La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şevek bi Şeytên re


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2007-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 62
Traduction : ISBN : 978-9944-382-17-5
Langue : KurdeFormat : 120 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. . Hus. Sev. N° 1436Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şevek bi Şeytên re

Şevek bi Şeytên re

Nahîd Huseynî


Avesta


De bila ji Şeytan
dest pê bikim
belko Şeytan
elîfbaya vê toba min be
secde dikim li pêş agirê
semaya xwe û Şeytan.
Sarbûnek e
dev bi volkan e
û volkanek e
dev bi qeşa ye
secde dikim bo kufriyê
demsala pakbûnê
ji pakiyê..
Gotina tobe
ji nava rûpelan
hildiweşe

Nahid Huseynî - Di sala 1967an de li gundê Dozexdera ser bi şarê Seqiz li Rojhilatê Kurdisianê ji dayik buye. Xwendina xwe ya seretayî û lîse li Seqiz bi dawi aniye. Hê 18 salî dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Çend kurteçiro nivîsiye û weşandiye. Bi navê “Beqê Nav Avê" şanoyeke zarokan li şarê Sine pêşkêş kiriye. Dcmekê mamostatiya zimanê kurdî kiriye. Di desteya birêvebiriya rojnameya Aso de cih girtiye (li Rojhilatê Kurdistanê tê weşandin). Endama damezrêner e di Peymangeha Çandî ya Rojhilata Navîn li Sine. 5 salan di TV Sine de di beşê dublaj de kar kiriye. Bernameyên çandî di radyoya Sine de pêşkêş kiriye. Vêga li şarê Silêmanî dijî. Birêvebira beşê dublajê ya PUK TV û sernûser û berpirsa beşê zimanê farisî ye di rojnameya Çavdêr de.



Şi’r

Te kuçe û kolanên
hatin û nehatinê
westandin
û tu negihîştî
niha ku tu hatiyî
pêş dergehê
dilê min î evîndar
pîrtir î ji siyaset
bê biryatir î ji viyanê
zûtir î ji temen
çi yê min heye
pêşkêşî te bikim
ji bilî tayekî porê spî
û ew bîrhatinên
min dispêrin
janên vê şeva bêhûde

Were nav dojehtirîn
buhuştên min
bila agirê buhuşta te
ya lanetkirî
diyarî te bikim
Qederek dereng wext e
pelwerîne...
Û buhar qereçiyek
pîr î sergerdan e
buhar derewek zîq e
û payiz rastiyek sar e
ez di sergerdeniya
vê cadê de
wenda dibim
bê veger
ev cade mişt e
ji kêlîkên mirî
û çirkên katjimêrê
mirinê dinivîsin

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues