La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berbiska Zer


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1983-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 978-605-5585-91-4
Langue : KurdeFormat : 130 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tor. Xeb. N° 509Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berbiska Zer

Berbiska Zer

Ömer Dilsoz


Avesta


"Berbiska Zer", ji sê pencereyan pêk tê; di ya ewil de serhatiya Sînema parêzer û hevalên wê heye. Ya duyem, Sînema piçûk û Berjenê berxvan û tiştên li dora wan diqewimin ji xwe re dike mijar û di pencereya sêyem de, komeke kontra tê çiyayê Bestanê, komek gerîlayên çavdêr li wê derê ne, rageşiya navberê tê vegotin.
Ev kitêb, bi kurtî hewl dide demeke tarî ya Kurdistanê bide ber ronahiyê û hewl dide paşperdeya bûyerên tarî ku tenê em ji nûçeyên êvarê, bi fesla çend çirkeyan guh lê dibin, xwestiye dest deyne ser. Roman ji nûçeyekê dest pê dike û bi ser wê me dibe piştperdeya ku di nûçeyê de nayê gotin lê mimkûn e pêk hatibe.
Di vê romanê de, mafê gotinê bo hemû aliyên bûyerê; hemû aliyên şer û yên ku pişt re li ser bermahiyên şer hewl didin 'gunehên şer' ronî bikin, terxan dike û guhê xwe dide 'serpêhatî; dubendî, hatûçûyînên derûnî û ruhî' yên her du aliyên şer ên kirde û lêqewmiyan.
Taybetiya Berbiskê jî ew e ku bi wê rastiya bûyerê ronî dibe.

Ömer Dilsoz - Di sala 1978an de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hatiye dinyayê. Di salên xwendi-na li Culemêrgê de dest bi nivîsîna kurdî kir. Bi navê Hêviyên Birîndar, Bêhna Axê û Neynika Dilî sê romanên wî heta niha gihîştine ber destê xwendevanan û dîwaneke helbestan a bi navê Bila Gotineke Min û Te jî Hebe weşandiye. Dilsoz, niha li Diyarbekrê dijî û bi karê edebiyatS miiûl e.



LERZ

Temaşevanên hêja, îro jî çaleke tijî hestî hate dîtin...”
“Sînem, ji kerema xwe tu dikarî dengê tvyê piçekî daxî!”

Sînemê komandaya destê xwe hêdîka dirêjî Cemîl kir û bêyî ku tiştekî bêje, kûr û hûr kete nav hizran. Cemîl wê demê bi hewieke sivik xwe xwarî ber wê kir da ku çavên wê bibîne, Iê Sînemê tu dibê qey tiştek lê qewimiye, çavên xwe ji çavên Cemîl vedizîn. Hingê wekî ku vî halê Sînemê şik xistibe dilê Cemîl, piştî dudiliyeke kin, wî destê xwe hêdîka bi ser milê Sînemê de bire xwarê, bi dilovanî hêdîka navmilên wê piçekî perixandin û di ber guhê wê de bi den-gekî nerm got:

“Sînem, ev çendek e, halê te ne çi hal e, bi min wa ye tu pir melûl î, wer reng e hin guherîn li te peyda bûne; tu ne dikenî, ne diaxivî, tim serê te di ber te de xwar e, heke derdekî te hebe tu dikarî bi min re parve bikî, a qenc ew e, em Ii ser vî tiştî mijûl bibin û pê biaxivin...”
“Cemîl,” got Sînemê û di bîskeke bêdengiyê de serê xwe ber wî ve zivirand, pora xwe ji nav çavên xwe veda, destên xwe kirin guvêşk, pişt re tiliya xwe ya beranî bire ser lêva xwe ya jor, pişt re destên xwe li ber sînga xwe li hev siwar kirin, avriyên xwe kutane nav çavên wî ûgot:

"Cemîl, çi tiştî nebe dilê xwe, aqilê min ma ser nûçeyê. Wekî dî jî, ev çend şev in ez li ser hev eynî xewnê dibinim, ew jî xewa min direvîne. Ev çendek e hema bêje xew ji çavên min zîz bûye.”

“Qey ji ber vê tu dikevî nav behra hizran? Ti tişt nine, hizrên te ne.”
“Na na...”
“Nexwe çi ye Sinem?”

Hingê wê deng nekir. Bayê hizreke kûr hişê wê pêça. Dengê Cemîl li ber guhên wê hinekî nezelal hat. Wekî ku huşehuşek bikeve ber perda guhên wê wisa li galegalê serwext nebû. Bîskek di hate ser hemdê xwe û axaftina Cemil biri, “Ne tenê nûçe, ev çendek e ew xewnereşka mirar û geni hişê min. ji sere min dibe.”
“Waa! Neko tenê xewn be, ne çi tişt e. Heçî xewn in, divê mirov hin dû wan neçe, qey tiştek maye di bira te de, an jî, jixwe di nava rojê de, em parêzer tevlê bi sedan mehkemeyan dibin, bi sedan serpêhatiyan guhdarî dikin û bi wan re serê xwe diêşînin, ev jî, li jêrhişa me dinijinin û têne xewna me, dibin reşe û kabûs..."

“Na Cemîl na...” wê dengê xwe piçekî bilindtir kir û bi dû re,"Kuro, ev ne tiştekî wisa ye” got Sînemê, "Ez çi zanim, dibêjî qey ya ez dibinim ne xewn e, hema rastî ye. Xewnên gelekî zelal in. Pê re eşek dide hestiyên min û tê re hişyar dibim.”

“Qey te sar dibe. Nebî bi şev tu klîmayê bihêlî vekirî?”
“Na lo, sermaya çi, ez nizanim çi ye, bes ez bawer dikim ku têki-liya van xewnan û êşa pişta min li gel hev heye.”
“Ha ha, de herê lê, êdî çi!”
“Tu yariyên xwe pê bike...”

"Sînem, keçê, wa çi bi te hatiyç, tu behsa çi dikî min tiştek ji te fam nekir. Keçê, tu miroveke xwenda yî, zana yî, parêzereke jîr û navdar î, ev çi çivêlî ne, ev çi pûçatî ne, tu behsa çi dikî; çi eleqa xewn û êşa piştê bi hev heye. Qey ji ber vê ye, ev heyamek e tu bûyî wek heyva bin ewri, ne li Bûroyê ne jî li Baroyê em te dibinin. îro jî ez berê çûm Bûroyê min pirsa te ji Zînê kir, got dibe ku li Baroyê be, an jî dibe ku çûbe dadgehê biketibe dozekê. Pişt re min telefon! berdestkê te kir, wî kurikî jî got; îro çi danişînên wê nînin, here malê. Ez hatim, min got paşî em bi hev re biçine Baroyê. Heke li bîra te be, heta çend mehên pêş dê hilbijartina Baroyê çêbe. Diviya ji niha ve em ji xwe re kulîsan bikin...”

"Çi yanî, qey te dil heye bibî siyasetmedar?”
“Çi eleqe Sînem?" got Cemîl.
“Ne ne...mebêje çi eleqe."
“Sînem, nexwe çi?”
"Ma ne li welatê me ji bo siyasetvaniyê parêzerî tişta herî xwedî avantaj e.”

“Aha ev Sînem” çavên Cemîl biriskîn û da ser gotina xwe, “Ji bo wê jî, em jî dixwazin te bidine pêş û di hilbijartina pêş de te bişînin meclisê.” Beri ku Sînem gotina xwe bêje,"Ma ne heke tu parêzer û ebûqateke baş a Baroyê bî, va ye deri û dergehên parlamentoyê heta ber guhan li ber te vebûn. Êê, di nav me de jî, ya herî serkêş tu yî...”
"Çiii!” dengê xwe bilind kir Sînemê, “Çawa çêdibe, çawa tu wisa li şûna min li ser navê min biryarê didî?”
"Heyra xwe dîno mîno neke, min li ser navê çi kesê çi biryar ne-dane. Tene min got: bila hayê te ji dinyaya me ya em tê de jî hebe. Bizanibe ku li dora te çi diğere. Lê na! Tu li pey xewnan î.”

“Erê, ez li pey xewnan im. Lê ez li şûna kesekî dîtir çi biryaran nadim. Hurmeta min ji îradeya kesan re heye."

"Dibê qey me çi xirabî lê kiriye” got Cemîl û ji ser kanepeyê rabû. Di bîskeke bêdengiyê de, bi çavçêrînekê odeya Sînemê ya rûniştinê meyizand. Salona rûniştinê ku odeyek li milê çepê û odeyek jî li ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues