê reş wê vegirt
Hîva çarde wek rûwê yara min î naz tîsiya

Ez li bendê bûm dilê min wek pela payizekê
Herdilerzî, ta ji nişkê yar xuyabû meşiya

Dil wekî ar, serxweş û har hat ku bê xwar gava yar
Wa xuyabû wek çirayê, hîv ji ezman reviya

Ez bezîmê min hemêz kir lêv li ber maçên me çûn
Bûne agir em bi hev re di rehan xwîn keliya

Min li ser sînga delalê xwend kitêba şahiyê
Ta sibê em man bi hev re ew kitêb hew qediya

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues