La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdê Rêwî: Roman kitêba ewlin

Auteur :
Éditeur : Sovêtakan grog Date & Lieu : 1979-01-01, Êrêvan
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 120 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Ibo. Kur. N° 509Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdê Rêwî: Roman kitêba ewlin

Versions

Kurdê Rêwî: Roman kitêba ewlin

Sehîdê Îbo

Sovêtakan Grog

Ez ewledê êla Ortilame.
Gelo ew çi êle? Gelo ev nav ji ku pêşa hatiye? Ez awqasî nikarim bêjim. Pişt çyaê Grîdaxê mezinnava gelî û zihorada, teefekûrê dinya ronik, gundek, hebûye jêra gotine Ortil. Pêşê meye ji êla Ortila rojekê hêlîna xwe şihitandine, revîne, hatine û bûne binelîê Surmelîê. Ji wan çaxa heta roja îro qurne derbaz bûne. Sal li hev bûne gewlaz, gele  ewled hatine û çûne, lê navê Ortilê usa jî li ser êla me maye.
Dê û bavê min tevî desteke êla Ortila li gundê Qereqoyînê diman.
.....

PÊŞGOTIN

Gundîê meye berê niha babaxîya nakin, merdane dibêjin, wekî qatix em xweykirine. Wana her sibe dîzê qatix avîtne ser pişt merkeva birine bajarê Îgdîrê firotine, çend kapêkek qazinc kirine, bi teherekî neferê xwe yole birine.
Qereqoyînê ji pêşê mera wartîya dirêj nekir. Şûrê Romêyî neheq gundîê merûm li serê riya xistin. 
Sala 1920, wexta Ûrisêtêda beyraqa Oktyabrê dimilmilî, tevî ermenîê gundê cînar Ortila jî ji qetla Rome azabûnpê danîne ser şêmîka emrekî teze. Roja îro jî, şikir ji erdê heta ezmîn, têr û tijî derbaz dikin. Lê ez, ewledê êla Ortila, îdî mîna pêşê xwe berbi dar û gopalê rêncberîê nabezim...
Na, xêr, ez îro ew nînim...
Nemû cara wexta ez diçime li ser sîngê Elegeza rengîn û dibime mêvanê dayka xweye ezîz, bi dilekî şewitî gilîê derheqa emrê buhurîda dibihêm.
.....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues