JI ALÎÊ RÊDAKTODA
Edetekî cimeta meyî bedew heye: navê cimetê dost û cînar datînine ser ewledê xweye tezebûyî. Nava cimeta me da em gele cara rastî navê Gûrcîs tên.
Navê alê minî mezin jî usa bû, ew hela berî bûyîna min çûye ber şerê Wetenîêyî mezin û venegeryaye. Gundê meda heykelê granîtê, ku bona bîranîna gundîê şehîdbûn çêkirine, navê min jî ser kolane “Gurcîs”. Hela hê zarotîya xwe da min tirê ew nava kivşdike mêrxasî, wetenhizî, amnayî, canfîdayî...
Anê min çiqa baş ev nava xemilandîye. Hilbet min anê xwe nedîtîye, lê min xetê Şota Rûstavêlîye nemirî, destnivîsarê sedsalîyê navîn, stranê gurcaye melûl û kuçê Tibîlîsîêda ew dîtye...
Baçoê Îsko
Lênînê mezin
Lênînê mezin xudanê rehmê Û tacê serê dinê – alemê, Tarî berhemkir ji erd – ezmana.
Can dibe omet, milet jî pêra, Mîna kulîlkêd li der-bahara Û rojêd dilbar anî bi rusqet, Pale û gundî kirine serbest.
Lenînê mezin xudanê remê Û tacê serê dinê – alemê, Me tu dest nedî ser destê rera Boy xweşbextîya sêfîl û jara.
..... |