La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîranîn û Serhatî


Auteur :
Éditeur : Sovêtakan grog Date & Lieu : 1979-01-01, Êrêvan
Préface : Pages : 268
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 125x160 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Evd. Bir. N° 172Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîranîn û Serhatî

Bîranîn û Serhatî

Elîê Evdilrehman

Sovêtakan Grog

Min û hevalê xweyî Mîrzo hela salê xandinêda ji hev hez dikir, lê wextê em herdu jî mezinbûn, zewicîn, bune xudanê kom-kulfet, mal û hal me diha gelekî ji hev hez dikir û usa jî kulfetê me herdu mala. Rojeke meha gulanêye şemiyê ...


DILÊ DÊ

Min û hevalê xweyî Mîrzo hela salê xandinêda ji hev hez dikir, lê wextê em herdu jî mezinbûn, zewicîn, bune xudanê kom-kulfet, mal û hal me diha gelekî ji hev hez dikir û usa jî kulfetê me herdu mala. Rojeke meha gulanêye şemiyê bû. Roê gulîyê xweye zerîn raweşandibûn ser bedewetîya tebîyetê, kêfa meriva xaş dikir. Wê rojê giradarê minî Mîrzo bi kulfetê xweva tevayî hatibûne mala me. De mal bû, me xura xar, vexar û em bi hev şa dibûn. Ro îdî ji nîvro şikestibû, nizanim seva çi, bona çi Mîrzo kete mitala. Rast bêjim, mitalê wî hinekî hukumî ser min jî dikir. Min xast ji wî bipirsim, çi te qewimîye, lê wî mecal neda min, li min mêze kir û got:

- Biradarê elî! Ev rasthatina kulfetê herdu malê meye tevayî xeysetekî zef başe, em divine kulfetê malekê û em hew dizanin, wekî em ji malekê cihê bûne. Ezîzê min! Em hindikî diçine gund, cem qewm, pismama, eva sala dudane ez ser meta xweda neçûme, nizanim halê wê çiye? Îja zanî ewa çewa ji min hez dike?

Dû gotina Mîrzora kulfetê herdu mala, elbêra topî dora wî bûn, min îmkana xeberdanê neda tukesî û gotê: 

- Mîrzo can! Eva çend salin, wekî em hevra biratîyê dikin, em tevayî çûne mala bavê te, qewm pismamê te, lê te heta roja îroyîn derheqa meta xuda ... 

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues