ÇARÎN
Jiçem bi Derya
Mêro umrê te çûye bi teqteq û reqreqê Tif rehmet nehesibîne, nebe weku beqê Xelk û alem ji heyvê li halê te dinêrin Li ber cehaleta te, meriv dike biteqê
Mêro bi vê îslama ku tu de’wa wê dikî Tu Xwedê aciz dikî, mirovan ji rê dikî Wellahî dînê min û dînê te, ne ji hev in Ez li avê digerim, lê tu agir rêdikî
Dengê daholê bi te, ji dûr ve xweş tê mêro Tu ku kerê cahil î, zirîn b’te xweş tê mêro Cehennem ya herkesî, cennet ya te xuya ye Cenneta ku tu têde, li min ne xweş tê mêro
Dibêjim “gul”, dibêjî “lo nebêje istirî” Dibêjim “heq”, dibêjî “min çû ji hakim kirî” Dibêjin “hemû mirov ji yek eslî hatine” Lê wellah esl yek be jî, ez gul im, tu istirî
Mêro tu hem nezan î, hem nezan ku nezan î Tu xwe şêr qebûl dikî, lê ji rêza keran î Delîlê kerîtiya te, serhişkiya te ye Tu wek hemû serhişkan, dijî îlm û îz’an î
Ker bûne reyiscumhûr, dehşik serokwezîr in Diz bûne xezînedar, wawîk mudîr û mîr in Dewleta ku em têde dijîn li ber çava ye Şêr di qefesan de ne, meydan tijî xenzîr in
..... |