La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mersiyeyên Rojhilat / Doğu ağıtları


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 1998-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 126
Traduction : ISBN : 978-94040997-00-5
Langue : KurdeFormat : 135X195
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Kar. Mer. N° 4302Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mersiyeyên Rojhilat / Doğu ağıtları

Mersiyeyên Rojhilat / Doğu ağıtları

Sabah Kara


Nûbihar

Mersiyeyên Rojhilat, anku bi navê xwe yê tirkî Doğu Ağıtları, ji hin şiîrên Sabah Kara yên ku di nav tarîxên Nîsan 1980-Sibat 1989 de, yanî di demeke nêzîk bi deh salan de hatine nivîsandin, pêk tê. Ev şiîrên ku piraniya wan wê demê di kovara Aylık Dergi de hatibûn weşandin, paşê di Adara 1989an de bi navê Doğu Ağıtları wek kitêb hatin çapkirin. Kurdiya van şiîran, di nav tarîxên Nîsan 1994 û Hezîran 1995 de, di hejmarên 19 heta 33yên kovara Nûbi-har de hatin weşandin. Di vê çapa niha de li umrê salên deheya bîstî, bi çavê umrê sa-lên deheya sihî hate nihêrtin û heta ji dest hat, “sefreyên” wan salên “hîssî”, hatin neqandin.

 



JI BO HEVALÊN MIN

Destê me bi hev ve girêdayî
Histêr durr in di çavên me de
Û tizbî ye li ser gepên me girî

Em di xemê de xem in ji hev re
Û şahî ne, di şahiyê de

Dostlarıma dair

Birbirine kenetli ellerimiz
Yaşlar incidir gözlerimizde
Yanaklarda yaştan tesbihlerimiz

Biz tasada birbirimize tasa
Sevinçte sevinçleriz


Çavê me mirêk in û huzn
Pejn dike ji birînên me
Çavdêrên hev in em hertim
Em ku jibo aştiyê dibêjin
Û em aştiyê dibêjin bi timî

Eşq neqş dibe di gergefa me de
Ji çiçikên demê, em ku sebrê dimijin

Çavdêrên birînên xwe ne em
Dibên “gul” bi birînan û bi wan
Ji lêvan selamê didin

Ew xerîb in ku em
Di kaniya çavan de li avjînê diğerin

Nîsan 1980

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues