I.
Stêrka bêheval, roj e, dilpêketiya rojbûna xwe ye?
Roj tê, koz dikeve hewa, av, axê; tavê dide jiyanê Eşq in dîjle û ferat, erd û ezman, pevre diherikin.
Ruhber an ne ruhber, her tişt, bi xwe li ser xwe ne. Mirov, ne wek ên niha bûn di demên bênivîskî de, Bi xweserî pêk hatine û ne bihuştî ne, ne dojehî ne Em jî wanî ne, ji çi ne û ji kê ne, divê bên veristin!
Em, ji tavên bi xeml ên dewlemendiyên cîhanî ne Ku bi dilêş in! Dil, bi dil in, şanogerên gerînde ne Û ji wek mirovan mirovtir; li deman, bi demtir in! Û çemek, ji çeman, em dê vebêjin bi çemên stêrîn, Stêrk, mînanî kuliyên berfê dihelin, şên dikin erdê Herikînên me, pêde çem in ku bêyî avan jî çem in! Stêrk mecazî ne, xeml û xeyal in ji dîmenên me re Û stêrîn, ji wan hatine afirandin, bi perên me ve ne Birisîn û mirisîn, gelek bi bal in li herikînên çeman Em heliyan bi ristinên tîroj û tavan, bi lehiyê ketin!
Av ne di kab û tasan de, di çemên xwe de dibin çem Û tavên stêrîn jî li gorî şûn û hêzên xwe, bi pêl dibin Ew herikînên wan, ne mîna yên av, çem û behran in! Daxwaz in ku ezman, reşbînî û bi mij û dûman nebin Û çol û çolistan, çiya û gelî, zozan û rast, ger û guhar Bendav, gol û derya, hemû der û ber, jê re karîgeh in.
Ji heyînên asîmanî girtin, danîn; bûn ên axî û candar Ji roj, heyv û stêran re gotin: em in ên dîjle û feradî! .....
|