JINEKE XINANÎ
Ev demek e, di ser sî salî re ye, ev çîrok di xeyala min de ye. Her carê û bi cureyekê dinivîsim. Qet li ser awayê dariştina Wê mikur nebûm. Bi dehên caran, min destpêk û dawiya wê guherandiye. Tu gêre vêreyek tê de nîne dilê min xweş bike, girêşkek ku te bi xwe ve girê bide û bixwîne. Hergav min wiha hest kiriye hindava nehêniya hez û hewesa qehremanê xwe nivîskarekî bê talênt û şiyan im. Bi dehên caran, di nav germiya nivîsandinê de min pênûsa xwe şikandiye, bi dînîtî kaxezên li ber destê xwe kom kirine û rasterast avêtine nava selika li jêr maseyê.
Herdem min hest kiriye tenê me û ketime hundirê çaleke kûr û tarî, xwe dipelînim û nikarim derkevim; yan li çolistanekê windayî me û rê nabînim. Tiştê ku wiha kiriye jî heya vêga şermê ji nivîsandin û belavkirina vê çîrokê bikim, ecêbmayîna min bi wî qesabê kalemêr ku çîroka xwe ji min re gotiye.
Ecêb e, kesek ku di jiyana xwe de wan hemû meh, bizin û çêlekan di nav xwînê de bigevizîne, ewqasî û bêtir jî ji bona evîneke hema hema, demkî û tesadufa hewes û şehwetekê; xeyaleke kor û kujer ew hemû xwîn ji dilê wî birije, ew hemû rondik... bi qasî xwîna wan meh, bizin û lawirên ku di jiyana xwe de ser jê kirine.
Wê şevê, dereng, gava çîroka hez û hewesa xwe ji min re got, xilmaş û behitî bûbûm. Pişt re bi serê lêvê, min jê re got: - Ezê vê hewes û hezkirina te bikim çîrok!
Li stêrkan, ku dûr li ezmanan diçirisîn, dûrtir ji işqa wî ya bêmiraz; dinerî. Haya wî ji min û raza dilê min î bê semax nebû. Piştî vegotina çîroka xwe, hêdî hêdî digiriya. Du cokên zirav ên rondikên wî ji çavên wî diteqiyan û dirijiyan nav qeliştokên qermiçî yên herdu aliyên hinarikên rûyê wî û ji nişka ve birûska wan rondikên li ser hinarikên wî ji min winda dibû, lê çirisîn û teyisîna herdu çavên wî biriqîn ji stêrkan didizî. Tevî girî kire dimdim:
- Bi qasî xwîna heywanên ku min ew ser jê kirine, min rondik barandine. Ji bîra min naçe, naçe û naçe. Vêga ku behsa wê jina şox û şeng ji te re dikim, wiha hest dikim va ye, li vir e; li ser vî banî rawestiyaye û guhdariya min dike û... bi hişê min dikene!
Di wê şevê de, û bi vî temenê kêm ji min re giran bû ji wê yekê têbigihim çi ye ku wiha li mêrekî dike carekê û heta hetayê rû û rûçikê jinekê jibîr neke, reng û bêhna wê di nav reng, deng û bêhna dehên jinên din de, piştî dehên salan di qoqê xwe de biparêze û di ruhê xwe de cihekî nepenî bidiyê?
Wê şevê, bêyî ku ji kurê xwe yê mezin û ji wê jina dilovan ku heya nîvê şevê bi wî temenê mezin, şipiya li ser piyên xwe ew mal li ser herdu destên xwe yên pîroz ragirtibû şerm bike, gava çîroka hez û hewesa xwe vegot. Min jê pirsî, gelo jina wî rastiya vê çîrokê dizane? Kurt û bi mêranî bersiva min da: Qenc dizane!.. Gava dît ponijî me û heya demeke dirêj xilmaş bûme, bi kitekitên çîroka hez û eşqa wî difikirîm, pê de çû û bi qehr got: - Bi dehên şevan di hembêza jina xwe de weke sêwiyekî bê hêlîn, birçî, rût û tazî bo wê xanima dosta xwe digiriyam. Dilê jina min a qenc ku zanibû bo jineke din bi vî rengî agir girtiye min, bi min dişewitî. Hinek jinên me yên sade û belengaz bi gelekî ji wan jinên serqot ên ku hûn ji wan hez dikin, dilmezintir in. Jina min behitî û ecêbmaya wê yekê bû ku çawa mêrekî simbêlboq û xwînrêj wiha dilnazik bûye û ji bona xanimekê ku hema hema û bi tesaduf dîtiye şîn û waweylêyan dike. Ne kêm in ew mêrên ku dilê wan ji gulekê naziktir e, hûn têdigihin çi, dibêjim? Min di ser sî salî re, ji şerma rondikên vî qesabê kalemêr ev çîrok di ruhê xwe de bi zindîtî weke wê hişt. Tevî ku şeveke hênik a havînê bû, lê li kêleka axaftinê çîn bi çîn xwêdan davêt û bi cemedaniya xwe paqij dikir. Piştî paqijkirina xwêdana xwe, cemedaniya xwe datanî ser ranê xwe. Dixuya ku xwêdangirtina wî ya bîranîneke hem xweş û hem bi êş bû. Ecêb bû: em hemû behitî bûbûn, ji ber me zanibû ji tirsa pîrî û mirinê ev du-sê sal in vegeriyaye cem Xwedayê xwe, lê di germiya vegotina çîroka hezkirin û evîna xwe ya kevnare de, ji nişka ve rabû ser piyan û li ser yekemîn pêpelûka nêrdewanê rawestiya û bi dizî ji navtengê ber bi jor ve xwe xûz kir û li nava hewşê mêzand da ku piştrast be pîrejina wî xwe li heywanê dirêj kiriye. Bi dizî awirek li me da û girnijîneke şeytanî ket ser lêvên wî û bi dev û rûyê xwe yê tije qermîçok vekişiya û ronî jê çû. Gava hat ba me, bi axîn û bêhnberdanekê re weke meyvexwer aşiqtirîn î kevn got:
- De, piyalekê ji min re rû bikin. Hesteke germ di hinavê min de dikele! Taveheyveke dilrevîn bû. Bayekî hênik ji çiyayan bêhna zozanan tanî û em jî bi bêhna gul, giya, ax û meyê sermest; me ... |