XEWNA PÎREPINDAN
Ez mirovek im ku herdem di nav xewn û xeyalan de dijîm. Herdem, beri xewê tika û ricaya min wiha bû: Hey Xwedayê xewnên xweş û nexweş bi hawara min ve were, awirekê li min ê tenê û bêpar, bêyar û hogir, û herdem reşbîn, bedbîn û bêhêvî, bide. îşev, min paşguh neke û xewnekê ji xewnên xwe yên xweş ji min re bike diyarî. Jiyana min ziwa û hişk, mîna çolistanê ye, min hawara xwe gihandiye ber te hey Xweda bo hinek baran. Bor û beyar e deşta rihê min, lavijan dikim bo hinek keskahî. Tarî ne roj û şevân min, serê xwe ber bi te hildidim bo hinek ronahî.
Êdî, Xwedayê xewnan bi sedên şevan min hêvîbir kiriye û bi dehân şevan jî dilâ wî bi min şewitiye û dilovanî pâşan daye, û xewnek ji xewnên xwe yân xweş ji min re kir diyarî.
Ew şev, şevân bâhempa yân jiyana min, şevên bicîhatina xwezî û xwestekên min bûn. Ji min re, xewn koçek di nav jiyan, raz û nehêniyân wê de bû, dîtina wan rengan bû ku li ser rûyê dinyayê nînin; an bihîstina wan dengan bû ku qet ne min ji mirovan û ne jî ji aferîdeyên xwezayê bihîstine. Teyr û ruhberên ecêb û balkêş ku di xewnên min de xuya dibin, di rastiyê de qet nînin. Jin, mêr, zarok û mezinên ku wan di xewnên xwe de dibinim kesine din in, ji kesen ku rojane li her cihekî rastî wan têm, cüda ne. Qet jî min nexwestiye xewnên xwe şirove bikim, ji ber bi baweriya min ne li ba Freud, Jung û Ibin Sêrîn, wateyek ji van xewnên min ên hîç û sempatik re nîne.
Pir dijwar bû behsa van xewnên xwe yên ecêb, xweş û bi tirs û lerz ji kesên derdora xwe re bikim. Xewnên wiha hebûn ewqasî min şermende dikirin ku min xwêdan digirt. Êdî şevên min ji tirs, şerm, xweşî û cadûbaziyê tije bûn. Gelek caran xewnên min, ji min re dibûn rêber û bi carekê piştrast dibûm ku dotira rojê tevgereke çawa bi dost û neyarên xwe re bikim, di kîjan riyê de gerên xwe yên dûr û nêzîk bikim, bi kê re biaxivim û kê paşguh bikim; di wan demên ku hemû mirov û dinya derew û fen û fûtan li min dikin, tenê çend xewnên min bes in qena neyêm xapandin.
Di nav xewnên xwe de, li vê dinyayê digerim. Dikarim di navbera heyv û stêran de bimeşim, di daristanan de bi şêr, piling û meymûnan re, bi guhên pahn ên fîlan û qiloçê stûr e gergedanan bileyizim; bi daran re diaxivim û mîna masiyan dikarim bi saetan di bin avê de bimînim û nexeniqim. Pir sivik û hêsan dikevim hundirê neynikan û ji wan derdikevim, bê ku neynik bişikin û birîndar bibin.
Di xewnên min de, dêw û cinawir dost û hogirên min in. Carina, gava dikevim davekê û mîna fırindeyekî tê wer dibim, kesek tê û min rizgar dike. Carcaran jî, di wê xewnê de dehên salan di qefesê de dîl û bendewar bûm, an di orta şerekî de sed kêr li min dikevin û xwîn ji min diherike. Mirovekî weke îsa Pêxember destê xwe ser birînên min de tîne û wan derman dike.
Di rojên tenêtî û bêpariya min ji evîn û sozdariyê de, herdem xanimeke bi kirasekî spî û pir tenik dihat û heya em diwestiyan, bi hev re xweş dibûn. Her car, gava min dixwest ji maç û ramûsanan derbasî aliyê din ê dîwarê xewn û xweşiyan bibim, destê xwe datanî ser devê min û digot: de nelezîne, bi hezaren şev û xewnên min û te bi hev re mane. Vê xanima lewend û kine spî, bi randevu û sozên xwe yên xweş, heya vêga min bendewar hiştiye. Gidî li xanima xewnan ku sozan dide û nayê!
Di van xewnên min de, havîna min baran, zivistana min tav û sotin, buhara min pelweşîn û payiza min baxê nêrgizan e. Di nav bêhnên xweş de weke firindeyekî difirim. Bêhnek min dide destê bêhnekê û rengek min dide destê rengekî.
Di van xewnan de, teyr, dar, av û ba çîrokên xwe ji min re dibêjin. Her yek ji wan bi zimanê xwe çîrokên evîn û hezkirina firindeyan ji daran re, avê ji masiyan re, bayê ji deştan re; ji min re vedibêje. Xewnên min qet li hev naçin. Her fîrindeyek, mirov û dêwek di xewnên min de derkeve, careke din bi heman reng, dev û rû û awayê berê dernakeve; her carê cuda derdikevin.
Xewnên min ne tenê xweşikî, sozdarî û şeydabûna min û cî-hanê ne, na; carina xewnên min bi tirs, xof û kîndariyê jî tije ne. Ji zaroktiya xwe ve, bi hezarên caran wê xewnê dibinim ku hinek kes didin dû min, min birîndar dikin û dikujin. Carina jî, xwe li . qadekê dibinim û li cihekî bilind hemû xelkê bajêr min dadgeh dikin. Li ser çi û kîjan gunehî? Nizanim. Bi sedên şevan min ¹ xwe dîtiye hatime dardakirin û bi werîsê sêdarê ve daleqiyame û naxeniqim. Di heman demê de, behitî rawestiyame û li pehînên lingên xwe di sînga asman de, dinerim. Carina ji ber êşa damar û masûlkeyên laşê xwe, ji xew radibim.
Carcaran jî di nav agir de dişewitim, di deryayekê de noq dibim û bayê ji hût û masiyan deyn dikim qena nexeniqim. Carina li ser şîna sedên mirov û nasên xwe, di odeya xwe de ewqasî ...
|