KUL 1 (Bê)
li min vegere kulê... roj berî rojeke kesk bi kulman êvaran ji min re bîne bi hembêzan bajaran ji min re bîne “yadê” gotina ewilîn a zarokan hejîran dîlanan newrozan...
bê xerîbê çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn xwîn misîn bêdengî har, barbar, zinar şev di êşa law de xelîl birahîm (im) roj di êşa bav de simaîl (im) êvar qurban
bê tik î tenê bê sî jî bi fereke dil bi teşqele bi kul di nava destên min de can bide naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin ez ê li ber te kevim van keserên xwe yên qilêrî bi çavên xwe yên bawî çendîn li benda hatina te me bi teresî bê... an na wê xortanî ber bavê
/ her ku ez li awêneyan dinihêrim ruyê te bi dizîka li wan tên xêzkirin mijan li wechê te mayinde kon vegirtine di rojên zelal û sibehên xunavîn de/
bikeve qiraxa rê bide tengala bê • û bê tagirtî ji rehên laşê xwe yên tije xwê amade kirine ji te re min benikên tayê
sîlûetê te li ser pelên papîrusan dinivîsim di bin çeng de bi xwe re digerînim te ji kesên nexwendî dipirsim geometriya gulê nizanin lê tu, bi dev û lêv, stû û rû pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvêşevê havînê
bê...
bi şiva bejna xwe li koza deriyê berxikên min xe ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te ji bişkulên şil morîk rêzkirinê min li gerdena xwe .....
|