La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şerefname: Dîroka kurdistanê


Auteur :
Éditeur : Weşanên Azad Date & Lieu : 2014-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 640
Traduction : ISBN : 978-605-6404-18-4
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. . Bed. Ser. N° 5122Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şerefname: Dîroka kurdistanê

Versions

Şerefname: Dîroka kurdistanê

Şerefxanê Bedlîsî


Weşanên Azad


Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.

... ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên 'Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.

 



PÊŞGOTINA WERGÊRÊ KURMANCÎ

Her wekî tê zanîn, îsal çarsedsaliya temambûna nivîsandina cilda yekê ya Şerefnameyê ye. Şeref Xan, çarsed sal berî niha, yanî di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13’yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) de dawî bi nivîsandina cilda yekê ya Şerefnameyê aniye. Ev nusxeya han a bi qîmet ku destxeta Şeref Xan bi xwe ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Unîversîteya Oxfordê de ye û di bin reqema 312’an de qeyît-kirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şeref Xan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599’ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser dîroka Osmanî û îranê ye.

Îsal, hêvî ew bû ku di vî warî de gelek aktîvîte bên kirin, semîner û xebatên cûr bi cûr bên meşandin. Lê mixabin qasî ku tê dîtin, li gor qîmet û giringiya Şerefnameyê tiştekî zêde di orteyê de tune. Wisan dixuyê dê evsalahan a ji Kurdan regelek bi mene û bi qîmetjî wekîgeleksalêndin di sersarî û bê xemxwariyê de biçe. Çima sersarî û bê xemxwarî? Çunkî Şeref Xan yekem kes e ku xwestiye hîsa ruhê Kurdîtiyê vejîne. Bi vî jî mirov dikare wî pîrê damezrênerê ruhiyeta Kurdîtî, bi gotineke din babê giyanê nasyonalîzma Kurdî bihesibîne. Vê ruhiyetê di mejiyê wî de tam sed sal berî Ehmedê Xanî xwe nîşan daye. Lê sed mixabin heta niha jî ji aliyê me Kurdan ve, ku em ji hemû netewe û gelên cîhanê zêdetir muhtacî bûyerek wiha ne, ne qedir û qîmeta Şerefnameyê û ne jî ya nivîskarê wê Mîr Şeref Xan hatiye zanîn.
Mebest ji vê kurtepêşgotina han ne ew e, ku ez li vir li ser qîmet û giranbihatiya Şerefnameyê û nivîskarê wê Mîr Şeref Xanê Bedlîsî biseki-nim û hêjatiya ew karê çarsed sal berê niha û ew perspektîva ku ew kar pey hatiye kirin, bidim xuyakirin. Ev xebat ji aliyê dîroknas û lêkolînerên ku pisporê vê mijarê ne hatiye kirin. Bi vê xebata xwe Şerefnameyê bi alim û zanayên rojavayê dane nasandin û bûye sebeb ku wergera wê ya bi ser çend zimanên rojavayê bê kirin.

Ez dixwazim di vê kurtepêşgotinê de zêdetir behsa ew wergerên Şerefnameyê ku heta niha hatine kirin û ew nusxeyên ku ew werger li ber hatine çêkirin, bikim û çend rêz jî li ser vê wergera Kurmancî ya Şerefnameyê binivîsim.
Yekem car wergera Şerefnameyê bi zimanê Tirkî hatiye kirin. Ev kar di sala 1078’ê koçî (1667/1668’ê z) de ji aliyê mîrekî Bedlîsê yê navê wî Mihemmed Begê kurê Ehmed Begê Mîrza ve hatiye kirin û nusxeyek ji vê wergerê di Kitêbxaneya Belediya Stenbolê di nav nivîsên M. Cevdet û di bin reqema 0/29’an de ye. Li gor Yefgina Vasiliva, ku ji aliyê Dr. K. Mezher Ehmed ve hatiye neqilkirin, ev ne tamamê Şerefnameyê ye, kur-tiya wê ye.

Wergera duyem a bi zimanê Tirkî, di sala 1681 e zayînî de ji aliyê nivîskarekî naznavê wî “Şemî”, ji bo mîrekî Kurd ê navê wî Mistefa Beg re hatiye wergerandin. Ev naznavê han li hinek ciyan jî “Samî” derbas dibe. Ev herdu nusxeyên han jî di British Museum a li Londrayê de hene. Heta niha du destnivîsên nusxeya yekê û yek jî ya duduyan hatine dîtin, lê yek ji wan jî nehatine weşandin.
Wergera Şerefnameyê ya cara sisiyan bi zimanê Tirkî, di salên 1930’î de ji aliyê mamostekî Diyarbekrî yê navê wî Suleyman Savcî bi elfabeya Latînî hatiye kirin û ev nusxeya han di Kitêbxaneya Giştî ya Diyarbekrê û di bin reqema 2065’an de qeyîtkirî ye.
Wergera Şerefnameyê ya cara çaran bi zimanê Tirkî, di sala 1971’an de ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve bi elfabeya Latînî hatiye kirin.

Di navbera salên 1853-1859’an de, wergera Şerefnameyê ya Almanî li paytextê Avusturya (Nemse) Viyanayê ji aliyê G. A. Barbe ve hatiye kirin. Ev werger di navbera van salan de beş beş hatiye weşandin.
di sala 1858-1859’an de, cara yekê wergera wê ya Kurdî bi handana Kurdnasê bi nav û deng Aleksander Jaba, ji aliyê Mele Mehmûdê Bayezîdî ve hatiye kirin. Ev wergera destnivîs ne temamê Şerefnameyê ye û di Kitêbxaneya Giştî Ya St. Petersburgê de hatiye parastin.

Wergera Şerefnameyê ya zimanê Fransizî, di navbera salên 1868-1875’an de ji aliyê Farisîzanê mezin F. B. Charmoy ve li St. Petersburgê hatiye kirin. Ev çapa Fransîzî ya Şerefnameyê çar cild e. Beşa yekê ya cilda yekê di sala 1868’an de, beşa duduyan a cilda yekê di sala 1870’an de, beşa yekê ya cilda duduyan di sala 1873’yan de û beşa duduyan a cilda duduyan jî di sala 1875’an de hatiye çapkirin.
Heta niha wergera Erebî ya cilda Şerefnameyê ya yekê du car û cilda duduyan jî carekê hatiye kirin. Cara yekê ji aliyê Cemîl Rojbeyanî ve, wekî ku bi xwe dibêje; di roja ll’yê meha Gulana sala 1943’an de, dema ku di Bendîxaneya ‘Emmareyê de girtî bûye, dest bi wergera Şerefnameyê ji orîjînalê wê Farisî bi ser zimanê Erebî kiriye. Korrî Zanyarî Iraq jî di sala 1953’an de ev berhema han a bi qîmet weşandiye. Ev wergera Erebî 480ê rûpel e.

Wergera cara duduyan a cilda yekê ya Şerefnameyê bi ser zimanê Erebî, di sala 1948’an de ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Beg ve hatiye kirin. Çapa wê piştî wefata wî, di sala 1958’an de ji aliyê mamoste Omer Wecdî û li ser erkê Wezareta Perwerdeyî ya Misrê û bi pêşgoteneke fireh a Yehya Xeşşab hatiye kirin. Ev werger 540 rûpel e. Wergera yekê ya cilda dudu-yan a bi ser zimanê Erebî jî cardin M. ‘Elî ‘Ewnî Beg kiriye. Ev cild jî di sala 1962’an de cardin li Qahîreyê hatiye çapkirin. Lê mixabin M. ‘Elî ‘Ewnî Beg bi çapên van berheman şad nebûye.

Di dawiya salên 1950’yan de rojhilatnasên Sovyetê qîmeteke gelek zêde dane Şerefnameyê.
Vê navê re wergera Şerefnameyê ya bi zimanê Rûsî Yefgina Vasiliva girtîye ser milê xwe. di sala 1967’an de cilda yekê û di sala 1976’an de jî cilda duduyan ji çapê re amade kiriye. Cilda yekê 619 rûpel e, 412 rûpelên wê Şerefname bi xwe ye û qismê mayî jî ji pêşgotineke 55 rûpel, paşgotin û kurtebehseke di derheqê kitêbê de ye. Ev pêşgotina Vasiliva ya ji 55 rûpelan pêk hatî, wekî ku Dr. K. Mezher Ehmed neqil dike, gelek bi nirx û hêja ye û tê de hatiye gotin, ku Şerefname di sedsala 17’an de bi riya nivîsên gerokekî Tirk ê navê wî Katib Çelebî gihîştiye cîhana zanyariya rojavayê.
Ji bilî van, xebateke gelek hêja ji aliyê Memed (Mihemmed) Şemsî yê Azerî ve hatiye kirin. Vê xebata xwe ya li ser Şerefnameyê weke têza dok-torayê û bi zimanê Azerî amade kiriye û li Bakûyê weşandiye.

Piştî vê zanyariya kurt ya di derheqê wergerên Şerefnameyê yên bi ser zimanên cihê cihê de, ez dixwazim bi kurtî jî bibe behsa ew nusxeyên ku ew wergerên behsa wan hatin kirin li ber hatine çêkirin û awayê xebata ew kesên ku vî karî kirine bikim.
Yekem kesê ku dest bi karê berhevkirina destnivîsan kiriye V. Zirnov e. Wî çar destnivîsên Şerefnameyê bi dest xistiye û ev çar destnivîs gîhan-diye hev û ji wan yek nusxe pêk aniye. Piştre jî di sala 1860’an de bi Farisî li St. Petersburgê çap kiriye. Ew di vî warî de wiha dibêje: “Ev rêk û pêkiya ku îro di Şerefnameyê de tê dîtin, bi saya vê fîhristê ye ku min bi xwe jê re çêkiriye.”

Piştre vê xebata xwe bi vî awayî îzah dike: “Çi kil û kêmasiyên ku di nusxeyên kitêbxaneyê de (mebest Kitêbxaneya St. Petersburgê ye- Z. A.) hebûn, min ew bi yên Xanikov re dan ber hevûdu û çap kir. Ji wir şûn de êdî tu şik ji min re nema ku kitêba min gelek ji destnivîsên di Muzexaneya Asyayê de baştir derketiye. Ji bilî vê, bi taybetî carekê din min ew di bin çav re derbas kir û piştre min ji çapê re şand. Min tu dest-kariyek ji ber xwe ve tê de nekiriye. Eger car û caran, -ew jî gelek kêm-, min valatiyek tijî kiribe, min ew ji afirandinên wan kesên ku Şeref Xan ji wan wergirtine îstîfade kiriye. Yanî yên wekî Ibnu’l-Xeleqan, ‘Ebdurrezzaq û yên din. Ji ber ku wekî min got, ez rastkirina şaşiyan û belgeyan dikim dawiya kitêbê û ez li wir dûr û dirêj li ser disekinim.”

Ew nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê ku V. Zirnov li ser xebitiye û gihandiye hev û ji wan yek nusxe pêk aniye ev in:
Nusxeya yekê; ew nusxeya destnivîs a sala 1007’ê koçî (1599’ê z) ya li ber nusxeya yekê ya bi destxeta Şeref Xan bi xwe hatiye nivîsand, ew e. Ev destnivîs, piştî temambûna wê, ji aliyê Şeref Xan bi xwe ve hatiye redak-tekirin. Ew ji aliyê birêz Frach ve hatiye dîtin û navê wê kiriye nav fihrîs-ta destnivîsan, lê V. Zirnov dibêje, gelek kêmasiyên wê hene. Ew ji behsa Eşîreta Mehmûdî dest pê dike û bi behsa Eşîreta Siyamensorî dawî lê tê.

Destnivîsa duduyan a ku V. Zirnov jê îstîfade lciriye, yên birêz Xanikov in. Dema ku ew di sala 1854’an de li Pîranê konsolosê Rûsyayê bûye, li Dîlemana li ba Salmasê ew sitandiye. Destnivîsên din jî ji Kitêbxaneya Yehya Xanê Xanî yê Fermanrewayê Azerbaycanê wergirtiye.
Destnivîsa yekê ya Xanikov, di 19’yê meha Şebana sala 1252’yê koçî (1837’ê z) de mirovekî navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir ‘Eliyê Kerbelayî, li ser fermana Rewşen Efendî yê ji gundê Dîlmekan û li ber destnivîsa Şerefnameyê ya tarîxa nivîsandina wê 1007’ê koçî (1599’ê z) hatiye kirin. di dawiya vê nusxeya destnivîs de Şeref Xan wiha gotiye:

“Nivîskarê vê kitêba han ê muhtacê rehma Xwedê, Şerefê kurê Şemseddînê Kesrayî, di dawiya meha Muherrema sala 1007’an a koça Pêxember de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji qeza û bela biparêze- ji rastkirin û bijartina şaşiyan xelas bû”.
Xwediyê vê destnivîsê jî di dawiya kitêbê de wiha nivîsandiye: “Bi alîkarî û hîmmeta Xwedayê bexşînder, jartirîn koleyê ber destê te Mehmûd Rizayê kurê Sabir ‘Eliyê Kerbelayî yê ji gundê Dîlmekan, roja sêşembê nêzîkî taştê, 19’yê meha Şe'banê destnivîsa vê kitêbê xelas kir.” Ev destnivîsa Xanikov 250 rûpel e.

Nusxeya sisiyan a bi destnivîs ku V. Zirnov li ser xebitiye, ew destni-vîsa li Muzexaneya Asyayê ya Unîversîteya Qeyser ya li St. Petersburgê ye. Reqema qeyda vê destnivîsê ya di muzexaneyê de 756 e û 605 rûpel e. Ev ji Rosso re bi diyarî hatiye. Ew kesê xwediyê wê ku diyarî aniye, li ser rûpela yekê wiha nivîsandiye: “Ji Bada Xanê Hakimê Sawucbulax.” Lê ne tarîxa nivîsandina wê û ne jî navê nivîskarê wê li sere. Ev nusxeya han a Rosso ji birêz M. Wolkow re hatiye dayîn û wî jî maqaleyek li ser nivîsan-diye û di rojnameya Asya de daye weşandin.

Nusxeya bi destnivîs a çaran ku V. Zirnov jê îstîfade kiriye, ew nus-xeya di Muzexaneya Asyayê ya di bin reqema 576an de qeyîtkiriye. Ev nusxeya han ji aliyê Baron Bond ve ji îranê hatiye anîn û 100 rûpel e.
Wek me Ii jorê jî got, V. Zirnov ev her çar nusxe gihandine hev û ji wan yek nusxe pêk aniye. Yanî ew nusxeya ku di sala 1860’an de li St. Petersburgê bi Farisî, yanî zimanê kitêbê yê orijînal hatiye çapkirin. Bi gotineke din ew nusxeya ku “çapa Rûsyayê” jî jê re tê gotin.
Çapa Farisî ya Misrê jî li ber van hersê nusxeyên han hatiye amadeki-rin: Nusxeya yekê, ew nusxeya V. Zirnov a li jorê me behsa wê kir, yanî nusxeya “çapa Rûsyayê” ye. Ya duduyan, nusxeyek destnivîs a di Kitêbxaneya Mekteba Osmanî ya Helebê de ye, ku ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Beg ve hatiye dîtin. Nusxeya sisiyan jî, wekî ku M. ‘Elî ‘Ewnî Beg di pêşgotina çapa Misrê de dibêje, ji aliyê Sureyya Bedirxan Beg ve jê re hatiye dayîn.

Cardin li gor gotina M. ‘Elî ‘Ewnî Beg, Sureyya Bedirxan lîsteya 170 kitêbên li ser Kurd û Kurdistanê û cî û salên çapkirina wan jî pê re, bi du fihrîstan ve daye wî, lê dibêje ku, gelek mixabin me nekarî ew bi çapa Farisî re biweşanda.
Ev çapa Şerefnameyê ya Misrê, cardin wekî ku M. ‘Elî ‘Ewnî Beg dibê-je, ne tenê ji aliyê wî ve hatiye kirin. Wî, Şêx Ferecûllah Zekî Kurdî û Şêx Muhyeddîn Sebrî Kurdî di navbera xwe de ew xebat par ve kirine û piştî xebateke salekî ya bê rawestan ew ji çapê re amade kirine.
Li gor Dr. Kemal Mezher Ehmed, hejmara destnivîsên Şerefnameyê yên di kitêbxaneyên naskirî yên cihê cihê de ku hatine parastin, digihîjin 22 liban. Lê kesên ku lêkolîn li ser Şerefnameyê kirine, di wê baweriyê de ne ku eger lê bê gerîn di Kurdistanê de gelek nusxayên din ên bi destnivîs dikarin bi dest bikevin.

Niha ez dixwazim çend gotin jî li ser vê wergera Kurdî ya bi zaravayê Kurmancî bêjim. Teqrîben pênc sal berî niha, ji bo çarsedsaliya temambûna nivîsandina Şerefnameyê fikra wergera wê ya bi ser Kurdî ya bi zaravayê Kurmancî ket serê min. Wê çaxê wergera Mam Hejar a bi zaravayê Soranî nû ketibû destê min. Ji bo ku wergera Tirkî ji Erebiya wê hatibû kirin, zimanek ketibû navberê û di wergerê de jî ev xalekî girîng e, ev wergera Kurdî ya zaravayê Soranî ez teşwîqê vî karî kirim.

Wergera Şerefnameyê ya bi zaravayê Soranî, ji aliyê Mam Hejar ve raste rast ji çapa Farisî ya Misrê hatiye kirin. Dema ku mirov li vê prose-sa wergerê binêre û nêzîkahiya di navbera zaravayê Kurmancî û Soranî jî bigre ber çav, mirov dikare wergerek wiha ya Kurmanciya Şerefnameyê, wekê ya ji ber orîjînala wê bi xwe hatî çêkirin bihesibîne. Lê, dema min dest bi vî karî kir û ez pê de çûm, neqla bûyerên wekî yên Buxduz (Baxduz), ew teswîr û sifetên ji bo pesin û serkevtina Kurdan hatine bika-ranîn, ji min re dudilî çêbû û ez ketim şikê. Ji ber vê, ji bo ku ez bikarim vê xebata han bi awakî rêk û pêkî bimeşînim, ez mecbur mam min serî li wergera Tirkî da.

Min wergera Tirkî û wergera Kurdî ya zaravayê Soranî, ez dikarim bêjim ku ji serî heta binî dan ber hev. Ew ciyên ku li hev nedikirin û ferqiyetên mezin di navbera wan de hebûn, min ew îşaret kirin û bi alî-kariya hevalên Farisîzan, ew bi orijînalên wan yên Farisî ya ji aliyê Mihemmed ‘Ebbasî ve hatî amadekirin, muqayese kirin. Bi vî awayî ew şaşiyên ku di herdu wergeran de jî hebûn, min ew di jêrnotan de dan xuyakirin.

Mam Hejar, ku me li çend ciyan di jêrnotan de îşaret kiriye, li gelek ciyan rîayetê bikaranîna termînolojiya îdarî û siyasî ya wê çaxê nekiriye. Li gelek ciyan jî ew teswîr û pesnên ku ji bo Kurd û Kurdistanê hatine kirin, gelek dirêj kiriye. Ji ber vê, daneberheviya herdu wergeran di ciyên wiha de zehmet bû. Ji bilî vê, di wergera şi'iran a bi ser zaravayê Soranî de gelek têkelhevî hene. Hinek ciyan Mam Hejar di ciyê wergera şfiran de, şi'irên xwe bi xwe nivîsandine. Lê ji derveyî şi'iran, bi gelemperî ew ciyên ku di herdu wergeran de li hev nedikirin û me bi saya orjînala wê ya Farisî rast kirin, hat dîtin ku di wergerê de Mam Hejar zêdetir nêzîkî meneyê bûye. Me tev evxalên han di jêrnotan de dane xuyakirin.

Problemek din ku derket pêşiya me, mesela salên koçî û wergera wan bi ser salên zayînî bûn. Ji bo lîsteyek ku mirov bikare pê bawer be bi dest neket, me salên wan ên zayînî wekî yên wergera Tirkî qebûl kirin. Ev salên zayînî yên wergera Tirkî, gelek jê ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Beg ve hati-ne kirin û yên din jî Seydayê M. Emîn Bozarslan wergerandine.
Me ew pêşgotinên ku ji aliyê kesên cihê cihê ve hatine nivîsandin, kirin pêşiya kitêbê, hakeza ew belgeyên bi destê me ketin û qapaxên wer-gerên bi zimanê din jî me avêtin dawiya kitêbê.

Ez dixwazim ev werger ji aliyê xwendevanên hêja ve ji bo çarsedsaliya temambûna nivîsandina berhemeke weke Şerefnameyê re diyariyek biçûk, berê ked û zehmetekî hindik bê qebulkirin. Qet nebe, dengekî jar jî be hewarek ji vê bêdengiyê re ye. Ez hêvîdar im ku rojekê muesseseyên Kurdan jî çêbin û kesên zimanzan û dîroknas peyda bibin û bên ba hev, ew destnivîs û xebatên li jorê behsa wan hatin kirin, bi taybetî nusxeya yekê ku bi destxeta Şeref Xan bi xwe ye û ew pêşgotinên ji hemû werge-rên cihê cihê re hatine nivîsandin bigrin ber çavan û careke din ji nû de wergera Şerefnameyê têkin ber destê xwendevanan û Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsî nedin jibîrkirin.

Ez di dawiyê de sipasî hemû wan kesan dikim ku alîkariya vê xebata han kirin. Ez gelek şad û dilxweş im ku erkê wergera afirandineke evqas hêja, bi kil û kêmasiyên xwe ve jî be ket ser milê min. Bi hêviya ku bi dilê xwendevanên hêja be û bi kêrî wan were.

Ziya Avci
Stockholm 1997

Bigrim berçav û ji bo muqayesekirina rast û şaşiyan li kîjan nusxayê û li kîjan nivîsandinê binêrim? Ez di vî halî de li derûdora xwe digeriyam, sitar û tebat bi min nedibû û min xwe dixwar. Van hemû dane ciyekî, heta rê û rêbaran jî rê nedidan min, asteng û girêyan radixistin li ber min. Belê, ez demek di vî halî de mam û heta ez rastî Kek Salih Mehmûdê Barzanî hatim. Wî birayê binirx û hêja li wan berrî û deştan li min bû melek, Şerefnameya Farisî, wergerên Erebî yên M. ‘Elî ‘Ewnî Beg û Cemîl Rojbeyanî ji min re anîn û bi van diyariyên hêja ez ji wan girê û astengan rizgar kirim û wî derdê min ê giran çareser kir. Min jî bêyî lam û cîm dest dan ber xwe û di pêdeçûna Şerefnameyê de bi ser ewqas tiştên seyr û ‘ecêbmayî re derbas bûm ku, tu wextê ew tiştên ku ez tê de lê rast hatim, ber hiş û aqilê min re jî derbas nebûbûn.

Emekdarî

Wekî em dizanin, dema ku îslamiyet di nav Kurdan de belav bû, gelek zana û nivîskarên mezin û birêz ji nav me peyda bûn û gelek nivîs di der-heqê dîrok û edebiyata gelê xwe de nivîsandin. Lê tu wextê yek ji wan gelê xwe û eşîreta xwe dernexist pêş, pismam û kesên xwe bi bîra xwe neanî, xwe nêzîkî behs û bûyerên Kurd û Kurdistanê nekir. Lê çi heye, ji hemû deman zêdetir di sedsala ll’an a koçî de, du kes ji nav me rabûne ku gunehê wan bi gelê wan ê lêqewimî hatiye û nan, av û himbêza gerim a Kurdan ji bîra xwe nebirine. Bi nivîsandin, hawar û dadmendî Kurdan bi bîra xwe anîne û ew du kes jî: Şeref Xan û Ehmedê Xanî ne. Tiştê seyr û ‘ecêb ev e ku; piştî van herdu dilsozan cardin ew derî hatine girtin û nêzî-kî 400 salan qifilkirî mane. Car û caran hinek kesan xwestine vê jengara han paqij bikin. Navek re Hacî Qadir bangek derxistiye, lê kesekî xwe nêzîkî wî nekiriye, dema ku ew jî miriye, kesek din heta van nêzîkahiyên han xwe tixûbê vê meseleyê nekiriye.

Di van dawiyan de jî ji Huseyîn Huznî û Emîn Zekî Beg re li hev hatiye ku her yek ji wan li gor taqeta xwe têkoşîne ku berhemên me yên wendabûyî berhev bikin. Ji wan pey ve kesekî bi xwe re nedîtiye serî li vê meseleyê bide û serûberiyek rayxe meydanê.

Gelo di wê demê de çawan bûye ku bi ruhiyeta Kurdayetiyê bi taybe-tî di hundirê wan herdu kesan de ji hemû Kurdan bêtir gerr meşê kiriye? Min di derheqê Xanî de, di esnayê lêkolîna Mem û Zînê ya Mukriyanî de bîr û fikra xwe ya di vî warî de gotiye.

Şeref Xan jî ku roja ji dayîka xwe bûye şûn de, bi zanistiyê re rabûye. di seraya şahê îranê de hatiye perwerdekirin, bi şehzadeyan re xwendiye, ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues