La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sirmehşer


Auteur :
Éditeur : Dengê Yekîtiyê Date & Lieu : 1990-02-01, Feqe Reşîdê Hekarî
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130200
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hek. Sir. N° 1655Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sirmehşer

Sirmehşer

Feqe Reşîdê Hekarî


Dengê Yekîtiyê


Yek ji helbestvan û nivîskarên Kurd, ê ku navê wî jî mîna navê gelek nivîskar û şairên din di gerîneka dîrokê de temartî û veşarî maye û heta bi niha jî rind diyar nebûye, Feqe Reşîdê Hekarî ye. Mixabin em pir lê gerîyan, lê me tarîxa dayikçêbûn û dilovaniya wî bi dest nexistin. Tenê ev diyar e ku wî xwe bi bernavkê "Feqî"tîyê navdar kiriye û ji xwe re gotiye "Feqiyê Sanî".
Îcar ji wê peyva F. Reşîd tê zanîn, ku wî xwe ji Feqiyê Teyran re şairê duwemîn hesibandiye. Çimkî ew tişt berê di nav kesên wisan de, taybetî ji kesên menşûr û navdar re xwiyekî tevayî bûye. Heta ku Melayê Cizîrî jî xwe ji Şêxê Sin’anî re duwemîn şêx hesibandiye û gotiye "Di işqê Şêxê Sanî me".

Belam F. Reşîd di beşa dawî ya vê ...



PÊŞGOTIN

Nivîskarê hêja kek Zeynelabîdîn di meha şibatê, sala 1953 de li Qubînê / Beşîrî hatiye dinê. Di wê demê de, bavê wî li wir meletî kiriye. Ta deh danzdeh saliya xwe li ba bavê xwe xwendiye û paşê di medreseyên din de jî li ber destên zaneyên bi navûdeng, wek Mele Sedredîn û Mele Evdirehmanê Nisro feqîtiya xwe domandiye. Di 24 hezîranê 1968 de ezmûna (îmtihan) dibistana bingehîn daye û li Diyarbekirê çûye dibistana "îmam hatîbê". Piştî 12 avdarê 1971 ji dibistanê hatiye avêtin. Li Batmanê dest bi dibistana "navîn a petrolê" dikê. Ligel xwendina xwe jî di gundan de meletiyê dike.

Di 25.7.1974 de, li Batmanê, di belediyê de dibe tehsîldar. Di navbera salên 1976 ta 1980, li Batmanê xwendina liseya êvaran dike û di belediye û maliyê de jî berpirsiyarine giring heldigre ser xwe. Piştî serdestiya leşkerî, di 12 îlonê 1980 de ta 1984, ew heyşt caran dihête girtin. Bi tenê, di sê girtinan de 178 rojan dihête îşkencekirin. Di 1ê avdarê 1984ê de, bi biryara dadgeha leşkerî, li Diyarbekirê, hêjmar 1, sizayê 5 salan girtîgeh û 20 rojan jî dûrxistin distîne. Ji ber metirsiya girtin û lêdanê nivîskarê me bêgav (mecbûr) dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Siwêdê dijî…
Tîpguhartina

"Sirmehşer"a Feqe Reşîdê Hekarî ji tîpên erebî bo latînî, xebateke gellekî giranbiha ye û bi hezaran kes dê bigêhin dilxweşiya xwendina vê berhema hêja.

Bêguman, ev tîpguhêr û yên din zor giranbiha û pêwîst in. Ev karûbarana wêjeya gelê me ji wendabûyînê diparêzin û dewlemendtir jî dikin. Em li vir, bi dilgermî spasî nivîskarê hêja kek Zeynelabîdîn dikin ku serfiraziya weşandin û derxistina vê berhemê pêşkeşî me kir.

Abidin Sönmez

Pirtûkên ku Nivîskar xwe nivisîne:
1) İşkencede 178 Gün, KOMKAR, Köln 1, sala 1987
2) Xwençe I, II, III, bend I, di çape de ye û 287 rûpel e.
3) Mîrate, Leyztikên Kurdî, hêj çap nebûye.

Yên ku ji tîpên erebî guhêrtine tîpên latînî:
1) Mewlûda Melê Batê, Roja Nû, Stockholm,1987
2) Mewlûda Mele ZaDidê Diyarbekrî
3) Nûbara Ehmedê Xanî, Roja Nû, 1986
4) Eqîdeya Ehmedê Xanî, di gel şerha Rehberê Sanî, Yekitiya Demokratên Kurdistan, 1989
5) Sirmehser, Yekitiya D. Kurdistan, 1989
6) Mirsd-ul Etfal a şêxê Kerbela
7) Dîwançeya Şêx Eskerî
8) Iqdê Durfam a Şêx Eskerî
9) Dîwana Pertew Begê Hekarî
10) Nehc-ul Enam a Mele Xelîlê Sêrtî Weşana Kurdistan, Stockholm, 1988
11) Nimûne, Ji Gemcîneya Çanda Qedexekirî

Yên ku li gel Mîrza M. Emîn Narozî guhêrtine latînî:
1) Dîwana Meleyê Cizîrî, Roja Nû, 1987
2) Dîwana Ruhî ya şêx Evdirehmanê Axtepî, Jîna Nû, Uppsala, 1988
3) Rewdneima şêx Evdirehmanê Axtepî
4) Dîwana Şêx Kerbela

PÊŞGOTIN

Yek ji helbestvan û nivîskarên Kurd, ê ku navê wî jî mîna navê gelek nivîskar û şairên din di gerîneka dîrokê de temartî û veşarî maye û heta bi niha jî rind diyar nebûye, Feqe Reşîdê Hekarî ye. Mixabin em pir lê gerîyan, lê me tarîxa dayikçêbûn û dilovaniya wî bi dest nexistin. Tenê ev diyar e ku wî xwe bi bernavkê "Feqî"tîyê navdar kiriye û ji xwe re gotiye "Feqiyê Sanî".
Îcar ji wê peyva F. Reşîd tê zanîn, ku wî xwe ji Feqiyê Teyran re şairê duwemîn hesibandiye. Çimkî ew tişt berê di nav kesên wisan de, taybetî ji kesên menşûr û navdar re xwiyekî tevayî bûye. Heta ku Melayê Cizîrî jî xwe ji Şêxê Sin’anî re duwemîn şêx hesibandiye û gotiye "Di işqê Şêxê Sanî me".

Belam F. Reşîd di beşa dawî ya vê pirtûka xwe de weha gotiye: "Ey Feqî tarîxê benda te temam" û di malikeka din de jî gotiye: "Min nivîsî ev kîtab leyl û nehar (şev û roj)".

Îcar di van herdu hevokan de, dibe ku wî jî mîna gelek nivîskar û helbestvanan tarîxa dayikçêbûna xwe, yan tarîna kutakirina nivîsandina vê pirtûka xwe li gor hesabê Ebcedê (Cemel) nivîsîbe. Lê eger ku ev wisa bin û em rêza pêşî bikolin ji bêjeya "Tarîx"ê, tarîxa 1211 (1793) derdikeve. Eger ku em li rêza din bifikirin, ji hemû tîpên wê tarîxa 1130 (1725-26) derdikeve! Û tarîxa dema jiyana Feqîyê Teyranjî: 1590-1660 e.

Bê guman ez li navê vî şairê Kurd ê hêja pir gerîyam, lê mixabin li tu cî bi nivîs lê rast nehatim. Tenê mamosteyê nemir Cegerxwîn bi malikeka xwe weha F. Reşîd daye naskirin û gotiye:

"Yekî dî dibêjine wî Feqe Reşîd
Di zarê Kurdî fêris û egîd
Nivîştek wî heye bi navê Sermehşer
Zarokên Kurdan dixwînin ezber"

Ev çapa Sirmehşerê ya bi tîpên Erebî ku di dest me deye, di sala 1984 an de bi destên Mele Ehmedê Qoxî, di paşiya Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî de, bi yek cildê çap bûye û wî hinek têbinî jî li ser hin malikên wê - bi Kurmncî - nivîsîne. Lê wekî din Qoxî derheq jiyana wî de tu agahdarî nedaye. Tenê li ser rûpela pêşî weha nivîsîye: "Dibêjin (ku F. Reşîd) ji koçerê Hekariya ye"

Beyt û helbestên pirtûkê tev bi zaravê Kurmancî hatine nivîsîn. Bi zimanekî wisa nerm û vekirî ne, ku her kes wan fêr dike, nikleka pir xweş li wan heye û hemû rewan in. Hin ji wan beyt in û hinek jî çarîne ne. Lê ji ber naverokê di wan de hin bêjeyên Erebî û Farisî jî hene. Pirtûk ji 24 beşan pêk tê û 526 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û her beşeka wê bi jimareka belî bi kiteyan dikişe. Me li ser her yekê "Beş" û jimara wan li gor rêzê reqem jî nivîsîn.

Sirmehşer bi naveroka xwe, giranî dide ser dîtin û bawriya olî ji têkiliya rind di navbera mirovan di rêveçûn û pêwendiyên mirovatî de û siyanetgirtina li hember maf û heqan, parastina heyînên mirovan û hwd beyan dike. Lê her beşeka wê tiştên ji hevdu cuda dibêje. Xasma di dawîlêhatina dinê de çaxê ku Decal ji Xurasnê radibe û Hz. Mehdî jî tê û leşkerên herdu aliyan bi hevdu re şer dikin û ku îsa Pêxember jî li Şamê dadikeve ser rûyê erdê û hwd, bi zimanekî vekirî li pey hevdu tîne zimên.

Me vê pirtûkê bi temamî ji tîpên Erebî wergerand bi tîpên Latênî. Lê têbinîyên seydayê Qoxî nehatin wergerandin. Û me, teksta wê ya bi tîpen Erebi jî, ji bo xwndevanên Kurd ên zanayê tipên Erebî, bi ya Latênî re da çapkirin.

Amaca me ji wergerandina pirtûkê ev e ku, em wê bigehînin destên xwendevanên Kurd ên ku nenasê tîpên Erebî ne. Herweha bi vê xebata me pirtûkeke Kurdî ya din jî, hem ji mirinê difilite û hem bi hindikî be jî dê ji ziman û çanda Kurdî re bibe alîkar. Hem ji bo zêdebûna zanyariya xwendevanan û hem ji bo dewlemediya pirtûkxana Kurdistanê, wê bi xêr û bêr be.

12.09.1986
Zeynelabidîn Zinar




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues