PÊŞGOTIN
Ev tîpane hatîye danîn li ser şoreşeke kurdî Da girtî xweşî û nexweşî û pîlan ji gava kû Şoreş pêketî heya hatina laşê berzanî ê pîroz Ji waşinton û duvre mi ev tîpane civand Ji helbstên bavê xwey gelek ji ber min dît Kû gelkî mafê berzanî ne hatîya dan ev ji vî alî Û ji alîyê din min xwest tîpane bavê mine Pêşî lî ser berzanî bê ji ber ku dîvê Bê xuyakirîn û taybetî di vî çaxî de Ev jiyana kû berzanî qedan bi vê rastbuna Kû bavê min danî û dawî di bêjim yezdan Mezine û azîdî ji bo kurd û kurdistan .
«K. dayin*
Nehwirandineke Berzanî mizgîn lî me Kurdan
Mizgîn li me Kurda serwerek nû ji me rabû Derd û kederê me serwerê me bi te şa bû Xewna me ji zû ye di te şêrî de xuya bû Zenga li hişê Kurd vaye çû rengê te vabû Yezdan kire qencî kû divî çaxî ti rabû Navê Mustefa deng da welatan bi giranî
Her dem serê sed sal yek dirabî nû şemale E min ez dibêjim yek ji wan ev şepale Lê her di hezarî radibî yek çi rewale Dadî di cîhanê dibî peyda tev ji bale Zerdeşt we dibêjî ew mirovê bê hevale Heye ê gotibî Zerdeşt tibî yekjê di cîhanî
Sed ceng û şoreş çêbûn ji bo Kurda bihûrîn Sed sal gelek çêbûn em ji bindestî dizûrîn Kuştin gelek çêbûn xuh û dayik pir dikûrîn Hê Kurd bi hezara li beng û şêxa didûrîn Keskî re neçû ser bi kula re tev difûrîn Tenha xwedê ferzen kire alî te beranî
..... |