La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

M


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011-01-01, Stembol
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 978-605-5585-47-1
Langue : KurdeFormat : 130 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hes. Xew. N° 5430Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
M

M

Şêrzad Hesen

Avesta

...nabêjim xaniyê xwe, niha ji vê "xwe"ya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im. Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemên afirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştî navan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlava min... Guh bide van hemû 'min'ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê 'min'ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê 'min'ê sivik dibin, bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê 'min'ê ji ziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji "Akademiya Kurdî'' û navenda paqijkirina ziman bikin vê 'min'ê ji nav bibin. Wek paşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrin vê 'min'ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe...

Şêrzad Hesen - Li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di navbera 1951 û 1952an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di 1974-75an de li zanîngeha Bexdayê ziman û edebiyata ingilîzî xwendiye.
Nivîsên xwe yên pêşî di 1975-78an de di kovara Roşinbîrî Niwê de, ku li Bexdayê derdiket belav kirine. Di navbera 1978-82an de kurteçîrokên wî di kovarên Beyan û Hawkariyê de derketine.
Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî. Wî gelek çîrok û romanan nivîsîne: Tenahî, Gula Reş, Hesar û Segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê dijî.
Berhevokek çîrokên wî bi navê “M” (Avesta, 2011) bi kurmancî çap bûye.


Bo Kejal û ruhê diya min

GULA REŞ

- Hêro tu hebûyî..
- Çima dabeş bûyî?!
- Hêro tu winda bûyî.
- Êdî, tu nemayî û nînî.

De wê pencerê veke. Gulên mor ên di herdu guldankan de av bide. Xema min ji tirsa cudahiyê birevîne. Li ser vî banê nîv pelixî hişk bûm. Bendewarî û nazikiya rûyê te yê xweşik ji derb xistim. De were balkonê û serê xwe rake. Weke roka havînê îro êvarê derkeve û êdî winda bibe û venegere. Bendewarê te me Hêro can. Jibîrkirina te dijwar e, mîna mirinê dijwar e, valahiyeke bi qasî valahiya navbera stêrkan.
Xemeke bi qasî çiyayê Hindrên, Helgurd û Pîremegrûn.

Tuyê çi bikî ji rnin? Tuyê çi bikî bi min, min ji kê re bihêlî? Tu min bavêjî, kes nayê min ê belengaz û xêrnedîtî hilgire. Tenê te, He-mokê tehl û tirş tam dikir. Bi qasî bejna te maye ku roj ava bibe. Min xwe negirt û hatim ser ban. Evîna te ez dîn kirime û gelek nemaye ez ê birçî û tirsonek dîwarê şermê biherifînim.

Pencere veke. Serê xwe rake û berê xwe bide ser banê me yê bêmiraz. Ji hemû aliyekî giya zer, çilmisî û hişk bûye. Pûş û qirşik e, û ba wê dibe û tine. Hatime û çavên min li ser dîwar, pencere, dar û kevir, û li ser herdu guldankên li ser balkonê ne. De tu jî ker-emke û pencere veke. Ev hefteyeke te ev pencereya mezin girtiye. Ev hefteyeke te perdeyên xwe jî berdane ser.
Hêrs bûyî û nayê bal-konê. Mîna berê kursiyê xwe nadeynî û hemberî herdu guldankan rûnanî. Ax ku hingî çiqasî kêfxweş bûm. Her roj du sê caran bi rûyê te yê şêrîn sermest dibûm. Gava te gulên mor ên di herdu guldankan de av didan, min wiha hest dikir dilê min yek ji wan gülen mor e û tu têr av didî. Xwezî çîroknivîs bûma, wê demê teyê bidîta min ê çi çîrokeke xweş û xemgîn li ser vê evîna me binivîsanda. Çîroka van gülen sîs û çilmisî. Hêrs û dûriya te, sergêjî, şewitîn û xewlêçû-na min a hefteyekê. Xem, jan û êşa tenêtiyê, birîna cudahiyê, şîn, bêzarî û mestbûneke tehl. Girî û tiştine din. Min dixwest çîroka min dîsa bi navê wê gula mor bûna. Lê va ye navê wê gula mor jî ni-zanim: Madoniya, Patoniya, Mîna, Manolya? Jixwewanji hevcuda nakim.
Tenê wan ji dür ve dibînim û bihn dikim. Wek ku hemû êş û hesretên evîna te ne, weke maç û ramûsanên dinyaya reş a xeyala min pir û şêrîn in, bi qasî jinên şox û şeng li vê dinyayê belav bûne, lê ez tenê navê hinekan ji wan dizanim. Li min negire Hêro, ne gunehê min e. Ez bi tene jale û gulên temen kurt ên ser keviya riyan nas dilcim, gulên piçûlc ên rebenan û hew. Min jî wek xellcên din dixwest navê hemû gul, kulîlk, giya û darên vî welatî nas bikira, lê kengî ji ber êş, kul û derdên xwe û xelkê ji navê gul û çîçekan re vala me. Hoo gelek zêde ne. Bexçe jî hatin wêrankirin û bûn cade û kolan, bûn dezgeh û avahî, otêlên deh qat û bîst qatî; hatin pelix-andin û wêrankirin. Weke vî kavilê dilê min bûn xak û xweliya li jêr piyê rêbiwaran. Şaristanî hat û hemû tişt kir kevir, çîmento û hesin. Dilelcî ji kevir kengî ji bona stranên evînê heliyaye û lê daye? Kengî bi çîrokên birçîtî û bextreşiyê hejiyaye? Hewşa me jî ewqasî piçûk e ku cihê du gulan tê de nîne, tenê dêliyeke tirî tê de heye û ew jî ber nagire. Payizan, pelên wê yên zer mîna rondikên tenêtî û xerîbiya min diweşin. Bayê kur jî wan dibe û tîne. Her darek, her gul û çîçe-kek !i hewşên hejar û feqîran zer û bêber e. Du kozik in û hew. Hej-mareke zehf a zarokên rût, nezan û birçî û dev bi hawar, tif û dijûn. Zivistanan hewş dibe herrî û çirav. Havînan jî, toz û icacok dibare û hew. Çawa em ketine vê taxa paqij a zengilan? Di nav van hemû koşkên rengin de? Dewlemendên taxê car caran ji min re dibêjin:

- Kengî hûnê vê axurê têk bidin?
Madê min tirş dibe. Gotina wan dilê min diguvêşe û min dikuje. Bêçare me. Bersiva pirsa wan guherîneke mezin a taxê ye. Bi te-qawûdiya bavê yextiyar tiştek ji me re nayê kirin. Tu kes ji me fam nake, axir tiştekî me nîne. Mafê we heye hûn fam nekin. Ji zarokti-yê ve we “nîne" nebihîstiye. Hêro can, ez tenê qasî giyayekî çilmisî bûm ku guhê min bi peyva „nîne“ zimînî daye. Qet jî ji bîra min naçe. Li bîra min e, min digot: pere? Digotin: nîne. Sol? Nîne. Ki-ras? Nîne. Bûkên lekî? Nîne. Piskilêt? Nîne. Agirdank? Nîne. Gul? Nîne. Girî? Heye! Xem, derd û jan? Hene. Ne tenê wê çaxê, eğer niha jî havînan neçim bazara karkeran, divê zivistanan tene di xe-wnan de agirdankê bibînim.
Qelem û kaxezek di destê min de ye lê nikarim tiştekî binivîsim. Dûriya te min felç kir, heya ji nexweşiya vê evîna te sax bibim temenek jê re divê. Ne hunermendekî jêhatî û destrengîn im jî ku bikarim wêneyê gulên mor ên mirî di herdu guldankan de, çêbikim. Aloz im û hişê min gelekî tevlihev e. Lê qenc dizanim ku zengilên bajêr, axa û begên qewitandî, maldar û bazirganên herî mezin, ewên ku dînarekî dikin deh û dehan jî dikin sed, ew nahêlin û nehiştin û ji niha pê de jî nahêlin ez navê wan gulên mor nas bikim. Hemû dizîn, li bexçe û li çaraliyên çîmenên xwe çandin û veşartin. Ew gulên mor, sor, zer û spî, gulên bihnxweş , û bê bihn jî vedişêrin. Tenê di baxê bajêr de dikarim hejmareke zehf a gulan bibînim û bê ku biwêrim li navên wan bipirsim. Axir em ji bona nexweşxane, xwaringeh, xaniyên vala û mala qehpeyekê ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues