La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bazbend Kewname


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1999-01-01, Spanga
Préface : Pages : 176
Traduction : ISBN : 91-89014-49-9
Langue : KurdeFormat : 135x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. . Hus. Baz. N° 4075Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bazbend Kewname

Bazbend Kewname

Ehmed Huseynî

Apec

Eger hat û dawiya dawî xencer di kalanê de riziya
Eger hat û dawiya dawî hespê gumanê ji hişê te reviya
Eger hat û dawiya dawî kevoka cîhanê ji pêxîra te firiya
Eger hat û dawiya dawî nexşeya ziyanê di çavê te de giriya

Eger hat û birîna demê di gavên te de kûrtir bû
Eger hat û êşa gemê di bîr û baweriya te de pîrtir bû
Eger hat û zixta rimê di şevçirayên dilê te de tîrtir bû
Eger hat û renckêşana pênûsê ji zirt û fortan şêrîntir bû

Eger hat û Kewistana namûsê berê xwe da velerzîna te
Eger hat û xewrevînê serê xwe danî ser balgeha Zîna te
Eger hat û welatekî sed-serî bela xwe firot zanîna te
Eger hat û çar sînorên deyûz xwîna xwe xistin stûyê zemîna te

Ehmed Huseynî di sala 1955an de li bajarê Amûdê ji dAyik bû.
Di sala 1985an de ji zanîngeha Şamê lîsansa felsefeyê wergîrt û ji saIa 1 989an û vîr de li Suwêdê dijî. Berhemên wî:
- Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990, weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê.
- Bi xewna we pênûsê dilorînîm, stockholm, 1 995, Weşanên Jîna Nû
- Rono û sirûdên bêrîkirînê, Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû.
- Sîsirkê hesînî (Selîm Berekat) wergerandîn, Stockholm, 1997, Weşanên Apecê



JI WE VEDIGERIM

1

Ji we vedigerim
Bêzar, wek ala we,
kovandar
li ser serê tiliyên poşmaniyê
Geh wek hiriyê
Geh wek heriyê,
Li berbejna xwe digerim
Velerzîna xwe
bi ser gerdena we de
dirijînim
Dîn im...Dîn!
Asîtankên we bi awazên girî
Bi terkên çengelê derî
Bi nermebayekî hişk
Bi şiverêçên mirî
divejînim..
Bi gavine tewş
Bi viyaneke piştxûz,
xwe davêjim qolinca bextê we
Bi lavlavê

Bi lepên silavê,
cergê we diguvêşim..
Demsalên qonaxê,
tevn û ristên çax û axê
ji westana çavên we dikêşim..
Ji rengên bazbendên we,
Ji deng û halana govendên we
Difûrim
û dibim
çar sînorên bi rim.
Di kurtepista pêşwaziya we de
Dibim
gumegum
Zimanê buharê
ji şikefta devê we hildikim
Sîtav û xeyda êvarê
bi ser lêvên we de dadikim
Ji keviya kula we
ta aviya sorgula we
wek taya sar dilivim
Dimirim...
Dimirim,
wek tim,
û ji we vedigerim.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues