La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nameyên bêcewab / Karşılıksız mektuplar


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 1998-04-01, Stenbol
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN : 91-89014-49-9
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kar. Nam. N° 4303Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nameyên bêcewab / Karşılıksız mektuplar

Nameyên bêcewab
Karşılıksız mektuplar

Sabah Kara

Nûbihar

Nameyên Bêcewab di eslê xwe de şiîreke dirêj e; şiîreke dirêj î bîst û pênc nameyî ku her beşa wê bi dî-roka nivîsîna xwe ji beşên din hatiye veqetandin. Eğer Nameyên Bêcewab, yan jî bi navê xwe yê tirkî Karşılıksız Mektuplar bi vê dîtiriê bête xwendin, dê hêsantir bête fêhimkirin. Nameyên Bêcewab pêşî bi tirkî û bi navê Karşılıksız Mektuplar hate nivîsandin û hin ji beşên wê di kovarên cihê de hatin weşandin. Paşê kitêb bi navê Nameyên Bêcewab bi kurdî hate nivîsandin; lêbelê ev cûr nivîsîn, ne wergerandin bû. Kitêb, ji hêla nivîskarê xwe yê ku dikare bi herdu zimanan şiîr binvîsê û berê ew bi tirkî nivîsîbû, vê carê jî bi kurdî hate nivîsandin. Kurdiya kitêbê, anku Nameyên Bêcewab, di nav tarîxên Çiriya Pêşîn 1992-Adar 1994 de di hejmarên 1-18 î kovara Nûbihar de hate weşandin.




NAMEYÊN BÊCEWAB / 1

Nizanim ku îdî hespê bênal î xewnê min çi fede ne
(jibo min
Ew hespê rehwan î bê qeyd û hefsar çi fêde ne
(jibo min
Di mêjiyê min de buraq rabûne şahê, yalê wan difirin
Nizanim ku çi fede ne jibo min, çi fêde ne jibo min

Ev jiyan çawa diherike wisa pîs û lewitî
Em çawa dijîn di vê avê de masiyan
Nayê fêhimkirin ku dar çawa karin bijîn wisa serbijêr
Çima zarok pîrtir têne dunyayê herroj li vir

Pirsa van jî qebahet e û dînbûn jî bi îznê ve girêdayî
Çi tişt heye di jiyana me de ku em karin bêjin “ev a me ye”
Bi qasî meşê nemeşîn jî bi îznê ve girêdayî ye meyzênin
Jiyan li bejna me ariyet tête dirûtin

Em bi jan têne dunyayê, ji dayikên xwe bijantir
Bi malîna berxên ku di zîvinga gur de hatine dunyayê
Xetta qedera me bi diranê tûj tête kişandin
Ne dengê bilbilan, dengê borezanê romiyan di guhê me de ne, hertim

30.9.1990

KARŞILIKSIZ MEKTUPLAR / 1

Bilmem ki neye yarar rüyalarımın nalsız atları
O gemsiz yularsız rahvan atlar neye yarar
Beynimin içinde şaha kalkmış buraklar uçuşur yeleleri
Bilmem ki artık neye yarar, neye yarar

Bu hayat nasıl yürüyor böyle bozbulanık
Nasıl yaşıyoruz bu kirli sularda balıklar
Anlamak güç, ağaçlar nasıl yaşar boynubükük
Niçin hergün daha yaşlı doğuyor çocuklar

Bunu sormak bile suçtur delirmek de izne tâbi
Bizim diyebileceğimiz neyimiz var şunun şurasında
Bakın yürümek kadar yürümemek de izne tâbi
Hayat ariyet duruyor omuzlarımızda

Doğarız doğurandan daha sancılı halde
Kurdun ininde doğan kuzunun melemesi
Keskin dişler belirler yazgımızı her yanda
Bülbül sesi yerine gece gündüz ti sesi

30.9.1990




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues