La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Defterên Perrîdankan


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2014-01-01, Stembol
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN : 978-605-9082-06-8
Langue : KurdeFormat : 125x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kul. Def. N° 5434Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Defterên Perrîdankan

Defterên Perrîdankan

Ciwanmerd Kulek

Avesta

Hemû çûkên ji vir radibin bi baskekî ne. Teqwîma me û siyasetmedaran çucar hevdû nagire. Dema ku em ji xwe re çîrokên Decameronê dibêjin ew li çolan beqan dixesînin.
Dixwest êdî di zemanê xwe re biçe. Zemanê nûjenî û tenêtiyê. Bi eşqê dihat nivîsandin, lê bi aşiqê re dihat afirandin. Çinku her tişt li ciyê ku diqediya dest pê dikir, li ciyê ku dest pê dikir diqediya.
Bi hêrseke mezin, bêyî ku karibim serê xwe ji ser rakim, roj bi roj bêtir diniqumîm nav vî karê bêdawî. Min fahm dikir ku nivîsîna kitêbekê mîna avakirina Kurdistanekê ye.
"Deftera Perrîdankan" romaneke ku tiştên rojane ’nîşan dide lê tu caran bi îro ve ne girêdayî ye. Hinekî ta'ma polîsiye dide, ne tenê bi zimanê kurdî bi zimanê kurdistanîjî dinivîse. Ciwanmerd Kulek hêviyên mirov ên li ser pêşeroja romana kurdî geş dike.

Ciwanmerd Kulek: Di 1984an de ji dayik bû. Di 2004an de dest pê kir bi kurdi binivîse. Ligel Defterên Perrîdankan, nivîskarê van her sê romanan e: Nameyek ji Xwedê ra (2007), Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012). Ji bili nivîskariyê bi karê wergerê jî dadikeve, ku di encamê de heta niha ev şeş kitêbên ji sê zimanên cuda û şeş nivîskarân mezin ân cîhanâ bi zimanâ kurdi derketine: Hetîketî (J.M.Coetzee), Li ber Sikratê (W. Faulkner), Çîrokên Dubliniyan (J. Joyce), Serencama Mirinekê (G. G. Marquez), Keleha Spî (Orhan Pamuk). Ciwanmerd Kulek ji 2014an vir de li Stembolê jiyana xwe didomîne.



“Alem çi ye îrab û hirûf û kelimat in

Ew niqte di nefsa xwe û me‘na yim ez”
Melayê Czîrî

1

LI AMEDÊ

Çend telpên reş û mezin ên ewran, mîna kum û kolozekî bi serê avahiyên bilind ên li dûra daketî, asîman gelekî nêzî erdê kiribû. Hin jî pahn, bilind û spî mîna keştiyên fezayê ên bêxem, li nîveka esmên daliqandî mabûn, hin jî sivik û befrokî mîna bi dûvika bafîrokê bin li banê banî hêdî hêdî dikişiyan. Herçî hin telpikên piçûk î li qozîkekê dûr û sobe sekinîbûn jî, dihat ber dilê mirovî ku mirov ji wan re bibêje kerem kin werin, fedî nekin, lê ew jî mêvan bû. Şînahiyeke fediyok, mîna wî, mîna qursikekê, li nuqteya herî dawî a asîmên, bi piçûkiyeke li ber windabûnê bi wir ve zeliqîbû û hesarge mabû. Mirov têderdixist, hinekî sar bû. Asîmanê ku do ne îşê bilind û firawan bû îro di nav rêzeçiyayên asê ên ewran de tengijîbû.

Gava li peyarêkê, li serê goşê, li hêviya tirimbêlên ku dabûn şer pişta hev û diloqiyan sekinî, tîneke şîregerm rûyê wî alast. Li demjimêra zenda xwe niherî. Darikên zirav î wek mû du gavan dûrî hev, hatibûn ser saetyek kêm pêncê. Peykerê şêrê sermirov ê asûrî di siyeke dirêj de xerq bûbû li berniga pêşiya avahiya şaredariyê, ku îro hêmintir bû. Sê roj berê hêwirze û qalmeqalmeke giran hebû. Alaya Kurdistanê li wir bû. Tiştekî normal bû, bi aliyekî dilê wî, sivik wek perrîkekê; belam bandora wê ya xeyalî ev çend roj bûn xwe li ser wî digijgijand. Çi bigire piştî not-sa-lekî alaya Kurdistanê vegeriyabû paytexta ku cara pêşî lê hatibû sêwirandin û qebûlkirin, ligel serokê Kurdistaneke fermî. Ew jî bi saya vê rûdanê ji paytexta dawî a osmanî - na lo, ne tiştekî ewqas girîng bû, karmendekî ji rêzê bû- hatibû vir, vî bajarê ku çar salan malovanî lê kiribû dema ku suxteyekî zanîngehê bû. Yanî heta heft sal berê: wê hinga ku jê were xewn û xeyala Kurdistanê bi qandî wan ewrên piçûk û tenik ên li jora asîmên êdî vekişiyabûn ciyekî dûr î nedîtbar, îja çend roj berê, li vê derê, dema ku coşeke nas di nav dil û ruhê wî de liviya, serwext bûbû ku çi û çi ji nav dilê wî bar kiribû piştî wan çar salên ku li vir derbas kiribûn û sal bi sal hizr û hestên kelegerm û peroşmend ên xortaniyê ziwa bûbûn. Her ku serencama vê alayê, reng û şikl û bextê wê dihat hişê wî ji dest xwe diçû û bivê nevê teswîreke têkoşana tevgerên siyasî a navxweyî û nepêkaniya biserketina doza kurdî tê de didît. Kelecana ku çend roj berê li vî bajarî ew zeft kiribû, li evî bajarê bi derbên hors û çakûçên siyasî navê wî ketibû kirasê belavokeke propagandîst, tahliyek di qirika wî de hiştibû ji ber dubendî û bexîliyên ku çu alayek nikare binixumîne. Di maweya hefteyeke ku li vir bû de bi dilgiranî lê warqilîbû ku çi rastiyên piçûk lê bingehîn di bin piyên teperepên reqûle ên siyasî û berberiyê de dihatin pelaxtin. Ne ji peyameke hêvîbexş bûya, ku do jê re diyar bû, heye ku bi qesaweta ku rik û qayîşkêşanên ku bi ya wî meseleya rastîn ji dêhn û balê diqewirînin xistibûn dilê wî, vegeriyaya Stenbolê. Dê dosyeyeke romanê a nivîskarekî kurdî, ku beriya meh û nîvekê xwe kuştibû, bixwendaya û ji bo çapê amade bikiraya. Mîna her bûyera ku derbarê kurdan de derdiket pêşiya wî, evê yekê jî çend aliyên xwe yên nakok hebûn, ku hem ji aliyekî de kêfa wî dianî evê fırseta mijûlbûna bi mijareke dûrî nivîsên siyasî yên ku çendayek bû di wan de xeriqîbû û ji aliyekî de jî ew aciz heta xemgîn dikir, ne tenê ji ber ku siya mirinê li ser hebû, xwekuştina nivîskarekî kurd jê re dilsojiyek bû, weku serberateçûnek bû di gorepana govendên siyasî ên hemû hêza civatê ji xwe re terxan dikirin de, lê, lê, lê ji ber ku wî hîç hay ji rûdaneke weha nebûbû.

Bi pêketina çiraya kesk re derbasî aliyê din ê rê bû. Çivîkeke ku ji xwe re parçeyek tavika nermik peyda kiribû li ser çuqlê dareke piçûk a li baxekî qeraxa rê, bi şaşwazî li dora xwe diniherî û serê xwe çerx dikir. Serî ketibû pelên jorîn ên çaloyên kurtik ên li qiraxa baxî, zer bûbûn. Bê hemdê xwe li asîmên niherî. Liveke hêdî û giran bi nav telpikên piçûk ên ewran ketibû, wan li nav hev digerand. Çivîk ji ser çuqlê darê firiya. Bêyî ku bi çavekî baldar li avahiya şaredariyê mêze bike, ew li pişt xwe hişt, li ser peyarêka vala bi gavên hêmin meşiya. Darên li nava rê, aliyek di tavê de aliyek di sî û daldeya avahiyên li rexê rastê de, heta fêza enîşka birca hember meydana Deriyê Çiyê diçûn, ewî ciyê ku di bedena bajêr a bi kevirên reş î mezin de hatibû vekirin. Avahiyeke dirêj û spî, mala artêşê, bi tena serê xwe li serê goşê weke qûçekî çikrast bilind dibû hewayê. Li hêla wê yî rastê, gelekî li dûra, lê di qeysa bilindiya wê de, ewrinî spî qurs bi qurs, niqut bi niqut, weku kuliyên berfê ji başûr berev rojava fenanî bafirokekê dikişiyan li perê esmanê şîn û beraq. Pêkan bû ku tavika ku bi ronahiya xwe ya zelal û tenik îmzeyeke nazik davêt ser rûyê daran û jora avahiyên hember rojeke germ a Gulanê bîne aqilan, lê fena wî pelê dawî ê ji werza payîzê ku qiçeqiça nava wî bû, wî pelê rizî û hişk ê ku serikê tûj ê wê qelema barîk, ku ji şev nîvê şevê de xirtîniya wî bû ew dibirrî ji şaxê wî yê ku qalikê hişk li ser xwe dikir, pelê dawî ê werza payîzê ji teqwîma vê salê diket.

Birêveçûneke baş kiribû hinga ku gihişt ber ciyê ku qesta wê dikir. Hetta, mirov dişê bibêje, rexma bêvila wî ya ku cemidîbû jî weha dihesiya ku laşê wî di bin fanke û saqoyê wî de hebikî sinciriye. Avahiyeke gelek mezin bû; -binê wê li ser sê qatan weke firoşgehekê, jora wê jî heşt qatên malan, weke çar qûçên li çar qorziyên hevber-, li pişt wê sê avahiyên nû û biriqî ên bi camekan, di dirûvê plazayên vê serdema dawîn de. Li ber dergehê wê yê fireh û bi sitûn sekinî, berê xwe da jorê: Diyar Galeria. Pisîkeke belek, ku bi pê û difnê xwe gilêşa li ber deriyê wê rêtî vedixepart, şûn ve beziya. Rûyê wê gewr, qirêjeke ku nexuyabû li kê dera wê girtibû ew ji şetafata wê ya berê dûr kiribû. Ket hundir û ji tarî û tenhayiya ku berî her tiştî ew pêşwazî kir metel ma. Kê digot tê rojekê weha bibî! Dîtina nedî topek hat li ser çengê wî ket. Wîrewîra du kurikên piçûk ên li dû hev baz dan û bi hêwirzeyeke dengveder top ji nav lingên hev revandin li nava salona bi sitûn giştûkî geriya. Aynı filmlerdeki gibi, yeni baştan, di dile xwe de got: Mîna di filîman de cardin li serî qesidîbû. Kenê wî hat ku werê fıkirî. Ger hinekî din bifıkiriya belkî tiştên xweştir bihatana hişê wî, serwext bibûya ku tiştên ku wî ew didîtin û seh dikirin û wî hay ji wan nedibû lê dîsa jî wan karîgerî lê dikir bixe kê derê. Çaxa ku li nava wê bi dizîka, ligel hez û xewnên dile xwe, li pey Wê çûbû û li nav dikanên mezin ên cilan, dikanên birqok ên pêlavan, cî û deren din ên rengîn di nav qelebalixiya mirovên bi kêf û heyecana qadeke wiha dewlemend û keşxe ji wan re vebûyî tê de doş dibûn, viz dibûn, ew şopandibû, belê, ew çax hat bîra wî. Fedî kiribû, ne ji wan gurriyên bi şid ên bi nava dilê wî diketin bûya çu tiştekî nikaribû wî dahf bide hundirê wî ciyê ku ne perê wî ne taqeta wî ne jî wêrekiya wî hebû ku têkevê.

Li vî aliyî wî aliyî, li korîdorên fîreh û bêhis ku çirayên çend dikanên vekirîmayî bi rengekî xav lê diteyisî nihert. Destê wî çû cotê goreyan ê di berîka wî de, ku li devê rê ji ser dezgeyekî kirîbû bi bîrhatina gotina diya xwe ku timî digotê, “mirov ji piyên xwe dicemide.” Wî sar bû li vî bajarê ku bîranîn û hêvî lê digijmijîn. Rasterast berê xwe da derencikên gerok ên li hember dergeh. Lingê xwe avêt pêpelûkê û berê xwe da qubeya serkovik a firoşgeha mezin ku roniyeke sel, mit tê re xuya dikir. Jê hebû ku tariya ku bi giraniya xwe dikumişî erdê çiqas bi jor de diçû diwerivî, tiştekî siviktir, ronahiyê tê de ciyê xwe vedikir û vedijiya, fena mija ku tu çiqas bi ser de diçûyî ji hev vedibû ronkayî jî di nav tariya ji hev hilpişirî, ron bû, de diçizirî. Bêhnikekê kêfa wî hat ji vê pênaseya ku hişê wî li ser ronbûna tariyê û ronayiyê kir. Çu pêjnek nedihat ji qatên ku bûbûn toq li dora valahiya wek birca bedenê fıreh û girover. Afîşeke mezin a filîmekî, ku bi caxên qatê duduyan ve hatibû hilawistin, pêtiyên di nav hişûbîra wî de vêketibûn têr gurr kir û tê de dît ku zemanekî dihat sinemaya vir, bi tena xwe li filîman temaşe dikir. Kirî hesabekî rabuhuriyê bike bi pîvan û amarên yeker û gelemper; rabuhuriyeke ku jê were ne pir dûr, bi qandî gavekê nêzîk bû, belam bi qandî ku hebûna wê mabe li ser rasthatinên weha piçûk û kêmcar, dûrîdest bûbe û bûbe ayidî devereke din î nepenî. Bêhna wî teng bû. Di dilê xwe de got, Ez hêj pir genc im, xam im, her tişt hînê wek hawê do be, tew wek hawê hê jî ew roj be, bênavber dewam dike û diherike. Destên xwe yên ku di berîkên sakoyê xwe yê heta ser çokan dihat de jibîrkirî derxistin, heçku bi xweriska nişkegav a ku di dilê wî de pijiqîbû da ku dest bide dema ku ew radipêçand, û tiştekî isbat bike. Şa bû ku hêj ew sinema maye, lê ev şabûn vêgavê ket daldeya guman û xişûşiya ku gelo afîş ji berê de li wir nemabe û sinema jî êdî nehatibe girtin. Hêj werê, ku hizran ew dibir û dianî, destên xwe şûn de xistin berîkên xwe û heçku hest pê kir ku wextî sakoyê wî ji ser bişemite serçengên xwe carekê bilind kirin û ew hîn bêtir kişand bi ser xwe de.

Hinekî xwe da alî ji bo rê bide yekî ku di pêpelûkan re hildikişiya. Kîsikek di destê wî de bû bi lez derdiket. Serê xwe xist ber xwe û hingê pê hesiya ku hînê li heman pêpelûkêye. Nexwe êdî ew jî naşixulin, di dilê xwe de got û hêdî hêdî bi gavên xwe daket. Pêr pêr tiştek di nav canê wî de geriya û weha hest pê kir ku dilê wî bileztir hildavêje. Dê roja din vegeriyaya, bes ne ev bû. Jê were, carina şiyana xwe ya ji derve de li tiştan temaşe bike berze dike. Gelo bi rastî jî pir pêdiviya wî bi vê yekê hebû yan na, ji vê jî ne ewle bû.

2

Li vî qatê jêrzemînê, li ciyê ku zemanekî mase û kursiyên kafeteryayeke keşxe hebûn, êsta valahiyeke raxêra wê bi qaroyên reş û spî ên dameyî mabû ku weke boriyeke hildikişiya jorberev ronayiya gewrik a ku tarî diqeşart û weke berfa havînê li serê çiyayekî mabe li sertarê daniştibû. Saloneke werzişê hebû li hember pêpelûkê. Wêneyên zilam û pîrekên bi masûlkeyên werimî, alavên fîtnessê seranserê camekanan girtibû. Li aliyên din jî li ser camekaneke spî û seranser nivîsîbû: Tango Med Dance and Art SchooTDibistana Dans û Hunerê Tango Med. Çend sal berê dema nû vebûbû nûçeyeke derbarê wê de xwendibû di rojnameyan de. Li aliye rastê tiştek nedixuya, dikanên girtî, girtî, girtî camekanên xalî, rûpoşên sar, tariyê keysa xwe li wir anîbû û ciyê xwe ber bi dawiya korîdorê ve xweş kiribû. Fetilî, bi alî çepê de çû. Derencika din jî derbas kir di ber salona fîtnessê re, di ber bûfeyekê re rast çû heta dawiyê. Koridora ku li aliye wê ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues